Rûsyayê şertê xwe yê bingehîn ji bo hevdîtina bi Zelenskı re aşkera kir. Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavruv da xuyakirin ku Putin hevdîtina bi Zelenski re red nake lê ji bo pêkanîna hevdîtinê şerteke bingehîn destnîşan kiriye. Lavruv der barê vê mijarê de wiha got: “Putîn hevdîtina bi Zelenski re red nake. Lê divê pir baş amadekariyê vê hevdîtinê werin kirin. Divê dawî li zilm û zora li dijî gelê Donbasê were. Rejîma Kievê li dijî wan pergala qirkirinê dide meşandin.”
Gelek caran Zelenskî xwestibû ku hevdîtinên wan ne tenê bi riya heyetan lê bi riya hevdîtineke rast rast a di navbera wî û Putîn de were lidarxistin. Lê Putîn tu bersiv nedabû wan bangan.