Her netew û civak bi dîrok û çanda xwe ji hev cuda dibin. Netew û civak bi parastina taybetmendiyên xwe dikarin xwe ji tunebûnê xelas bikin.
Parastina ziman, çand û dîrokê ji ber vê yekê gelek girîng e. Rojhilata Navîn ji aliyê çandê ve gelek dewlemend e. Yek ji çanda herî kevnar ya civakên Rojhilata Navîn jî Newroz e.
Newroz di nav civaka Rojhilata Navîn de wek hatina buharê û vejînê tê pîrozkirin. Em jî bi vê wesîleyê cejna we ya Newrozê bi hêviya rojên azad û xweş pîroz dikin.
Lê werin em bi hev re binêrên ka Newroz ji bo kurdan tê çi wateyê. Newroza ku kurd pîroz dikin weteya xwe ji destana Kawayê Hesinkar digire.
Payva Newrozê cara yekem di pirtûka Zend Avesta ya Zerdiştiyan de derbas dibe. Di Zend Avestayê de navê Dehaq ê ku di destana Newrozê de xwediyê kesayeteke neyînî ye wek hebûnekî tarî û şeytanî derbas dibe.
Li gor vê destanê Kral Dehaq bi nexweşîneke xedar dikeve, di sermilên wî de birînên wek du maran derdikevin, bijîşkên wî jê re dibêjin ji bo vê nexweşînê pêwîstiya te bi mêjiyê teze yê ciwanên nû gihiştî heye.
Li ser vê yekê dehaq fermanê dide leşkerên xwe da ku her roj ji bo birînên li ser milên wî mêjiyê ciwanên nû gihiştî bînin.
Bi qurbankirina ciwanan êdî gel neçar dimîne ku ji bo xwe ji vê zextê xilas bike rêyekê bibîne.
Kawa ji ber ku hesinkar e ji bo gel her roj çekan amade dike. Bi van çekan ciwanên ku ji zilma Dehaq reviyane û xwe di şikeftan de veşartine xwe bi rêxistin dikin.
Di encamê de dema ku leşkerên Dehaq diçin ku kûrê Kawa yê mayî bibin ji kral re bikin qurban Kawa ji wan re dibêje hûn herin ez ê kurê xwe bînim bi destê xwe ji kralê xwe re bikim qurban.
Dema ku Kawa tevî kurê xwe û çakûçê ku ji xwe re amade kiriye dikeve hûndir Dehaq wan bi kêfxweşî pêşwazî dike.
Kawa serê kurê xwe datîne ber piyê Kral û çakûçê xwe şûna ku li serê kurê xwe bixe li serê Dehaq dixe.
Bi vî awayî civak ji Dehaqê zilmkar xelas dibe. Ji wê rojê pê de Newroz wek roja nû û sersa vejînê tê pêşwazîkirin.
Peyva Newroz tevî hemû guherînên etîmolojîk jî, di zaravayên kurdî yên dimilkî, kurmancî û soranî de ji peyvên “Nû/new/newe” û ‘Roz/roj/roc” pêk hatiye.
*Payva NEW di çand û zimanên arî de maneya newe-new-newî nû-nih-nûh dide. Tu eleqeya tirkî bi çand û zimanên arî re û bi vê peyva NEW re tune ye. Ev peyv herî kêm 3600-4000 sal in ji aliyê kurdan ve tê bikaranîn û îro di “zimanên Hind-Ewropayê” de jî halê xwe yê herî kevin a bi kurdî parastiye.
Di hemû çand û zimanên ariyenîk de têkiliyeke mezin di navbera peyva NIHA û NÛ de heye.
Koka peyva Nû di çand û zimanên arî de NEW e.
Koka peyva “NIHA” di zimanên “Hind-Ewropayê” de NÛ ye.
Koka peyva “NÛ” di zimanên Hind-Ewropayê de NEW e.
B.Z. di navbera sedsala 16’emîn û 13’emîn de şaristaniya ku li Yewnanistanê pêşket û ji ber navê wê herêmê Arkeologan jê re “Medeniyeta Mîken” gotiye. 3500 sal berê di nivîsên ji vê şaristaniyê mane de bi yewnaniya kevin peyva NÛ wekî NEWO derbas dibe.
Di yewnaniya kevin de NEW-OS , di yewnaniya nû de NEOS. “W’ya” peyvê ketiye, di kurdî de jî gelek tîp ji peyvên xwe ketine.
Di kurdî de peyva “NIHA”: ni+ha, ni+ka, ni+ho, nû+ka, nû+ke’ ye.
Peyva “NEW” di hemû çand û zimanên malbata arî de koka peyva NÛ xwe diparêze.
Di Yewnaniya kevin ‘ nin’
Di Latînî de nunc
Di Gotikî , Old Norse ,Danîmarkî, Siwêdî, Ingiliziya kevın de nu
Di İngiliziya navîn de noy, now
Di İngiliziya modern de now
Di Sankrîtî de jî peyva nû xwe wek nû û numan diparêze.