Agir sembola Newrozê ye. Agir sembola baweriya Zerdeştiye ye! Wateya agirê Newrozê sembola azadî, berxwedan û vejînê ye. Wateya agirê zerdeştî jî sembola baweriya pakî, ruhî, paqijî, rastî û heqîqetê ye. Agire Newrozê bi xwe re xweşiktî, rûgeşî, heybetî, pakî û gurûgeşbûnê di hest û ruhê mirov de dide hîskirin. Di heman demê de li ser vê axê bi keşifkirina agir re hem mejiyê mirov û hem jî jiyana mirov pêşxistiye. Derbasî qonaxeke nû kiriye. Ev jî hîn bêtir bi kurdan re, bi darê çiyayê Kurdistanê re diherike rehê jiyana agirê pêketî ku zindîbûnê diçurisîne. Lewma kurd ji agir hez dikin. Ji ber ku azadî û hebûna xwe di agir de dibînin.
Li ser vê bingehê bi taybetî gelê me yê Rojhilat jiyana xwe bi berxwedan û tekoşîna Newrozê û bi baweriya zerdeştiyê hûnandiye û heta îro karibûye hebûna xwe li ser piyan bihêle. Gelê kurd di pêvajoya Medan de bi baweriya zerdeşt komîhevbûne û yekîtîyek di nava wan de çêbûye. Ev jî dide xuyakirin ku rolê agirê Zerdeşt bi agirê Newrozê re netewbûnek avakiriye. Agirê Newrozê û agirê Zerdeştî bi salan bi jiyan û jiyankirinê re bûye çand, huner, çîrok û destan. Cehwera netewbûnê li ser vê heqîqetê pêkan bûye. Ev jî bi demê re bûye çand, huner, çîrok û destan. Wekî dîroka Kurdistanê jî radixe ber çavan. Ligel hemû kelem û astenga jî çawa heta niha bi înad û bi girêdanek mezin hatine parastin, divê em nifşê nû jî bi vê zanebûnê xwedî li xwe derkevin û li hemberî kelem û astengiyê desthilatdaran hêza parastinê bidin nîşandan. Eger em di vê heyamê de mîrasa ku ji dîrokê hati ye hiştin bi ruhê Newrozê birêxistin nekin, xwedî lêdernekevin û neparêzin, em ê bişemitin xefika dijmin.
Niha pergala modernita kapitalizmê dixwaze bi rêya înternet, malper û tiştên din ciwana ji çanda dayik, malbat, dîrok û civakê dûr bixîne. Ji bo ji xwebûna xwe derxîne, her cureyên rêbazan bikartîne. Lewma bi salan e li ser netewbûna kurd sîyasteke nijadperest, qirker, mêtîngeh û bi komkujiya sor û sipî li ser civaka kurd ferz kiriye û hîn jî bi tepisandinê pêk tîne. Vê yekê jî bi rêya sîyaseta xizantî û bêzarbûnê pêş dixe.
Mixabin bi vê sîyaseta xizankirinê ya ku civakê tine asta bêzarbûnê ve girêdayî gelek ciwan ji ber bêkarbûnê û pirsgirêkê aborî neçar dimînin biçin bajarê bişaftinê û dûrî malbata xwe bikevin. Ev jî herî zêde rejîma Îranê bi dek û dolabê zirav, bi xeyalê sexte dişemitîne dilbijîneke çanda modernîta Kapîtalîst a dejenere. Ev jî me ji rastiya çanda ruhê netewbûnê bîyanî dike û dixe bin xizmeta xwe. Divê li beramberî wê bizanibin ku çûna me ya bajarê bişaftinê xefikên dejenerebûnê ne. Mixabin gelek ciwan dikevin çirava vê xefikê. Ji ber vê yekê di wan de çanda malbatê û dayikên xwe wekî zîhnîyeta desthilatdariyê biçûk, anjî paşketî dibînin. Lewma em çiqas dayika ku em jê welidîne hîs bikin, em ê ewqasî jî ehlaq û pîvanê çanda xwe ya civakî jî hîs bikin. Em ê ewqasî bi rastiya her roj bi ruhê Newrozê re bijîn û bi çanda xwe re bibin yek. Ya rastî pîrozkirina Newrozê peyama vegera welatê dayikê ku her kêlî pê re bijîn e.
Di pîrozbûna vê newrozê de peyama ruhê netewî teyisand ku cewwera Kurdewarî hîn zindî û cehwerê xwe diparêz e. Çanda Medyayî xerca li rojhilatê Kurdistanê ehlaqê pîvana civakî dinav gelê Kurd e hûnandi ye. Welê hûndiye ku rehê xwe dawerivandiye hemû qadê jiyanê.
Ev bingeh û çavkanî ligel hemû sîyaseta qirkirina Rejîma Îranê ku pîrozkirina Newrozê qedexe kiribûn jî gel qedexe nas nekirin, bêtirs û bêfikar bi girseyî herikîn qadan û Newroza xwe pîroz kirin. Gelê me yê Rojhilat bi pîrozbahiyê nîşandan ku çiqasî bi çanda xwe ya Medan ve girêdayî ye. Gel bi salan e di hundirê xwe de bi vê çandê hest û ruhê xwe parastiye. Di pîrozbahiya Newroza sala 2022’yan de her tax, gund û bajar tevî jin, zarok û zilam bi hev re daketin qadan li ber strana govenda neteweyî bi kêfxweşiyekê gerandin. Di vê govenda Newrozê de cil û bergê neteweyî bal dikişand ser xwe. Vêna da xuyakirin ku rejîma Îranê nikar e gelekî bi qedexeya, bi hilandina û bi qirkirina encam bigr e.
Girseya gel, coşa gel û govenda gel peyamek ji bo rejîma Îranê bû. Peyamek lêgerîna azadiya xweseriya kurd bû. Herçiqasî polîsên rejîma Îranê êrîşî girseya gel kirin jî, nekarîbûn vê coş û kelecanê rawestînin. Dewlet li hemberî vê girseya gel matmayî mabû. Matmayî mabû ku li her derê çawa kombûne, çawa xwe birêxistinkirine? Bi taybetî jî tevlêbûna jinan bal kişand ser xwe. Bi kiras û fîstanên xwe yê neteweyî xwe kirin xemla Newrozê û bi vê xemlê mohra xwe li rengê pîrozbahiya Newrozê xistine. Divê em jî li ser vê peyama pîrozkirina newrozê bi bandorekî mayîn de, di her kêliyê jiyanê de domdar û nûjen bikin.