12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd bi ruhê lehengiyê ber bi Rojê ve dimeşin

Lehengên çiyayên pîroz, di dilê her kurdekî/ê de meşaleya Newrozê dada

Ji zilikên çixatê yên di girtîgeha Amedê de heta fîşeka tivinga li hember dijminê xwînxwar û diran bixwîn; ji Mazlûm Dogan ê ku di oxira azadiya gelê bindest de xwe kir Newroz bigire heta fîşeka Mahsum Korkmaz (Egîd) ê li dijî zulma Osmaniyan, ji bo gel ji komkujî û qirkinan zirgar bike; gelek lehengên kurd tev li rûpelên dîrokê yên zêrîn bûn. Bi can û bedena xwe rûpelên doza kurd neqişandin.

Gelê kurd ew gele ku li ser axa xwe bêax maye. Li ser axa xwe ji mafê ziman, çand û siyasî bêpar hatiye hiştin. Bêwelat û bêsirûd e. Hemû dewletan zulm li gelê kurd kiriye. Hêzên desthilatdar erdnîgariya kurdan dagir kiriye û xêr û berên kurdan xistine depoyên xwe.  Xistine embarên xwe yên cinewariyê. Gelê kurd jî wekî ku Rêber Ocalan gotiye “Wekî tasek avê ye. Dema ew tas şikiya û ava wê herikî, êdî ew av ne ya wê tasê ye, ji bo cihên din diherike” ye. Beriya derketina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, beriya damezrandina PKK’ê, Mazlûm Dogan ku agir di girtîgeha Amedê de berde canê xwe, beriya Egîd fîşekê li hember faşîzma tirk biteqîne û tirsê rake, gelê kurd jî ketibû wî halî. Mazlûm Dogan ango Kawayê Hemdem di girtîgeha Amedê de peyama ‘Gelê kurd jîndar e’ da dijminê xwe. Bi agirberdana canê xwe ruh da Newroza kurdan. Bi biryardariya Mazlûm Dogan êdî dijmin zanibû ku ev gel gelekî berxwedêr û têkoşînker e. Tu carî ji rêya xwe venagere. Gelê kurd jî tirs hêz û vîn ji wê sembola azadiyê girt. Bi sekna xwe diyar kir ku êdî agirê Newrozê û meşaleya wê dê hertim geş bibe. Ku ew meşale vemire jî tenê bi qirkirina kurdan dikare vemire.

Dema navê leheng û qehreman tê guhê mirov, ewil navê Egîd tê bîra mirov. Egîd bi nasnav Mahsum Korkmaz di 15’ê Tebaxa 1984’an de biryar da ku li hember zulm, zor û zordariyê, li hember êş û azarê, li hember komkujî û qirkirinê, li hember dijmin dest bi têkoşîna çekdarî bike. Ancax bi wê yekê tirsa ku dijmin xistibû dilê kurdan hat rakirin. Kurdan karîbû rêya xwe ya rizgariyê vekin.

Ji fermandarên gerîla yên navdar ên PKK’ê Mahsum Korkmaz an go bi navê xwe yê tê naskirin Egîd, li navçeya Amed Ferqînê ji dayik dibe. Di temenê xwe yê biçûk de koçî Batmanê dike. Li Batmanê di salên lîseyê de bi rêya Mazlûm Dogan, di sala 1976’an de tevgera Apoyî nas dike. Li herêma Lubnanê di nava kadroyên navendî yên PKK’ê de cîh digire. Mehsum Kormaz, mohra xwe li tevgera 15’ê Tebaxa 1984’an ya PKKê da. Ew di heman demê de fermandarê Hêza Rizgariya Kurdistan (HRK) bû û fermandarê manewî yê Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan (ARGK) û Hêzên Parastina Gel (HPG) ye. Ew herî zêde jî bi wêneyê xwe yê bi heybet yê li pişt çiyayê Gabarê bûye efsane li ser zimanan û di nava dilê gelê kurd de cih digire.

Di sala 1986’an de akademiya PKK’yê bi navê “Akademiya Mahsum Korkmaz” li Lubnanê hat vekirin.

Di dîroka gelê kurd de tu carî mîna wê qonaxê an go “Hefteya Lehengiyê” dilê dijmin nehatiye hejandin û tirsa li pêş gelê kurd nehatiye rakirin. Di wan rojên destpêka biharê de, an go ji 21’ê Adarê de heta bi 28’ê Adarê lehengan plan û stratejiyên dijmin ku îdia dikirin gelê kurd êdî nikare li ser pêyan bimîne, ser û binî hev kirin. Gelê kurd ji xewê şiyar bû û êdî ji wê nexweşiya ku tu çare jê re tune ne, derman hate dîtin ku li ber xwe bide û berxwedan jiyan e.

Hefteya Lehengiyê qehremantiya şoreşgerê rastîn derxist holê û hem peyamek da gelê kurd, hem jî da dijmin. Ev peyama ji bo gelê kurd ew e ku ger kurd bixwezin hebûna xwe berdewam bike, divê teorî û pratîk yek be. Divê tirsa ku dijmin xistiye dilê wî bişikîne. Divê rêya yan azadî yan azadî hilbijêre. Hefteya Lehengiyê peyama “Hûn êdî çiqas zulm û zordariya xwe tûj bikin, hûn çiqas qirkirin û komkujiyên xwe zêde bikin jî êdî hûn nikarin “ dide dijmin û xayînan. Hefteya Lehengiyê destnîşan dike ku leheng li pêş berxwedan û têkoşîn mertal in. Êdî gelê ku hûn dixwazin qir bikin û tune bikin, ne ew gelê berê ye, ne ew gelê ku serî ji we re bitewîne. Gelekî ku fermandar, têkoşer û hêzên xwe heye.

Êdî ev roj bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re li Rojavayê Kurdistanê fîşeka Egîd serfiraz bû. Di Newroza îsal de peyama Hefteya Lehengiyê bi cih hat. Gel bi wê coşa ku rizgar û azad bûye, sersala xwe, bihara xwe, serfiraziya xwe û Newroza xwe li qadan, bi cil û bergên kurd, bi slogan, bi wêne pîroz kir. Gel bi vê coşê û bi vî ruhî berê xwe dide roja xwe. Berê xwe dide warê rojbûna xwe Amarayê. Kurd berê xwe didin qiblegeha xwe ya ku lê ji dayik bûne û ji nûve vejîn bûne.