Li gorî rayedarên Ukraynayê di encama êrîşeke bi fûzeyan de 39 kes hatine kuştin û bi dehan sivîl birîndar bûne. Li rojhilatê Ukraynayê li rawestgeha trênê ya Kramaturskê sivîlên ku lê kom bibûn û dixwestin ji bajêr derkevin, rastî êrîşê hatine.
Li gorî çavkaniyên Ukraynayê komkujî di encama êrîşeke bi fûzeya Iskender a artêşa Rûsyayê pêk hatiye lê Rûsyayê vê yekê inkar dike.
Wezareta Karên Derve ya Ingilistanê jî da xuyakirin ku Rûsyayê leşkerên xwe ji gelek deveran vekişandiye lê topebarana li ser bajarên rojhilat û bakur berdewam dike.
Ji aliyê xwe ve artêşa Rûsyayê komkujiya li rawestgeha trênê inkar kir û di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de wiha tê gotin:”Me li Odîsayê bi fûzeyan navendeke çeteyan kir hedef, her wiha di 24 seatên dawî de artêşa me 2 helîkopter 5 balafirên bêmirov û 81 cihên leşkerî yên Ukraynayê ji holê rakiriye.”
Hêjayî gotinê ye ku Rûsyayê êrîşên xwe yên li dijî Ukraynayê di 24’ê sibata 2022’an de dabûn destpêkirin û li gorî daxuyaniya rayedarên Rûsyayê ev ne şer e lê operasyoneke taybet e ji bo ‘bêçekirina Ukraynayê û pêşîgirtina li ramanên nazî’.