12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erîşên li ser girtîgehan girêdayî tecrîda li Îmraliyê ne

Li Tirkiyeyê pirsgirêka girtîgehan bi salan e ji rojevê dernakeve. Her sal bi dehan cenaze girtîgehan derdikevin. Her roj girtîgeh bi îşkence û binpêkirina mafên mirovan dikeve rojevê. Her roj bi polîlîtayên tecrîdê dikevin rojevê. Parazvanên mafên pirovan her meh raporan amade dikin û balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. Malbatên girtiyan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin, serbest bên berdan li Amed, Wan, Îzmir û Stenbolê çalakiyan li dar dixin. Malbatên girtiyan li Amedê di 16’ê mijdara 2021’ê de li Baroya Amedê dest bi çalakiya “Nobeda Edaletê” kirin. Malbatan piştî Amedê li Wan, Îzmirê û Stenbolê jî dest bi çalakiyê kirin. Malbatan li Enqereyê serdana partiyên siyasî û rêxistinên civakî kirin. Li gel ku partiyan soz dan malbatan jî heta niha sozên xwe pêk neanîn. Her roj partî, rêxistin û saziyên civakî serdana malbatan dikin û piştgiriya xwe tînin ziman. Heta niha ji bo girtiyên nexweş tu gav nehatiye avêtin. Ji ber daxwazên malbatan li ber çavan nayê girtin cenaze derdikevin. Herî dawî li Girtîgeha Akhîsarê ya Manîsayê Mehmet Sevînç jiyana xwe ji dest da. Dîsa li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê 60 gardiyanan bi ser qawîşê de girtin û îşkence li girtiyan kir. Piştî îşkenceyê Ferhan Yilmaz û girtiyekî din jiyana xwe ji dest dan. Pişt re 8 girtî sirgûnî girtîgehên din kirin. Li Girtîgeha Tîpa L a Panosê jî gardiyanan li 4 girtiyan xistin. Li gorî daxuyaniya Şaxa ÎHD’ê ya Îzmirê di 5 salan de 255 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Li gorî daneyên Wezareta Dadê yên 31’ê kanûna 2021’an bi giştî 297 hezar û 726 girtî hene. Li gorî daneyên ÎHD’ê di sala 2021’ê de herî kêm 59 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Têkîldarî vê mijarê Rêvebera Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED TUHAD-FED) Safiye Akdag nirxandin kir.

Safiye Akdag bal kişand ser çalakiyên “Nobeda Edaletê” û wiha got: “Di girtîgehan de Hezar 605 girtiyên nexweş hene. Ji wan herî kêm tenduristiya 604 girtiyan xerabe. Malbatên girtiyan ji bo ku balê bikşînin ser rewşa girtiyan li Baroya Amedê dest bi çalakiya “Nobeda Edaletê” kirin. Niha li ber deriyê Girtîgeha Amedê, Saziya Tipa Edlî û li ber deriyê Edliyeya Amedê çalakiyên xwe berdewam dike. Hinek dayik ji ber rewşa tenduristiyê nikarin tev li vê çalakiyê bibin. Lê çalakiyên malbatên girtiyên nexweş bênavber didomin. Pêşî malbatan bi tena serê xwe bûn. Lê piştre gelek saziyên sivîl, partiyên siyasî û kesayetan serdana malbatan kirin. Xwedîderketina li çalaiyê zêde dibe. Polîsan di destpêkê de nehiştin sazî tev li çalakiyê bibin. Lê piştî bertek û çalakiya malbatan, êdî rêveberên saziyan jî dikarin tev li daxuyaniyê bibin.”

Partiyên sisayî soz didin lê pêk nînin

Safiye Akdag  helwesta partiyên siyasî yên ku soz dan û sozên xwe pêk neanîn jî rexne kir û wiha got: “Malbat li Enqereyê û Amedê serdana gelek partiyên siyasî kirin. Daxwazên xwe bi partiyan re parve kirin. Partiyên siyasî soz dan malbatan. Lê heta niha partiyên soz dan sozên xwe pêk neanîn.”

Girtiyan dest bi grevê kirine

Akdag destnîşan kir ku mijar ne tenê girtiyên nexweşin û wiha berdewam kir: “Di girtîgehan de  tundî û êrîş zêde dibin. Di demek nêz de li girtîgehên Amed û Panosê gardiyanan erişê girtiyan kirin. Niha di nava wan de girtiyên birîndar hene. Li girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Amedê girtiyên nexweş û temenê wan mezin ne di navde girtiyên din ji bo rayedaran şiyar bikin 3 rojan ketin greva birçîbûnê. Li Girtîgeha Silivriyê ji ber îşkenceyê 2 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.  4 girtî jî birîndar bûn.

‘Dixwazin girtiyan qetil bikin’

Akdag, li ser tecrîda li zindanan pêş dikeve jî rawestiya û wiha got: “Tecrîta Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bûye. Ne tenê girtîgehan li ser hemû civakê belav bûye. Êrîşa li ser girtîgehan û tecrîda li ser Îmraliyê girêdayî heve. Heta ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe, pirsgirêk çareser nabe. Bi hincetên vala erîşî girtiyan dikin an jî cezayê disîplînê didin wan. Nêzîkatiyeke dijminane ye. Dixwaze ku wan di girtîgehê de qetil bike.”

‘Îşkenceyê li girtiyan û malbatan dikin’

Safiye Akdag anî ziman ku tenê girtî, malbatên girtiyan jî zor û zahmetiyan dijîn û wiha lê zêde kir: “Her roj bi dehan girtiyan sirgun dikin. Girtiyan dibin girîgehên dûrî malbatan. Girtiyan bêyî agahiya malbatan sirgûn dikin. Piştî malbat diçin hevdîtinê fêr dibin. Aboriya malbatan tune. Nikarin biçin hevdîtinê. Hin malbat hene 3 girtiyên wan hene. Her girtiyek li girtîgehek cuda ye. Hin malbat hene 4 sal in girtiyê xwe nedîtine.”

‘Divê civak û malbat bêtir dengê xwe bilind bikin’

Akdag herî dawî anî ziman ku malbat dixwazin zarokên xwe biparêzin û wiha got: “Êdî malbat axaftinên xwe yên bi girtioyan re qeyd dikin. Ji ber ku ev bûyer di encama bêdengiyê de derketin holê. Bêdengiya malbatan û civakê rê li pêş zextan vedike. Hewce ye ku civak, partiyên siyasî û raya giştî bi baldarî nêzî vê mijarê bibin. Ji bo ev îşkence û bêhiqûqî bi dawî bibe, divê xwedîderketina li girityan zêdetir bibe.”