Bi sedan kes li ser sifreya fitarê ya rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê li hev kom bûn. Li ser sifreya fitarê ya li ber avahiya HDP’ê ya Cizîrê parlementer û rêvebirên HDP’î jî di nav de gelek kes bi hev re fitirîn.
Piştî êrîşa li dijî avahiya HDP’ê gel 3 roj in li ber avahiyê nobedê digirin û êvaran li ber avahiya HDP’ê difitirin. Nobeda li ber avahiya HDP’ê didome.