Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê Ferhad Resûl, da zanîn dewleta tirk dixwaza Başûrê Kurdistanê dagir bike û bi navê statûya Herêma Kurdistanê tiştek nemîne.
Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê Ferhad Resûl der barê hewldana ku PDK dixwaze bi Tirkiyeyê re li herêmê şer pêş bixe ji ROJNEWS’ê re axivî. Ferhad Resûl diyarkir pêşhat eşkereye ku dewleta tirk dixwaze Kurdistanê dagir bike û statûya Herêma Kurdistanê nemîne û wiha got: “Ji ber vê yekê metirsî li ser Kurdistanê heye. Giringe ku hemû gelê kurd li gel hemû aliyên siyasî û hikûmetê bi hevre li dijî her cûre êriş û dagirkeriyeke dewleta tirk rabin. Heta niha tenê hêzên gerîla li dijî dagirkeriya tirk rabûne. Gerîlayan kariye li dijî artêşa tirk a dagirker rabin.”
Endamê KNK’ê Ferhad Resûl herî dawî wiha got: “Dewleta tirk dixwaze êriş bike ser deverên dibin kontrola gerîla de. Wê vê yekê jî li gel wan hêzên siyasî ku berjewendiya wan li gel hevde hene, yan jî wê bi rêya hêzên pêşmerge êrişê ser deverên gerîla bike. Ger dewleta tirk divê plana xwe de biserkeve, wê tiştek bi navê Kurdistan nemîne. Ji berku ziyan bi Herêma Kurdistan û gelê kurd digihîne. Her wiha wê di qezenca dijmin de be.”