13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd û ereban li Şehbayê êriş şermezar kirin

Bi sedan şêniyên kurd û ereb ên herêma Efrînê bi dirûşma “Meşa Rûmetê li hember dagirkerî û xiyanetê”, li aliyê bakur ê ketina navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê kom bûn. Xwepêşandêran wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, wêneyên şervanên kurd û pankertên “Riya we riya me ye, armanca we aramnca me ye, Na ji dagirkeriya tirk re, bijî berxwedana gerîla, Bimire îxaneta PDK`ê” vekirin.

Girseyê di meşê de gerîla silav kir û xiyaneta PDK`ê û bêdengiya navneteweyî li hember êrişên li ser başûrê Kurdistanê, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir. Xwepêşandêr li qada sereke ya navçeya Ehresê kom bûn. Li wir, hevseroka Meclisa Kantona Şehbayê Werde Şêxo axivî û berxwendana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kir. Werde Şêxo êrişên qirkirinê yên dagirkeriya tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got: “Berxwedan ji çiyayên Kurdistanê heta Şehba, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike.”

Xwepêşandan bi dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla û berxwedana şêniyên herêma Efrînê bi dawî bû.