Polîsan li Amedê di serê sibeha 20’ê Adarê de bi ser mala rojnamevan Ertûş Bozkurt û Mîkaîl Barût de girtin. Polîsan piştî lêgerîna li malê Bozkurt û Barût binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Sedema binçavkirinê nehat zanîn. Bozkurt û Barût 2 rojin li Miduriyeta Polîsan a Amedê (DEM) tên ragirtin.
Îro jî zedeyî 100 kes hatin binçavkirin
Îro di pîrozbahiya Newrozê de polîsan li qada Newrozê di ketina qadê de bi hinceta şal û şapik li xwe kirine zêdeyî 100 kesan binçav kir û birin Midûriyetae Polîsan a Amedê. Polîsan dîsa piştî nîvro bi TOMA’yan ava şid û bombeyên gazê avêt girseyê êrîşî girseyê û gelek kesên din binçavkirin. Tê gotin ku zêdeyî 100 kesên hatine binçavkirin li Midûriyeta polîsan tên rawestandin.