Ji Aliyê Peyvsaziyê ve Lêker
Lêker ji aliyê peyvsaziyê ve dibe du beş. Lêkerên xwerû û lêkerên nexwerû.
A – LÊKERÊN XWERÛ
Lêkerên xwerû ev cûre lêkerên ku di binyada xwe de lêker in û ji hêmaneke tenê pêk hatine. Lêkerên hevedûdanî, pêkhatî û biwêjî jî, ji lêkerên xwerû çêdibin. Lêkerên xwerû dema ku li gorî dem, kes û raweyan neyên kişandin dikevin forma xwe ya raderî û qertafên raderan digirin.
Mînak:
Hatin, parastin, dan, çûn ,dotin, sotin , gotin, axaftin, revîn, avêtin, kelandin…. Hwd.
Li vir ji ber ku lêkerên xwerû li gorî dem, kes û raweyê nehatine kişandin, qertafa raderî girtine û dirûvê wan jî raderî ye.
Hin mînakên lêkerên xwerû:
Rêdûr şev nîvê şevê hat mala me.
Mizgînê hevala xwe parast.
Keşîş çû dêrê.
Darayê çêlek dot.
Pisîkê xwe ji dîwêr avêt.
Evînê şîr keland.
B – LÊKERÊN NEXWERÛ
Ev cûre lêker ji lêkerên xwerû, navdêr û rengdêran bi alîkariya qertaf, daçek û lêkerên din tên bidestxistin. Lêkerên nexwerû jî di nava xwe de dibin du beş:
a – Lêkerên Hevedudanî
Lêkerên hevedudanî ji çend hêmanên serbixwe pêk hatine. Dema ku ev hêmanên serbixwe digihîjin hev, dibin lêkereke hevedudanî û wateyeke nû li wan tê barkirin. Dema ku ew hêman ji hev bên cudakirin, dîsa her hêmanek vedigere ser wateya xwe ya berê.
Nîşe: Lêkerên hevedudanî bi piranî bi alikariya lêkera “kirin” û “bûn”ê tên bidestxistin. Lêkerên hevedudanî yên gerguhêz bi alîkariya lêkera “kirin” ê û yên negerguhêz jî bi alîkariya lêkera “bûn” ê tên bidestxistin. Hin lêkerên hevedudanî ev in:
Başbûn, bilindbûn, delalbûn, belavbûn, xuyabûn, sorbûn, amadebûn, bawerkirin, hûrkirin, parkirin … hwd.
Mînak:
Al hat bilindkirin.
Zarok bi zimanê xwe hat perwerdekirin.
Tu têyî xelatkirin.
Balinde ji hev belav bûn.
Êzing dan komkirin.
Niha jî mînakek ji helbesta Cegerxwîn:
Mebêje ez tenê rind im
Di jînê de wekî find im
Hezaran wek te geş bûne
Li ser wan şax û keywana
b- Lêkerên Pêkhatî:
Lêkerên pêkhatî bi alîkariya qertafên ku paşgir û pêşgir in pêk tên. Qertaf çi paşgir çi jî pêşgir, bi serê xwe nexwediyê tu wateyê ne, lê dema bi navdêr, rengdêr û lêkerê ve dibin, wateyeke nû didinê û wateya wan a berê têk diçe.
Paşgirên Lêkersaz
Di kurmancî de paşgirên ku bi alîkariya wan lêkerên pêkhatî çêdibin “-în” û “andin” in. Ev her du paşgir zêde tên bikaranîn. Ew ji navdêr û rengdêran, lêkeran çêdikin. Bi paşgira “în” ê lêkerên negerguhêz û bi ya “andin”ê jî lêkerên gerguhêz pêk tên.
Rayek Lêkerên negerguhêz Lêkerên gerguhêz
Fir Firîn Firandin
Balinde ji hêlînê firîn. Balinde ji hêlînê firandin.
Bez bezîn bezandin
Hespê dizan bezîn. Hesp bezandin.
Ger gerîn gerandin
Em li ser piyan gerîn. Em li ser piyan gerandin.
Lêkerên bi paşgira “an” ê pêk hatine
Lêkerên ku bi paşgira “-an”ê pêk hatine, rasterast li ser rayeka dema niha ya lêkerê pêk hatine. Di rayeka dema niha ya lêkera xwerû de zêde guhertin çênebûye.
Rayek Lêkera pêkhatî Mînak
Gur guran Wan berxik guran
Kol kolan Palan binê daran kolan.
West westan Karker gelek westan
Lêkerên ku bi paşgira “-an”ê pêk hatine, carinan bi paşgirên “-în” û “-andin”ê derdikevin pêşberî mirov.
Mînak:
Pêşan pêşîn pêşandin
Kêlan kêlîn kêlandin
Kêşan kişîn kişandin
Kutan kutîn kutandin