Li gorî raporeke navenda lêkolînan a News Lines a Amerîkayê bazirganiya madeyên hişbir li Rojhilata Navîn gelekî zêde bûye û di sala 2021’ê de nirxên vê bazirganiyê 5 milyar dolar derbas kiriye. Di raporeke nû ya vê navenda lêkolînan de dîsa tiliyên tewanbariyê Hizbulaha Libnanê nîşan dida ku bi alîkariya hin kesên ji malbata Esed û kesayetên payebilind ên rejîma Şamê ev bazirganî tê kirin.
Li gorî raporê ji sala 2011’an de Sûriye bûbû devera ku herî zêde ew hebên hişbir lê tên çêkirin û hinartin. Çêkirin û bazirganiya hebên hişbir ên Captagon li Sûriyeyê ewqasî zêde bû ku kete pêşiya hinartinên Sûriyeyê ên din û Sûriye ji ber wê yekê wekî ‘welatê hişbirê’ hate binavkirin.
Bi alîkariya Hizbulaha Libnanê, Libnanê jî bûye wekî navend û derbaseka sereke ya belavkirin û hinartina van hebên hişbir.
Gelek komên çekdar ên girêdayî rejîma Esed di vê mijarê de dibin alîkar û di serî de jî çekdarên Hizbulaha Libnanê.