Di roja 38’an a êrîşên Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê de çend dîmenên ji wî bajarê ku kavil bûye hate servîskirin. Bajarê Marîpol ê ku di çend hefteyên dawî de cihê xwe di rojeva hemû cîhanê de girtibû, bûye bajarekî kavilkirî.
Di roja 38’an a dorpêçkirina vî bajarî de dîsa hewldanên valakirina bajêr ji sivîlan bi ser neket û tenê dikaribûn 3 hezar mirovan ji wî bajarê kavilkirî derxînin.
Hewldanên Heyva Sor ên ji bo alîkariya sivîlan û derxistina wan a ji bajarê ne li gorî dihate xwestin birêve çû, karê xwe nîvco hiştin û nikaribûn derbasî nava bajarê Marîpolê bibin.
Hêjayî gotinê ye ku gelek bangên navdewletî ên rêxistinên navneteweyî ji bo vî bajarî tên kirin û dibêjin rewşa vî bajarî gelekî xirabe û divê sivîlên li wir asê mane di demeke kin de bên derxistin.
Li gorî daxuyaniya şaredarê Marîpolê hîna jî derdora 170 hezar sivîl li bajar asê mane û riyên derketina wan gelekî zor, taluke û zehmet in.