Gotina dawiyê mirin e, lê mirin jî bi hebûn û jiyanê nikare. Jiyan tenê liv û lebata li ser rûyê erdê nîne, çimkî ew ên ku di dema jiyanê de kêlî bi kêlî xwedî rêbaz û armanc bûn, yê tim bi nemirî bimînin. Dema kesek li pey ‘mirina fîzîkî’ tim bi ked û xizmeta xwe diyar û li ber çavan e, gelo êdî çawa dikare bimire?
Evîn Buldan ji malbateke naskirî a eşîretên herêma Colemêrgî ye. Malbatek ku di jiyana siyasî-civakî a kurdan de xwedî rolên çend alî: him erênî û him jî negatif bûye. Di serhildana Oremar a sala 1930´an de hinek ji endamên wê malbatê li kêleka dagîrkerên tirk bûn û tevî hinek serok eşîretên din yên herêmê li dijî şoreşgerên kurd bûn. Belkî ji bo parastina hebûna eşîret û wêrannekirina gundên herêmê ev rêbazeke hemû rihspiyên kurd bû, lê nabe em vê rastiyê jî ji bîr bikin ku di hemû serhildanên siyasî ên sed salên derbasbûyî de rolê axa û began piranî negatîf bûye. Em vê rewşê di nava eşîret û malbatên Şikak, Bedirxanî, Barzanî, Caf û hwd de jî dibînin.
Nifşeke din
Ji salên 1960’an û şûnde nifşeke din yê malbata Buldaniyan pêdigehe ku kurd perwer û haydarî rewşa siyasî li Kurdistanê ne. Nejdet Buldan kesê herî diyar yê malbatê ye ku piştre dibe şaredarê bajarê Geverê. Kar û kiryarên wî yên wan çend salan ku şaredar bû, hê jî ji bîra xelkê neçûne û weke mîratekî li ser navê wî hatine tomarkirin. Ew haydarî dîroka welatê xwe û li kîderê agirê şoreşê germ bûya, ew jî bi dizî an jî eşkere li wira bû. Carna li ‘Rajanê’ û piştre jî bi endabûna xwe a di DEP’ê de xebateke nû dide meşandin. Li pey alîgirên siyasî li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê endamên din yên malbatê bi hemû awayî xizmeta hereketa azadiyê dikin. Savaş Buldan tevî dehan kesên din bi awayekî hovane tê şehîdkirin. Gelek ji endanên malbatê an berê xwe didin çiyayên Kurdistanê, hinek awareyî başûrê Kurdistanê û hinek jî têne Ewropa. Rêzdar Nejdet Buldan di PKWD kar û xebatên xwe didomîne. Pervîn Buldan di nava dilê agirê dijmin de dimîne û xebatên siyasî didomîne.
Ew nahêle ala xebata endamên din yên ku hatine şehîd û terorkirin an jî bi sedemên din yên fikirî-siyasî rûniştine, li erdê bimîne.
Nifşê sêyê yê wê malbatê ciwanên şervan û rewşenbîr in ku Evîn Buldan yek ji wana ye.
Dema navê wê tê bîra min, keda endamên din yên malbatê jî li ber çavê mine, lê ez ê li vira tenê weke bîranîneke kurt behsa wê bikim.
Naskirina Evînê
Min ‘Evîn Buldan’ bi rêya Azadiya Welat nas kir. Em her du ji eşîretekê anku Oremarî ne, lê wê çi cara behsa vê mijarê nedikir. Carna bi rêya telefonê daxwaza hinek nivîsên taybetî li ser mijarên dîrokî û bi taybetî jî li ser rojhilatê Kurdistanê dikir. Di dengê wê de hezeke insanî hebû. Hurmetkar bû û nirxanidinên wê yên siyasî kurt û watedar bûn. Kêm diaxivî lê bi wan risteyên kurt re bersivên cewherî didan. Jineke bi hemû wateya xwe kurdistanî û xwedî prensîbên şoreşgerî bû. Mutewazî û evîndara doza welatê xwe yê bindest bû.
Xemeke veşartî
Salên piştre me li Amedê hev dît û di nêrîna yekê de min di çavên wê de ‘xemeke veşartî’, ‘bêdengî û ponijîn’ dîtin. Zêdetir ji axaftinê mijûlî karkirinê bû. Liv û lebatên wê cidiyeta wê ya karkirinê didan diyarkirin. Kena wê sirûştî û dema min li ser qedera malbatê pirs jê dipirsîn, gilî û gazinde nedikirin: “Em jî weke her malbatekê, êdî qedera me ji ya hemû kurdan cuda nîn e…“
Evîndareke doza rastiyê
Evîn Buldan evîndareke doza rastiyê û destkefteke şoreşa jinê li bakurê Kurdistanê ye. Him di qada ragehandina kurdî û him jî xebata siyasî-civakî de navê Evînê yê li kêleka navê wan keç û jinên şoreşger bimîne ku bi hemû heza xwe a ji jiyanê re rûrastane canê xwe fîdayî doza mirovahiyê kirin.
Heqîqetên dîrokî
Hezaran keçên weke wê bi ked û xwîna xwe jiyaneke nû pêşkêşî civata mirovahiyê kirin. Rêbaza wê malbatê ji hêla xwîşk û bira, pismam û hemû hevalên wê ve berdewam e. Bedelên wan ji doza azadiya Kurdistanê re giran û ger gilî an jî rexneyek hebe lê wijdan nikare wiha rihet li kêleka rastî û heqîqetên dîrokî derbas bibe.
Qamûsa wijdanê
Jiyan kurt an jî dirêj rojekê yê bigihêje baregeha xwe ya dawiyê, lê di ‘qamûsa wijdanê’ de navê mirovên hêja û xwedî armanc nayên jibîrkirin.
Evîn tenê 27 salan (1990-2017) jiya lê jiyana wê pirbar bû.
Di hedê pênûsa min de nîne ez wesfa ewqas mezinahî û fedakariyên kesên wiha bikim, lê li vira ew a ku di dilê min de bû min anî ser kaxezê.
Bîra wan yê di bîra me de bîne û hêvîdar im em bi kar û xebata xwe layîqî nav û keda wan kesan bin ku ji bo mayîn û hebûna me serî birin bin axa sar bêy ku bigehin hezaran xweziyên ku dil di dil, mejî û riha wan de bûn.
Dotmama min
Ez ked û xizmeta dotmama xwe ‘Evîn’ a evîndara doza Kurdistanê qet ji bîr nakim.
Ev kurtenivîs weke bîranîn li ser şehîd Evîn Buldan e, lê Cilo û Avyan jî tevî hezaran şehîd û rêvîngên din yên doza wan ya rewa û meşrû jî qet û qet ji bîra wijdanên neraketî naçin.