12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berdevka Yekitiya Jinên Afrîkayê xwest Tûglûk bê berdan

Li Amedê Newroz bi tevlêbûna sed hezaran hat pîrozkirin. Gelek mêvan ji welatên Efrîqayê jî hatin beşdarî Newrozê bûn. Yek ji mêvanên biyanî ya tev li Newrozê bû Sekretera Giştî û Berdevka fermî ya Yekitiya Jinên Afrîkayê ya Navneteweyî Basma Hamdî ya ji Misrê bû. Basma Hamdî ji ber ku HDP’ê ew dawetî Newrozê kirine spasiya HDP’ê kir û anî ziman ku ji ber hat Amedê karibû ji nêz ve vê pîrozbahiya bi heybet bişopînin.

Basma Hamdî tundiya li dijî jinan şermezar kir û got: “Em hemû şêweyên tundiyê yên li dijî azadiya gotinê, azadiya fikir û ramanê, zextên li ser azadiya li dijî jinan şermezar dikin. Em hemû şêweyên tundiyê yê li dijî gelan û astengkirina pêkanîna çand û pîrozbahiyên gelan şermezar û red dikin.”

Basma Hamdî bal kişand ser rewşa siyasetmedar Aysel Tugluk ku girtiya nexweş e û wiha axivî: “Me îro bi çavên serê xwe dît ku ev gel çawa di bin zilm û zordariyê de dijî, em ê van çavdêriyên xwe bi gelên xwe re jî parvebikin. Em dixwazin girtiyên siyasî bên berdan. Di serî de em dixwazin siyasetmedara kurd Aysel Tugluk a nexweşa giran bê berdan.”

Em wekî Yekitiya Jinên Afrîkayê piştgiriya xwe ji bo siyasetmedara kurd Aysel Tugluk nîşan didin. Em  daxwazin hemû dîlên azadiyê bên berdan.”

Hamdî herî dawi Newroza gelê kurd pîroz kir û kêfxweşiya xwe ya bi tevlêbûna vê pîrozbahiyê anî ziman.