Dema em zarok bûn roja ‘çarşema reş’, an jî bi gotineke din roja ‘çarşema piştî zîpa’ li cem me biskek ji porên me dihatin jêkirin. Bi vî awayî dihat bawerkirin ku nexweşî û beyomî ji can û giyanên me derbikevin. Dû re ez têgihiştim ku ev rituel yek ji rêzerituelên beriya newrozê yên gelên îranî ye. Çarşema reş wekî dawiya zivistanê, dawiya zîpa tê pîrozkirin. Ev jî teqabulê meheke beriya newrozê dike. Dû re ‘Çarşema sor’ tê. Çarşema sor di navbera newroz û çarşema reş de tê pîrozkirin. Ev jî yek ji şahiyên biharê yên gelên îranî ye û di wateya şahî (surî) de tê bikaranîn. Lê di zimanê me de di wateya rengdêrê ‘sor’ de hatiye heta roja me ya îro. Li gorî lêkolîneran tu têkiliya ‘rengê sor’ û ‘surî’ bi hev re nîn e.
Lê ‘çarşema sor’ di roja me de di çarçoveya mîtolojiyeke din de tê bikaranîn. Girêdayî vê mijarê ew ê ev nivîs li ser tevlîhevkirina awayên qewl, gotinê kevneşopî û mîtolojiyên berê û pirsyarkirina vê tevlîheviyê bisekine. Gelo pîvanên zanistî yên ji bo mîtolojî, qewl û gotinan çiqas dikarin gotin û gotarên pîroz ên gelên kevnare biparêzin; sînorên mudaxele, guhertin an jî çewtkirinên qewl û kevneşopiyên berê çawa dikarin bên danîn; an jî gelo dikarin bên danîn; otorîteyên gotinan çawa tên tayînkirin û çarçoveyên şîroveyan çawa dikarin bi awayekî zanistî bên şopandin? Ev çend pirs bêguman çarçoveya vê nivîsê pir derbas dikin. Lê ez ê di mînaka nivîseke xwe û girêdayî encamên lêhûrbûna li ser vê mijarê gelek sînordarkirî bigirim dest.
Vê çarşema bê li gorî êzdiyatiyê “Çarşema Serê Nîsanê”, sersala nû ye, vê rojê Tawisî Melek avakirina cîhanê bi dawî dike û ev roj wekî şahî ji hêla kurdên êzdî û kurdên ji olên din ve wek rojeke pîroz tê pêşwazîkirin. Li gorî gotinan cejna sersalê di çarşema yekemîn a salnameya julyen de tê pîroz kirin. Berê gelên rojhilata navîn vê salnameyê bi kar dianîn, lê li gorî salnameya gregoryen sersal dikeve çarşema duyemîn. Ev şahî wek destpêka biharê tê dîtin. Li gorî baweriyê Tawisî Melek nefesê daye cîhanê û bi vê mebestê gul û kulîlk dibişkivin, xweza geş dibe. Heta demekê min digot qey “Çarşema Serê Nîsanê” di heman demî de “çarşema sor” e. Lewre mirov li ser înternetê ji herdû peyvan yek bi kar bîne, yekser ev herdû şahî wek şahiyeke derdikevin pêş. Lê dû re dema ez di nivîseke din de leqayî wateya “çarşema sor” hatim , min fêm kir ku herdu ne di heman wateyî de ne. Destpêkê dema pîrozkirina wan cuda ye, ya duyemîn naverok cuda ye. Lê çima ev şaşbikaranîn wisa belav buye? Heta di hîn qewlan de jî gotina “çarşema sor” cîh digire. Hîn lêkolîner li ser vê bikaranîna şaş radiwestin û hewl didin ku tekst û gotinên otantîk bêguhertin, bi awayên xwe yên orîjînal bigihîjin nifşên nû. Lê ev qet ne hêsan e. Girêdayî pirsên min li jor jî kirin, dema ev gotin, yên qewl û mîtolojiyên gelên bindest û bêstatu bin, rewş hîn xerabtir dibe. Ji xeynî tunebûna saziyên ku kevneşopiyan biparêzin û bigihînin nifşên nû, di heman demî de xetereya çewtşîrovekirinê wek tirpana ezraîl li ser serê wan disekine. Gelo çi rê û rêbaz ji bo parastina wan dikarin werin bikaranîn? Ev jî mijara nivîseke dinê ye. Ez neha werim ser mînaka xwe:
Piştî nivîsa min a bi navê “Tawisê Melek, Lîlîth û Ademê nezan” Dr. Xelîl Xaltî hîn rexne û sererastkirinên xwe bi min re parve kirin. Destpêkê dixwazim ji bo qîmetdayîna nivîsa min bi riya rexne û pêşniyarên di cîh de û pêşîvekirî spas bikim. Dikarim mijara axaftina me ji du alî ve bigirim dest: yek jê ji hêla rexne û sererastkirinên wî ve û ya din ji hêla girîngiya guncaviya lêhûrbûnan, xetereyên zanîna objektîf û berpirsiyariyên rewşenbirî/nivîskariyê ve.
