4 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Em bi hevre bihêzin, bila her kes tev li 1’ê Gulanê bibe

Serokê Şaxa Yapi-Yol Senê ya Amedê û berdekê platforma KESK’ê Sîrac Çelîk der barê amadekariyên pîrozbahiya 1’ê Gulanê de axivî. Sirac Çelîk anî ziman ku ji bo amadekariyên pîrozbahiya 1’ê Gulanê Platforma Ked û Demokrasiyê  komîteya amadekar ava kiriye û haziriyên xwe yên pîrozbahiyan dikin.

Çelîk anî ziman ku dê pîrozbahî li qada Stasyonê bê lidarxistin û ev bang kir: ”Ne tenê karker û kedkar em bang li her kesî dikin ku tevli pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bibin. Em bang li karker, cotkar, esnaf, karmend û hemû kedkaran dikin ku tevli vê rojê bibin.Em wekî komîteya amadekar li nava gelê xwe digerin û her kesî dawetî tevlêbûna vê rojê dikin. ”

Em aştiyeke mayinde dixwazin

Çelîk di berdewama axaftina xwe de li ser pirsgirêkên kedkaran û rewşa aborî jî rawestiya û wiha got: “ çavkaniya hemû pirsgirêkên me şer e, divê dawî li şer û pevçûnan were, hewcedariya me bi aştiyeke mayinde heye, heta ku li ser vê erdnîgariyê aştiyeke mayinde çênebe dê tucaran pirsgirêkên me çareser nebin. Hemû pirsgirêkên me girêdayî vê şerê dijwar in.”

Çelîk nêrînên xwe wiha berdewam kir: “Em dikarin behsa gelek pirsgirêkên kedkar û karkeran bikin, gelek pirsgirêkên me hene û vê pergalê kedkar mecbûyî birçîbûnê kirine. Lê dîsa dibêjim tev bi şer ve girêdayî ye, heta ku ev şer berdewam bike dê çareserî ji tu pirsgirêkên me re çênebe. Dê hemû çareserî kêm û lewaz bimînin, beriya her tiştî hewcedariya me bi aştiyeke bi rûmet û mayinde heye.”