13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Seydayê Tîrêj bi berhemên xwe bû çavkaniya wêjeyê

Helbestvan û nivîskar Seydayê Tîrêj 20 sal berê koça dawîn kir. Seydayê Tîrêj bi nivîs û helbestên xwe hêz û dewlemendiyek da wêjeya kurdî. Gelek helbestên wî bûn stran. Bi helbestên xwe bû çavkaniya stranan. Seydayê Tîrêj an ku Nayîfê Hiso, di sala 1923’yan de li gundê Mecmokê yê navçeya Amûdê ji dayik bû. Hêj 6 salî bû, bi malbata xwe re berê xwe da gundê Sêmitikê yê heman navçeyê û li wir li ber destê Mele Îbrahîm fêrî Quranê bû. Di dibistanên olî de fêrî xwendin û nivîsandinê bû. Di sala 1937´an de berê xwe da navenda navçeyê, li wir derbasî dibistanê bû. Heta 5 salan dixwîne û ji ber mercên aborî yên dijwar dibistanê terk kir. Li wir têkiliyên wî bi helbestvan Cegerxwîn, Qedrî Can û Nûredîn Zaza re xurt bûn û li gel wê xebatên nîştimanperweriyê kir û cihê xwe di Xoybûnê de girt. Sala 1973’yan tevî malbata xwe li Hesekê bi cih bû.

Têkiliyên Tîrêj bi partiyên kurdî re tune bû, lê di helbestên xwe de cihekî girîng daye doza kurdî û hezkirina welat. Ji ber hebestên xwe yên neteweyî ji aliyê rejîma Baasê ve hate girtin û berhemên wî hatin desteserkirin, lê tevî van zextan jî dev ji helbestvaniyê berneda.

Berhemên wî

Dîwana wî ya yekemîn bi navê “Xelat” di sala 1985’an de hat çapkirin. Her wiha dîwana Cûdî, Mewlîda Kurmancî, Serpêhateyên Kurdî û bi dehan helbestên din hene.

Ji ber keda xwe ya giranbuha di wêjeya kurdî de Seydayê Tîrêj 3 caran hate xelatkirin. Gelek helbestên wî bûne stran, mîna “Ey Bilbilê Dilşad” û “Siyamend û Xecê”.

Seydayê Tîrêj 23’yê Adara 2002’an ji ber nexweşiyê li Hesekê koça dawî kir. Cenazeyê wî bi merasîmeke girseyî bi beşdarbûna bi hezaran kesî li gundê Gir Keftar hate veşartin.

Helbestvan û hunermendên Kurd di salvgera 20’an a koça wî de, Seydayê Tîrêj bi bîr anî.