13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdan li Moskova û navendên din rojbûna Ocalan pîroz kir

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di bin şertên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin, dikeve 73 saliya xwe. Bi rojan ji bo rojbûna Ocalan dar tên danîn û pîrozbahî tên lidarxistin.  Kurd li welatê lê dijîn pîrozbahiyan li dar dixin. Îro jî li gelek navendan û li gundê Amara yê navçeya Xalfetî ya Rihayê ku Ocalan lê ji dayik bûye pîrozbahî bê kirin.

Li Moskovayê pîrozbahî

Kurdên li Moskovayê dijîn Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi şahiyekê pîroz kirin. Kurdên Moskovayê ku li salonekê hatin cem hev, bi minasebeta 4’ê Nîsanê Roja Rojbûna Ocalan şahiyek li dar xistin. Di şahiyê de stran gotin û govend gerandin.

Girtiyan ji bo Rojbûna Ocalan bang kir

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PJAK’ê girtî ne girtî Denîz Kaya, ji bo 73’yemîn roja rojbûna Ocalan daxuyanî da û bang li gelê kurd û dostên wan kir ku roja rojbûna Ocalan li Amarayê pîroz bikin.

Kaya anî ziman ku  weke girtiyên PKK û PAJK’ê 4’ê Nîsanê ku destpêka ji nû ve jidayikbûnê ye, di çarçoveya vê wateyê de bi berxwedan û rizgariya ku layiqî ruhê têkoşînê yê 50. salî, di serî de li Rêberê xwe, gelê xwe, gelan, jin û ciwanan pîroz dikin û wiha got: “Heta pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê neyê tunekirin, azadiya fîzîkî ya Rêbertî wê bibe armanca me ya jiyanê. Em bang li hemû gel û dostên me dikin ku 4’ê Nîsanê ku em weke rojbûna Rêbertî qebûl dikin, li Amarayê bi ruhê têkoşînê yê 50’emîn pîroz bikin. Serkeftin a gelên berxwedêr, ya hevrêyan e.”

TJA’yê rojbûna Ocalan pîroz kir

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi munasebeta 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi sernavê “Ro ya ku li Amarayê hil tê hêj jî cîhan û jinan ronî dike” daxuyaniyeke nivîskî weşand. TJA’yê da zanîn ku Ocalan ev 23 sal in di tecrîdeke giran de ye û wiha domand: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê di bin şertên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Em rojbûna 73’yemîn a Ocalan li hemû gelan û jinan pîroz dikin. Em, 4’ê Nîsanê ku bo me tê wateya ‘vejînê’ bi coşa Newrozê pîroz dikin.”