Nûnerê Rûsyayê yê Neteweyên Yekkbûyî Dmitry Polyansky da ku xuyakirin ku heta niha tu hêviyên girêdana peymanekê bi Ukraynayê re tune ye. Dmitry Polyansky di axaftina xwe ya ji ajansa Tass a Rûsyayê re axifî û wiha got :” Tu hêvî û asyoyên lihevkirin û peymanekê di navbera Rûsya û Ukraynayê de niha xuya nake”
Polyansky di berdewamiya axaftina xwe de li ser helwesta Neteweyên Yekbûyî jî rawestiya û nêrînên xwe wiha anîn ziman :” Neteweyên Yekbûyî pêşinyar kiribû ku civînek ji bo nîqaşa aliyên insanî were lidarxistin û lihevkirinek çêbibe lê ew yek jî heta niha neçûye serî.”
Li gorî Dmitry Polyansky hem Neteweyên Yekbûyî û hem jî rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî baş dizanin ku têkçûna vekirina derbasekên mirovî ji bo sivîlan bi ser neket. Her wiha ew dizanin ku berpirsê wê yekê Ukraynayê ye lê ew sazî û rêxistin çavên xwe ji wan rastiyan digirin.
Ji aliyekî din ve peywirdarên karên alîkariyê yên Neteweyên Yekbûyî xwe amade dikin ku van rojan karwanekî alîkariyê bişînin herêma rojhilatê Donetsk û ji wir jî bişînin herêma Lugansk.
Artêşa Rûsyayê jî bê navber êrîşên xwe berdewam dike û li gorî agahiyên rayedarên Ukraynayê Rûsyayê xwe li Rojhilatê Ukraynayê ji bo operasyoneke berfireh amade dike û tê texmîn kirin ku bi taybetî li Donbasê şerên giran biqewimin.
Hêjayî gotinê ye ku beşekî mezin ji bajarê Mariopolê ketiye bin kontrola artêşa Rûsyayê û hejmareke şervanên ku li wir mane zêdeyî heftiyekê ye ku di bin dorpêça leşekrên Rûsyayê de ne. Heta niha hemû hewldanên lihevkirinê û hevdîtinên ji bo diyalogê biser neketine û wiha xuyaye ku dê di demeke nêz de jî nebe.