Hevkariya Malbata Berzanî bi dewleta tirk re li dijî tevgera azadiya Kurdistanê ji sala 1982’an û vir ve berdewam dike. Her çend gelek niştimanperwer bi hestên niştimanî di nav de şehîd bûbin jî PDK piranî ji aliyê vê malbatê ve tê rêveberin. Hetta mirov hemû malbata Barzanî jî bêje rast nabe,
ji ber ku em dizanin gelek kes ji eşîra Berzanî û heta malbata Berzanî li dijî vê hevkariya bi dewleta tirk, Îran û giştî hevkariya bi dagirkerên Kurdistanê re ne. Ev rewşa hevkariya bi dewleta tirk re li xeteriyên mezin derdixe holê. Di vir de divê em mijara dewleta tirk cuda û hevkarên di nava malbata Barzanî de cuda bigirin dest. Ya yekemîn naskirina dewleta tirk e.
Dewleta tirk, li ser rûyê cîhanê, hetta di dîroka cîhanê de jî dewleteke ku ji hin aliyan ve mînakên wê tune ye. Ya yekemîn dijminatiya dewleta tirk a bi kurdan re ji dijminatiyê wêdetir e, tahamûla wê li hemberî kurdan sifir e!
Mînak dema ku di nîsana sala 2019’an de li zanîngeheke Japonyayê dersên kurdî bihatana dayîn Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşan dabû. Ev mînak bi tena serê xwe jî têra aşkerakirina rewşê dike.
Yanî weke mûbalexe were dîtin jî ger kurd li ser heyvê yan Marsê jî destketiyekê bi dest bixin wê dewleta tirk mûdaxale bike. Ji bo dewleta tirk, kurd paçê sor ê li pêşiya ga ye. Peyva kurd, hebûna kurd, zimanê kurdî û hemû tiştê ku bi kurdî destpê dikin… Loma li ser bingehê rastiyeke ew çend aşkera nêzîkatiyên bi niyeta baş an jî bi armanca xapandinê yên ji rastiyê dûr ên weke “Neçîrvan, Mesrûr yan jî Mesûd Barzanî ji bo dîplomasiyê li Tirkiyê ne”, “Têkîliyên heyî ji bo parastina destketiyên Başûrê Kurdistanê” derewek mezin e. Piranî argûmenên ‘niyetbaş’ ên vê hevkariyê dixwazin mafdar derxînin bi vî rengîn e. Qe nebe bila li dîmen û wêneyan binêrin, Serokê herêma Kurdistanê (bi sifata serokwezîrekî, yanî dewletekê) Mesrûr Barzanî diçe bi Serokkomarê tirk Erdogan re hevdîtinê dike li rêza werger, tercûman û serokê îstîxbarata tirk re li heman qoltixî rûdinê…Ger protokol ev be, Mesrûr Berzanî weke sefîrekî Erdogan xuya dike. Jixwe hewce nake ku mirov bêje tu saziyeke dewletê yan jî çapemeniya dewletê heta niha ji bo Herêma Kurdistanê peyva Kurdistan bikar neaniye, ji bo wir dibêjin “bakurê Iraqê”.
Ya duyemîn rastiya hebûna dewleta tirk li başûrê Kurdistanê ye. Ev dagirkerî ye û ti argûment nikarin vê rastiyê çewt bikin. Her çend dewleta tirk bi argûmantasyona hebûna PKK’ê nîşan bide jî, Kibris li ber çava ye. Ev dewlet devereke têkevê, dernakeve û derneketiye. Sêva Sor, îdeolojiya aktîf a vê dewletê ye. Sêva Sor, yanî ji bo dagirkirinê sînor tune.
Ya duyemîn mijara kesên di nava malbata Barzanî de hevkariyê bi dewleta tirk re dikin. Ev çi serokatiya herêmê ye, serokê hûkûmetê ye ku weke wezîrên dewletên dagirkerên Kurdistanê diaxivin. Xapînoka mezin jî kincên wan, al û navê Kurdistanê ye. Belê kurd bi hezaran salan ji bêdewletiyê naliyane, bêdewlet, bêserok û bêrêber mane. Ev birçîbûn, “hema bila bi navê kurdî be, bi ala kurdî be çawa dibe bila bibe” be, wê dijminatiya herî mezin li xwe bike. Ev nêzîkatî, dibe ku niyeta wê baş jî be, lê ev metihkirin û pesindayîna dijminê xwe ye.
Bêguman derdorek heye ku PDK û malbata Barzanî weke parêzvan, têkoşerên ji bo avakirina dewleteke kurdî dibînin. Lê encam wisa bûye dewleteke ku qaşlê wê kurd, hundirê wê tirk e. Çima naverok tirk, ji ber ku çanda serdest a li vir a tirkan e, fîrmayên hemû Başûr xistine dest xwe, rêzefîlmên tirkî, çanda tirkî, berhemên tirkî… Heta ev derdor, bawer dikin ku malbata Barzanî dixwaze Kurdistanê ava bike û têkîliyên xwe bi dewleta tirk re loma nerm dikin û dewleta tirk jî bi demê re wê destûra avabûna Kurdistanê bide. Ev niyet, niyeteke ku hemû girêdanê xwe bi rastiyê re qût kirine. Bila ev derdor bi rastî jî çend deqeyan rasteqîn bifikirin û xiyal bikin; ger tevgera azadiya Kurdistanê, gerîla û pêşengên wê ji holê hatin rakirin, wê dewleta tirk çi bike? Xeyal bikin. Wê ev dewlet çi bike? Gelo wê ji malbata Barzanî re bêje “tamam karê me qediya em ê leşkerên xwe bigirin û herin?”.
Bi deh sala ye qazeqaza vê dewletê ye doza Kerkûk û Mûsilê dikin. Tirk sînorê misakî millî dixwazin! Yanî Kerkûk û Mûsilê dixwazin, vê jî veşartî nakin, ji bo vê hewce nake mirov tirkî zanibe, xeyala dewleta tirk, ne tenê Kerkûk û Mûsil e. Loma ji bo ku sedsaleke din ji destê kurdan neçe, kurd divê bi hişyarî tev bigerin. Yên dewletê bixwazin divê li dijî dagirkeriyê bin. Yên li dijî dagirkeriyê nebin çawa dibin welatperwer? Çawa dibin kurdistanî, çawa dikarin bêjin em kurd in?