Dewleta dagirker a tirk ji 23’ê Nîsana 2021’ê û vir ve her berê xwe dide Heremên Parastina Medyayê û êrîşî parazvanên Kurdistanê dike. Lê ew arteşa dagirker ku ev saleke bênavber êrîşên xwe pêk tîne li dijî vîna gerîla siwar tê û peya jî êdî nikare vegere. Çawa ku beriya salekê bi hevkariya çeteyên malbata Barzanî dewleta dagirker hewl da têkeve Garê, dîsa li wê derê êrîşa wan hat têk birin.
Di destpêka êrîşê de qaşo wezîrê parastinê Hûlûsî Akar bi heybet dest bi êrîşê kiribû. Ji hewayê de êrîşên xwe pêk anîn. Lê Hûlûsî Akarê ku nikarîbû encamê bigire bi madê xwe yê tirş her çiqasî xwest binketina xwe veşêre jî, lê nedikarî vê yekê bike. Ji wê demê ve liv û tevgera dewleta tirk li herêmê berdewam dike. Bi her rê û rêbazê xwest axa başûrê Kurdistanê dagir bike. Geh bi êrîşên hewayî, geh bi hevkariya malbata Barzanî, êrîşên bejahî, geh bi MÎT’a xwe û bi pratîkên sîxûrî xwest tola binketina xwe bigire. Bi polîtîkaya komploya navdewletî re jî zextên xwe li ser Şingal, Mexmûr û rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kurtir kir.
Ji her alî ve êrîşên topyekûn li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî li dijî gelê kurd pêş ket. Bi binçavkirin, îşkenceyên li girtîgehan, serbestbernedana girtiyên nexweş di serî de jî Aysel Tûglûk, polîtîkaya xwe ya qirkirina kurdan nîşan da. Mirov wexta berê xwe dide van êrîşan aşkereye ku hedefa pergala mêr-dewletê gelê kurd bi xwe ye. Bi hedefkirina gerîla dixwaze gelê kurd bê hêvî bihêle. Dîsa bi xiyaneta PDK’ê dixwaze dîroka îxanetê ji nû ve bide vejîn.
Lê dewleta tirk vê yekê ji bîr dike. Ew gelê kurd ku di 28 raperînan de, di komkujiyan re derbas bûn, êdî nîn e. Gelê kurd di sedsala 21’emîn de êdî ji dîrokê ders derxistiye û Serokekî mîna Rêber Apo ji xwe re pêşeng dibîne. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo Rêveberiya Xweser îlan kiriye. Dîsa bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê di serî de ji jinên cihanê re, ji hemû gelan re bûye hêviya azadî û alternatîf e. Êdî qirkirina kurdan ne ewqasî hêsan e. Kurd bi pêşengiya YJA STAR û HPG’ê di qada leşkerî de jî serdemeke nû daye destpêkirin.
Di dema ku gel dibêje PKK gel e, gel PKK ye bêguman ev vala nayê gotin. Di vê gotinê de rastiyeke berbiçav heye. Gelê kurd bi gerîlayên azadiyê şerê gel ê şoreşgerî bi pêş ve dibe. Her çiqasî êrîş, hevkarî û sîxurtiyê ferz bikin jî dê bersiva herî mezin gelê kurd bi pêşengiya jinên kurd bide.
Dewleta tirk di dijminahiya li dijî kurdan de pêşeng e. Kurdistanê di nava sînorên “mîsaqê milî” de dibîne û îdia dike ku heqê wê li ser heye. Ew dixwaze ji erdên Împaretoriya osmanî, qet nebe Kurdistanê bike meydana dagirkeriya xwe. Stratejî û siyaseta sereke ya neteweyî ya dewleta tirk ev e. Ji ber vê yekê mirov fêm dike ka çima dewleta tirk êrîş dike. Lê mirov polîtîkayên PDK’ê yên li dijî gelê xwe fêm nake. Heke hevalbendiya wê bi dewleta tirk re ne xiyanet be, nexwe çi ye? Heke xizanî li ser gelê başûrê Kurdistanê ferz dike, dizî nake, çi dike? Bi belgeyan jî ev hat ispatkirin. Êdî divê gelê başûrê Kurdistanê baş fêm bike ku PDK’ê weke sîxurê li dijî kurdan li herêmê tevdigere û ti feydeya wê ji bo kurdan nîn e. Berovajî ji dijminatiyê pê ve ti tiştekî nake. Piraniya kurdan vê fêm dikin, lê refleksên ku derdikevin ne asta ku tê xwestin e. Ji ber ku PDK hê jî li heremê tevgera xwe ya xiyanetê dewam dike. Di vê rewşê de divê gelê Başûr rabe û hevkarên dagirkeran û dagirkeran ji ser axa xwe bavêje. Ji xwe PDK ji vê saetê û şûn de çi bike bila bike, nikare xwe ji rastiya xiyanetê pak bike.
Ez bawer dikim ku wê bersiva herî mezin jî jin bi tekoşîna xwe bidin. Ji ber ku di her kêliyên xiyanetê de jin rabûne û li dijî dagirkeran bedêlên mezin dane. Çi bi nasnameya gerîlayên YJA STAR’ê, çi bi nasnameya xwe ya dayikê, çi nasnameya xwe ya ciwantî dê di her qad û kolanê de dagirker bê bersiv nemînin.
Jixwe berxwedana YJA STAR’ê ya li Zap, Avaşîn û Metînayê, dîsa berxwedana jinên Êzidî li Şengalê, nobedên edaletê ku li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê bi pêşengiya dayikên aşitiyê tên meşandin, her wiha di qada şoreşê de berxwedana Jinên Rojavayê Kurdistan û Bakûr û Rojhilatê Sûrî, li bakurê Kurdistanê jinên siyasetmedar û girtî vê yekê nîşan didin. Dê dagirker bin bikevin û faşîzm bi berxwedana jinan hilweşe.
Lê bêguman ev tenê bi gotin û temaşekirinê pêk nayê. Ev yek bi welatparêzî û heskirina nasnameya xwe dibe. Di vî warî de divê bi giştî gelê kurd êdî ji dagirkeran re bibêje bes e.