Bertekên li hemberî çêkirina dîwarê di navbera Şengal-Rojava de berdewam dikin. Li Helebê li pêşiya Mala Êzidiyan a taxa Şêxmeqsûd Koordînasyona Yekitiya Jinên Êzidî ya Helebê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku jin kombûyî de endama koordînasyonê Newroz Ado daxuyanî xwend.
Newroz Ado di daxuyaniyê de bal kişand ser yekitiyê û destnîşan kir ku dewletên hegemon li Rojhilata Navîn dewleta Tirk teşwîq kirin ku siyasetên xwe yên dijminane li dijî gelên herêmê pêk bîne û ev tişt anî ziman: “Êrişa li ser Şengalê ya sala di 2014`an de, destpêka plana dewleta tirk bû ku derfet dayê baregehên xwe li Şengalê ava bike û rûberên berfireh ên sînor kontrol bike. Her wiha Tirkiyeyê bi hikumeta Iraqê re li hev kir ku Şengalê kontrol bike.”
Ado diyar kir ku armanca lêkirina dîwarê li dora Şengalê, şikandina vîna êzidiyan û têkbirina destkeftiyên wan e. Her wiha dewleta tirk dixwaze bi rêya Şengalê herêmên Zap, Metîna û Avaşînê kontrol bike.
Endama Koordînasyona Yekitiyê Jinên Êzidî Newroz Ado di daxuyaniyê de îşaret pê kir ku êzidî dê li ber xwe bidin û pîroziyên xwe biparêzin û bang ji bo hemû rêxistinan hiqûqî û navneteweyî kir ku pêşî li lêkirina dîwar bigrin.