13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ronahiya agirê Newrozê

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Asta çalakiyên ku hatin lidarxistin û beşdariya gel a ji Newrozê re ji gelek aliyan ve hat nirxandin û tê nirxandin. Li çar aliyê Kurditanê û derveyî welat gelê Kurd û dostên xwe îsal meha adarê bi ruhê azadiyê ve pêşwazî kirin. Ji ber vê yekê Newroza 2022’yan ji gelek aliyan ve xwedî girîngiyeke mezin bû.

Di van çalakiyên girseyî de li seranserî welat, Tirkiye û Ewropayê gel bi awayekî aşkera xwedî li Newroza “Ji Rêber Apo re Azadî” derket. Di pîrozbahiyan de peyama gel aşkera û vekirîbû. Gel tevî hemû astengî, qedexe û înkarê jî xwedî li hebûna xwe derket.
Bêguman divê baş bêzanîn ku cejna Newrozê ji bo gelê kurd ne cejneke ji rêzê û sivik e. Newroz navê serhildana li dijî zilm, zordariyê û bêedalatiyê ye. Ji lewra li qadên Newrozê, bi qasî peyamên pîrozbahiyê her ewqas peyamên siyasî û civakî jî hatin dayîn.
Tevî hemû zextên li ser gel tê ferzkirin jî gelê kurd herdem xwedî li hebûna xwe derketiye û ji bo jiyana bi rûmet di nava têkoşînê de bûye. Di Newrozê de bi milyonan kes herikîn qadan û helwesta xwe aşkera anîn ziman.

Di van çalakiyan de gelê kurd li çar aliyê Kurdistanê jiyaneke çawa dixwaze û dixwaza çawa bijî diyar kir. Lewma tevlêbûna gel a ji pîrozbahiyên Newrozê re mirov dikare di asta referandûmê de binirxîne.

Bi milyonan kesên ku li dijî zordariyê bi ruhê azadiyê herikîn qadan helwesta xwe aşkera kirin. Li van qadên ku agirê Newrozê lê bilind dibû gel xwedî li îradeya ku wê temsîl dike jî derket.

Bêguman divê baş bê zanîn ku li qadên çalakiyan gel ne tenê ji bo dewletên dagirker peyam da. Ji bo hevkarên wan û hêzên nevneteweyî yên ku gelê kurd û Kurdistanê di vê statuyê de digirin jî peyamên xurt da. Ji ber vê yekê çalakiyên ku li çar aliyê Kurdistanê hatin lidarxistin girîng û bi wate bûn.

Gelê kurd û dostên xwe di van çalakiyan de bi tundî li dijî hişmendiya mêtinger, dagiker û qirker asta têkoşînê ragihand. Di vê biryardarî û dilsoziya ku qet cih nade dudiliyê de peyama gel a ji bo azadiyê aşkera bû.

Ji ber vê yekê gelê kurd di van 50 salên dawî de bi kapasîte û dînamîkên xwe nîşan daye ku ne tenê li Kurdistanê, li tevahiya Rojhilata Navîn ji bo jiyaneke azad, wekhev û adil amade ye rola veguherîner û avaker bilîze.

Têgeha ku di gelê kurd de ev hest ava kir jî bêguman Tevgera Azadiya Kurdistanê û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. Agirê Newrozê yê li Zîndana Amedê hate pêxistin îro seranserî Kurdistanê ronî dike. Gelê kurd bi saya têkoşîna cangoriyên pêşeng ji vê rêwîtiya azadiyê re kirî îro di ferqa hebûna xwe de ye.

Çawa ku ji bo gelê arî Newroz navê serhildanê ye ji bo gelê kurd jî meha adarê navê berxwedan û têkoşînê ye. Ji ber vê yekê çalakiyên ku di 8’ê Adarê de destpêkirin di hefteya qehremantiyê de derdikevin asta herî jor.

Gelê kurd ê berxwedêr di hefteya qahremantiyê de xwedî mîrateya cangoriyên ku bûne îlhama têkoşîna azadiyê derdikeve. Di Newroza îsal de jî gelê kurd û dostên xwe peyama xwe ya xwedîderketina li vê têkoşînê bi daketina qadan ji dost û dijminan re aşkera kir.
Li qadên Newrozê payama gel ji bo hemû aliyên ku îradeya civakê tune dihesibînin û hebûna xwe li ser wê ferz dikin vekirî bû. Li dijî zilm, zext û zordariyê ku li ser gel tê ferzkirin agirê Newrozê careke din bû ronahiya têkoşînê. Ji ber vê yekê gelê ku ji tîna agirê Newrozê moral girtiye û ji bo xwe kiriye çavkaniya têkoşînê êdî ji bo azadiya xwe hîn xurtir li qada ye. Ev jî asta ku cangoriyên hefteya qehremantiyê di dilê gel de çandiye aşkera datîne holê.