12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ma tu bû hecî?

Heybetek Amedê, Ameda kevin ya nav bedenê heye. Wek miqnatisê mirov ber bi xwe ve dikşîne. Lê nizanim çima?

Çaxa bi hogirekî xwe ve me li ava kaniya ji Qerejdaxê tê û bi ser zinarê li Fîskayê ve diherike temaşe dikir, wî ev serpêhatiya Amedê ji min re got: ” Dema Yusuf Azizoglu wezîr bû, li Kurdistanê gelek navendên tenduristiyê ava bibûn. Li gor gotinê Yusuf Azizoglu bi muhendisan ve dixwestin di nabêna serê Çiyê û nexweşxaneya Fakultê ya îro de, di ser çemê Tîgrîs û Baxçeyên Hewselê re pirekê çêbikin. Gava di ´serdana´ xwe ya Amedê de Kenan Evren vê yekê dibihîze, gotinên wî ne eceb lê balkêş in; ´Ger pirek wisa avakiribûna jî, min ê birxuyên wê ji hevdû vekirina û pir hilweşanda.` Ev goinên li jor ji aqilan ne dûr in. Lewra gelek hunerên din yên Kenan Evren û yavêrê wî yê bi kuçik, Esat Oktay Yildiray em ji nêz ve nas dikin.

Van rojan hin gotinên helbestvan Ahmed Arif hatin bîra min: “…Dev heye, ziman nîne, Keleha Amedê…” Di nav vê “bêdengî” ya Amedê de qîj- qîja zimanekî din e. Zimanekî biyanî, yekî ku bi çi awayî (havî) bi zimanê Keleha Amedê ve nagunce û bûye bela serê xelkê.

Vî zimanê bêgane tabelayên mesajên xwe bi sûra Amedê ve daliqandine. Çaxa mirov li bakur, ji Fîskayaya li Deriyê Çiyê, berya zîndanê, Tewla hespan û Îşkencexaneya kevin di deriyê hesînî re bikeve nava Sûrê, Keleha Amedê koloniyalîzm û desthilatdarî wiha pesnê xwe didin:
“Fethimiz 1382 yilinda, Kutlu Olsun ”
Kurdiya wê; fetih(dagirkerî) ya me ket sala 1382 an. Li we pîroz be.
Bala xwe bide navê fethê li talan, qirkirin û xenîmetê kirine. Vê têgehê gotinên stilîlyan anî bîra min. Çaxa dengê xwe li hember neheqiyê bilin dikirin digotin; ” yah ji xwe re lê binerin lû (lo), xwe dike me û me jî dike xwe.”
Her wiha dagirkerên tirkan xwe dikin ereb û ereban jî dikin xwe. Lewra mebesta waliyê ji behra reş qetlîama Xalid bin Welid ya Amedê ye ku wê demê hîn tirk derbasî Anatolê nebibûn.

Berê amediyan bi peyvên apo, xalo, xaltî, metê û bi piranî abê û abla gazî hev dikirin, rêz û nêzîkayetî nîşanî hev didan. Lê îro gotinên hecî, heciyê û xoce şûna wan girtine. Wa xuyaye, hinekan ev kar ji xwe re kirine pîşe û wê dema dawî şîarek din di nav xelkê de belav bikin: ” Kesê 5 caran camiya Silêman Pêxember ziyaret bike û kevrê wê ramîse dibe hecî.” Ji bo mizgefta Mezin jî ev qewil 8 car in.
Gelo kê ev “fitû”ya hanê derxistiye? Em nizanin. Ya em dizanin, berê kesê bixwesta biba hecî, diçû tewafa Qudisê û anha jî ya Mekeyê.
Lê alim an jî melayên di nava pirsgirêkên civakî de çalak in, doza wekheviyê dikin û guhdarî li wijdanê xwe dikin tiştekî din jî dibêjin. Ger nas û cîranên te yê birçî hebin heca te qebûl nabe.
Îca çaxa serê sibehan tu diherî nan dikirî, li ber deriyê firinên Amedê tu li komên jin û zarokên parsa nan dikin rast tê. Belkî jin û zarokên taxa feqîran yan hundirê keleha Amedê ne, taxa ku dewletê xerakiriye û cihên wan kirine Parka Silêman Pêxember û depoya taxê ya ji ava kaniyên Kaşyarî (Qerejdaxê) dihate dagirtin îro WC yên camiya Silêman Pêxember ê kurê serleşkerê ereban Xalit bin Welid paqij dikin.

Sosret ne ev tenê ne. Anha jî nûçeyek li Amedê belav dibe. Li gor gotinê dê li Girê Çil Siwaran (Kirklar Daği) daristanekê bi navê Devlet Bahçelî saz bikin. Bêyî ji amdiyan bipirsin. Xêr e, çi ye cardin? Ger bê bîra me di salên 70’yî de Başbugê Devlet Bahçelî xwest Amedê “fetih” bike. Kurdan dersek baş dan Alparslan Turkeş.
Çîrok dûvdirêj e; “ên dizanin ji xwe dizanin, ên nizanin jî baqê nîskanin.”