12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Înternet çiqasî me dişopîne?

Ne dereng, ji zû de herkes dizane ku bi derketina înternetê û telefonên smart agahiyên mirovan jî bi hêsanî dikarin bişopînin. Bi dijîtalîzebûna cîhanê re, ger gotin di cih de be mirov êdî weke bobînekê elektronîk bûn parçeyekî vê cîhanê. Pergalê di bin navê rehetiyê de, civak mehkûmî vê tevna dijîtal kiriye. Her ku teknolojî pêş dikeve berovajî derfetên ku ew îdia dikin mixabin mirovatî ji wan derfetan bêpar dibe. Herkes behsa dema berê dike, dema ku înternet tunebû dike.

Berê telefonên bi kablo hebûn, gava telefonek dihat mirovan bi samiyeteke mezin li hal û wextê hevdu dipirsiyan. Nameyek dinivîsandin, ew name bi kedeke mezin dinivîsandin û gava dişandin bi bendewariyeke mezin li benda bersiva wê nameyê diman. Carinan kartpostalek, carinan jî bi boyaxên pênûskî nameya xwe dixemilandin hingî wateyeke wê ya mezin hebû.
Bifikirin dema ku bi makîneyên fotografan ên bi fîlmên kodak wêneyek dihat kişandin. Ew wêne di nava albûman de dihat parastin û wateya wê wêneyê çiqas mezin bû. Hele gava ku ew wêne bi nameyê dihat şandin, hingî tişta herî xweş bû. Bi derketina axaftina belaş a bi riya înternetê qîmet û wateya li hal û wextê hevdu pirsînê nema. Bi sms û bernameyên komînîkasyonê li ser înternetê qîmet û wateya nameyan jî nema. Bi derketina telefonên bi kamera êdî wêne kişandin bû tiştekî din, armanca wênekişandinê guherî. Her ku megapiksel zêde bû ew nirxê bi qîmet yê wêneyan winda bû.

Kapîtalizmê civak dîl girtiye

Wêne êdî bûn weke metayekê, yan jî derfeteke mekanîk. Civat û serdanên ku mirovan li hezkirî, heval û xizmên xwe dikirin wateya xwe winda kirin. Êdî ew kes tim li ber çavên te ne. Kengî bixwazî dikarî li wan bipirsî, lê gelo bi rastî mirovan bi zêdebûna vî ‘derfet’î re zêdetir hevdu dipirsin an êdî nema qet li hevdu dipirsin? Çi bû ji civakbûnê? Gava mirov li encamê dinêre, dibîne ku ya rastî civak û hemû têkîlî û wateyên civakî kete bin yekdestiya kapîtalîzmê. Loma min li jor got, mirov êdî di vê pergala dijîtal de bûn mîna bobînekê. Bobîneke ku di nava pergalê de rolek wê heye.

Ger azadî bê kuştin…

“Kapîtalîzm tim berovajî tiştê ku dibêje dike.” Belê derfetek pêşkêş kiriye, ji komînîkasyonê, heta wênekişandin û bikaranîna GPS’ê, em sûdê ji vê teknolojiyê digirin. Lê di vir de pirseke girîng heye, ger azadî were kuştin derfet hingî çawa were bikaranîn, yan jî hingî derfet bi kêrî çi were? Pirsa ku di vir de were kirin, gelo dijîtalbûn azadiya me dikuje yan me zêdetir azad dike? Yan jî bi rastî di vê tevnê de em çiqas azad in?

Di dokumanterek bi navê “the sociale dillemma” ango dudiliya civakî de mijarên rastiya dijîtalbûnê tên ziman. Gava mirov li vê dokumanterê dinêre, mirov fam dike ku em dîjîtalbûnê gelekî piçûk dibînin, bi cidiyeteke pêwîst em wê cidî nagirin. Di vê dokumtenterê de, mîmarên ku piranî di bingeha vê pergalê de xebitîne ji google heta facebook, instigram, twitter û hotmailê xebitîne bi awayekî îndîrekt behsa xeteriya vê pergalê dikin. Dema ku hinek mirov behs dikin, dibêjin her tiştên me dişopînin, agahiyên me, cihên em diçinê, mirovên em pê re diaxivin, mijarên em dişopînin… Lê rewş bi vê ve ne sînorkiriye. Ev pergala dijîtal em êdî jê re înternet dibêjin, bi algorîtmayên sosyolojîk, psîkolojîk, ekonomîk analîza mirovan dike û wan manîpule dike.

Manîpulasyonê pêş dixe

Avakarên vê pergalê dibêjin, ev algorîtma mîna robotekî xwe pêş dixe û êdî em jî nema dikarin texmîn bikin ka ev pergal (algorîtma) di çi rewşê de ye. Di bingeha vê fikrê de reklam heye. Lê rewş ji reklamdayînê zêdetir e. Ji ber ku pergala dijîtal jixwe bi riya telefona destên we de her tiştên we dişopîne. Gava em dibêjin her tiştên we bi rastî jî her tiştên we, yanî ji hevokên hûn bikartînin heta axaftina bi telefonê ku hûn bi kesan re dikin û yan jî axaftinên we yên li dervehî telefonê guhdar dikin. Bi vê yekê pergala ku bi algorîtmayên zanyarî (zanistên weke psîkolojîk û sosyolojîk û ekonomîk) hatiye programkirin, êdî bi riya hemû agahiyên kesan ên ku destê wê de ye analîza mirovan dike. Bi vê analîzê dest bi manîpulasyonekê dike. Ev manîpulasyon a rastî bomberdimaneke beyan (notification)an, dîmen û parvekirinên mirovan dixe bin kontrola xwe de. Jixwe di dokumanterê de avakarên vê pergalê dibêjin, “em telefonên smart naxin destê zarokên xwe de”. Yanî kesê ku ev pergal ava kirine bi xwe vê pergalê bi kar nayînin. Ji ber ku ew dizanin ku ev pergal çi dike ji mirovan.

Niha jî pergal xwe ji pêngaveke mezintir re amade dike: METAVERS. Metavers êdî wê mirovan bi berçavkên 3D zêdetir di cîhaneke sîmulasyonê de bifetisîne. Bi kurtasî vê pergalê ruh kuşt. Civakbûn kuşt, evîn kuşt, hezkirin kuşt. Civakeke li ser tevnên dijîtal ku tenê pergala kapîtalîst dikare jê sûde werbigire ava kir. Bi herkesî re êdî nexweşiya ku ka çiqas li ser internetê were ecibandin peyda bûye. Vê yekê karesateke nexweşiya şohretê jî bi xwe re anî. Herkes êdî li dû xwe nîşandanê de ye.

Di dewsa ka Sokrates, Galileo, Gandî, Che Guevara, Denîz Gezmîş û Mazlum Dogan çawa civak guherandin û bûn kesên mezin, kesên weke Steve Jobs, Elon Musk, Bill Gates û Mark Zuckerberg weke îdol empozeyî ciwanan dikin. Dixwazin berê herkesî bidin pêşbirka qezençkirina pereyan û hemû mirovan mîna weke di fîlmê Matrîx de bikin bobîneke vê pergala mirî. Qetandina kabloyan jî di destê mirovan de ye.