Di nivîsa xwe ya bi navê “Tawisê Melek, Lîlîth û Ademê nezan” de ez li ser di baweriya êzdiyatiyê de wateya Tawisî Melek (neha bi navê sererastkirî), rola Lîlîth û şîroveyên olên serdest sekinî bûm. Mebesta min ne nivîseke olî bû. Armanca min bi giranî di derbarê şîroveyên olî û mîtolojîk û her wiha buyerên di rojevê de têkiliyeke avakirin û ji perspektîfa jinan li mijarê nihêrîn bû. Lewre ez dizanim bi taybetî baweriya êzdiyatiyê û agahiyên di der barê wê de zanist û zanebûneke hem xwecihî, hem layîq û hem jî kûr divê. Lê her çiqas nivîs bi armanceke felsefîk an jî sosyolojîk hatibe nivîsîn jî hîn agahiyên ku di derbarê Tawisî Melek de tên dayîn, diviyabû bi lêhûrbûneke taybet bihatana nivîsîn. Taybetî ev yek ji bo ola êzdiyatiyê, ku di derbarê wê de agahî û zanebûnên çewtkirî ji yên rastî zêdetir in, hîn girîngtir û pêwîstir e. Lewre encamên zanînên ne di cîh de ji bo gel û baweriyên xwecihî û di bin xeterê de ne, hîn xerabtir û hîn xîzantir in.
Dr. Xaltî di hevdîtina me de gelek zanîn û agahiyên xwe yên derbarê mijarên ku min di nivîsa xwe de girtine dest de bi awayekî berfireh bi min re parve kirin. Qaşo min digot qey ez xwe dispêrim agahiyên ku herî aşkere û rast tên dizanîn û dê ev jî zanîna ku tê parvekirin qewîntir bike. Ev di warê zanistê de qada herî bi ewlehî ye; mirov agahiyan berhev dike, tîne hember hev, xalên hevpar û digihîjin hevdû, wek rastiya objektîf pênase dike û bi vî awayî wê zanînê dike otorîte. Lê dîsa xal û warên (ne)penî ji xetereyên dûr nîn in. Di mînaka “çarşema sor” de ev yek bi awayekî aşkere derket holê ku zanîna tê parvekirin, belav dibe, ji hêla xwediyên wê bi xwe jî heta tê bilêvkirin, rastiya wê piştrast nake; bîlakîs şaşbûnê hîn qewîntir û hîn demdirêjtir dike. An jî êdî ji şaştiyeke rastiyeke (nû) ava dike. Taybetî di çand, bawerî, kevneşopiyên devkî belav dibin de, ev xetere (an jî bi gotineke din ev rewş) neçar e; lewre çand jî, kevneşopî jî –her çiqas di paşerojê de mabin jî- zindî ne, diguherin. Bi bilêvkirinê zindîbûna xwe diparêzin. Ev lêv wan bi çi awayî pênase bike, ew wisa digihîjin roja îro û pêşerojê.
Em werin ser sererastkirinên Dr. Xaltî: Min di nivîsê de ‘Tawisê Melek’ bi qertafa zayendî ya ‘ê’ (nêr) nivîsandibû û bi vî awayî yekser Tawisî Melek bibû xwedî zayenda mêr. Wekî Xelîl Xaltî jî di hişyariya xwe de balê kişand, tê dizanîn ferîşteh ne xwedî zayend in. Ez bi xwe ketim xefika ku ez hertim rexne dikim: Dîrok û mîtolojiyê ne ji perspektîfa mêran (serdestan), lê ji perspektîfa jin û bindestan şîrovekirin, awayê xwendineke radîkal dixwaze. Û carinan beyî ku mirov ferq bike, bi hînbuyînên kevin tevdigere.
Girêdayî vê agahiyê li gorî zanebûn û lêhûrbûna Dr. Xaltî peyva “Tawisî” bi kurdî ye û di wateya “tav û sî” de ye. Ew berpirsiyarê “tav û sî” ye. Xwedê wekî min di nivîsê de jî anîbû ziman, dema Ezazîl bi “toka zêrîn” xelat dike, wî dike mezinê milyaketan û bi vî awayî wî bi rûmet dike. Ew ji berê de milyaketê tav û siyê ye û bi navê Melkê-Zan jî tê binavkirin û naskirin. Ji ber vê yekê jî li gorî Dr. Xaltî tu têkilî di navbera ‘çûka tawis’ û navlêkirina wî ya bi vî awayî nîn e. Her çiqas di gelek çavkaniyan de ev bi vî awayî bê şîrovekirin jî, li gorî wî vegotin/şîroveya bi vî awayî dû re hatiye avakirin.
Ev herdû mînakên girîng, ku gorî min şîroveyên olekî û rîtuelên wî ji bingehê de dikarin biguherînin, di heman demî de dikarin ji perspektîfên siyasî, felsefî û civakî jî bi şîroveyên cuda bên analîzkirin û bi encamên cuda bên destgirtin. Ev jî nêzikatiyeke bi berpirsiyar divê. Herweha, divê zanîn pir caran bi pirs û gumanan ve were xwendin û vexwarin.
Lewma jî helwesta êzdiyan (an jî taybetî helwesta xwecihiyan, bindestan û ya ne serdest û gelên ne-spî) ku ji bo lêkolîna derheqê xwe de destûrê nadin kesên derveyî xwe, helwesteke xweparastinê ye û piştî ewqas ferman û êrîşan û êşên hatine jiyîn, dikare bê fêmkirin. Di heman demî de ev helwest sekneke dekolonyal e; ji hêlekê ve xwe bi xwe pênase dike; ji aliyê din ve li hemberî pênasekirina-biyanî disekine. Şîroveyên cuda yên navxwehî ji vê perspektîfê wek pirsgirêk an jî êrîş nayên dîtin. Ev jî li hev rûniştinê gengaz dike. Ji me re jî lêhûrbûn, bi hurmet nêzîkbûn, bi berpirsiyarî xwendin û hewldana fêmkirinê dimîne.