Jin û ciwanan bi hatina 8’ê Adarê, Newroz, 4’ê Nîsanê û biharê re, xwestin bi zimanê şoreşê peyamên xwe li qadên pîrozbahiyê bidin. Mecala qadên nû yên meşa ber bi serkeftinê ve fireh kirin. Di peyamên hatin dayîn de bandora zemtkirina zimanê şoreşê, mohra xwe li pêvajoyê da. Jinan hêza xwe ya civaka azad, ciwanan jî azweriya zimanê çalakiya şoreşê ya sekna polîtîk daxistin qadên pîrozbahiyên Newrozê.
Bi tevlîbûna ciwanan a 8’ê Adarê û Newrozê re potansiyela veşartî ya ruhê ciwantiyê derket pêş. Di meş, çalakî û gotinên ciwanan ên meha sibat û adarê de bêhna ruhê şoreşê jê diforiya. Ev ruh bi Newrozê re bû sînerjiya 4’ê Nîsanê. Bi pîrozbahiyên Newrozê re, ciwanan gelek qadên têkoşînê yên nû bi dest xistin û hêza xwe ya polîtîk mezintir kirin. Bi tevlîbûna ciwanan a Newrozê re, hêza ciwantiyê ya polîtîk rengê xwe aşkera kir.
Ciwanan bi zimanê şoreşê bersiv dane desthilatdariyê. Qadên pîrozbahiyê yên Newrozê, bi kelecan û coşa ciwantiyê xemilîn. Xisletek nû ya ciwantiyê di şahiyên 8’ê Adarê, Newroz û 4’ê Nîsanê de ya bê tirs û xof kifş bû. Ev xisleta nû ya ciwantiyê, bi zimanê şoreşê xeber da; ji gotinê wêdetir, ji çalakiyê fêz digirt.
Ciwanan bi sekna xwe ya di Newroza 2022’yan de aşkera nîşandan ku ew li hemberî polîtîkayên şerê teybet û rejîma tirk bi hêrs in! Ciwanan bi tevlîbûna xwe ya girseyî ya Newrozê re, hemû hesabên li ser vîna wan tên gerandin vala derxistin. Bi Newrozê re asta rêxistinkirî ya tevgera ciwanan xuya bû ku ciwan rêxistiniya herêmîn e. Rêjeya rêxistinkirina ciwanan sînorên bakurê Kurdistanê derbas kir, xwe ber peravê derya Ege û bajarên mîna Kocaeliyê/Gebze ve berbelav kir. Kesek ne li bendê bû ku di vê astê de, li bajarên Tirkiyeyê Newroz wiha bi girseyî bê pêşwazîkirin. Ên ku pêşkêşiya girseyên gel kirin jî, ruhê ciwanên politîk ên şoreşger bûn. Êdî kesek nikare angaşt bike ku ciwan, ne hêzek polîtîk e. Em ji dîroka têkoşîna azadiyê dizanin ku polîtîka li ser encamên çalakiyê bi pêş ve diçe. Ji lewra ciwantî ruhê çalakî yê polîtîk e.
Kesên ji bo aştiyê…
Di vê cihana ku desthiladar bi pêsîra hev ketine û şerê hev dikin de, her cure çalakiyan ji bo xwe qanûn dihesibînin. Lewma yên ku ji bo aştiyê têdikoşin, dîlgirtî û ji civakê hatine tecrîd kirin. Aqlê desthilatdaran tenê ji bo derxistina şer dixebite. Lê keda xebatkarên aştiyê hîn bi rûmetir e. Heçî zalimên vê demê ne, her dixwazin dor li wan fireh be.
Pêşengtiya ciwanan
Ciwanan li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi beşdarbûna girseyî ya Newrozê re pêşengiya xwe ya dema bê aşkera destnîşan kirin. Ciwanan bi vê helwesta xwe diyarkirin ku ew ne mehkûmê siyaseta xitimî ya helak bûye ne. Ji tevlîbûna ciwanan a Newrozê jî diyarbû ku ciwan ji pergalê bê tirs û bi hêrs in. Îca em nikarin zarokên “XEYAL” mezin ên pêl bi pêl herikîn pîrozbahiya rojbûna “Rojê” ji nedîti ve bên. Zarokên Xeyal mezin, mîna kulîlkên bihara çiyayê Zagrosê bi bejn û bala xwe ya bi cil û xemla çanda gelêrî herikîn rojbûna “Rojê” ya şahiyên 4’ê Nîsanê. Şahiyên zarokan, di cihana hestên mezinan de ruhêk cuda ava kir.
Azadiya fizîkî ya Ocalan
Bi naskirina fikr û nerînên Ocalan re, di pêşwazikirina 8’ê Adarê, Newroz û 4’ê Nîsanê de pêla Ciwanên Enternasyonalîst, li seranserîê welatên Ewropayê tevî meş û çalakiyên cihêreng xwedî li têkoşîna kurdan a ji bo azadiyê derketin her roj geştir dibe. Pêla ciwanên enternasyonalîst ango yên ji neteweyên cihê yên dinyayê, ji nû de xwe li ser esasê fikr û nerîna Ocalan bi rêxistin dikin. Van ciwanan bi Newroza îsal re bingeha gavek polîtîk a çalakiyan danî. Nakokiyên bi pergala kapîtalîst re, yên kûr dijîn. Ji dijî pergalê di nav lêgerînên nû de ne. Ji bo vê jî riya çareseriyê di hizrandina fikrê Ocalan de dibînin. Ji bo vê di meş û çalakiyên bi pêşengiya ciwanên enternasyonalîst pêşketin de, daxwaza wan a sereke azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bû.
Newroz û 4’ê Nîsanê
Pîrozbahiyên Newroz û 4’ê Nisanê bi hev re gur bûn. Di şahiyan de rengê ciwantiyê li pêş bû. Vaye êdî nifşekî nû mezin dibe. Nifşê zarokên “Rojê” yên xeyal mezin radibe. Êdî ala rengîn bi destê wan li ba dibe, pêşengiya vê pêvajoyê ew dikin. Ya rast ew e ku di serî de siyaseta demokratîk vê hêza polîtîk a ciwanan bibîne, kêm û kurtiyên heyî bi rêxistin bike. Divê ev enerjiya nifşê nû neyê berhewakirin, pêwîste ev enerjî ji bo gihandina sekna azad bêşixulandin.
Govenda serkeftinê
Ciwanan bi pêşengiya Newroza 2022’yan û 4’ê Nîsanê re biryara ku ew hêza polîtîk a pêşeng a tevgera azadiyê nedan. Ciwanan li qadên Newrozê agirê Şoreşê; li şahiyên rojbûna “Rojê” govenda serkeftinê dadan.