21’ê Adara 2022’yan de, salvegera 2634 ya roja neteweyî ya gelê kurd û gelek gelên herêmê ye ku ji aliyê sed milyonan gel ve tê pîrozkirin bi şahî, festîval, stran, dîlan, şano û cureyên hunerên gelêrî cur bi cur yên ku evînê, bedewiyê, resentiyê, mîras û daxwaza azadî û pêkvejiyanê, hevkarî û jiyana hevpar îfade dikin.
Ev cejna dîrokî bi destpêka demsala biharê re hevdem e, bi vî awayî ew dibe destpêk û nûbûna xweza, jiyan, tevger, germahî û ronahiya piştî sermaya dijwar û tariya tam.
Di vê rojê de di sala 612 berî zayînê de, gelên herêmê bi saya tifaq û têkiliyên xwe yên stratejîk ji împaratoriya zilm û stemkariyê ku Nînova weke navenda xwe digirt rizgar bûn. Serokê kurd Kawayê Hesinkar karibû bav û kalên kurdên mîdî(medyayî) bigihîne hev û di navbera kurdan û babiliyan de yê ku bi 72 zimanan bû li paytext an navenda wan Babîl û gelên din ên cîhanê de, li ser bingeh û armanca bidestxistina azadî, aramî û aşitiyê û xilasbûna ji bindestiya şah “Dehaq” û împaratoriya wî ve bû. Dibe ku tiştê gelê kurd û tevgera wî ya azadîxwaz ji bo rizgarkirina gelên herêmê û di serî de gelên kurd û ereb ji bindestiya DAIŞ’ê li navendên wê li Mûsil û Reqayê kir. Bi vî awayî parastina navçe û cîhanê kir, ew bi xwe jî berdewamiya karê Kawayê Hesinkar berî 2634 salan ve ye. Ji bo rizgarkirina gelan ji bindestiyê û agirvedana çiya û zozanan wek nîşana serkeftin û rizgariya ji koletiya ku îro li erdnîgariya cuda ya kurdan li seranserî dinyayê pêk tînin.
Her wiha Newroz cejna yekîtî, berxwedan û azadiyê ya gelê kurd li dijî dagirkeran e, yek ji cejnên herî kevnar di dîroka mirovahiyê de ye. Bi avabûna PKK’ê re cejnên Newrozê xweştir û watedartir bûn di naveroka xwe ya bingehîn de. Weke ku xweza bi vebûna kulîlkan nû dibe, PKKê jî bi Newrozê re xwe nû dike, beravajî tevgerên kurd li başûrê Kurdistanê ku şeva Newrozê xwe radestî dijminan dikin.
Û ji ber ku em ê behsa cejnên Newrozê li başûrê Kurdistanê bikin, divê em vegerin dîroka xwe ya şerên di navbera tevgera kurd li başûrê Kurdistanê bi serokatiya Mistefa Barzanî li dijî dewleta Iraqê. Operasyonên leşkerî bi awayekî erênî di berjewendiya tevgera kurd de berdewam bûn û hêzên hukûmeta Îraqî di encama van şeran de di Adara 1975-an de rastî wendahiyên giran hatin. Vê yekê hişt ku hukûmeta Îraqî bi pêşengtiya serokê Cezayîrê Houarî Boumedîen bi Îranê re peymanekê îmze bike da ku piştgiriya Îranê ji tevgera kurdî re li dijî hikûmeta Iraqê rawestîne.
Di 6’ê Adara sala 1975’an de bi amadebûna Sedam Husên (Cîgirê Serokê Encumena Serkirdayetiya Şoreşê li Iraqê ya wê demê) û Şahê Îranê Mihemed Riza Pehlewî, peymana Cezayîrê hat îmzekirin. Li gorî vê peymanê, Iraqê nîvê Şet el-Ereb ji bo Îranê da, di berdêla rawestandina piştgiriya xwe ji tevgera kurdî li başûrê Kurdistanê re. Piştî îmzekirina peymanê, piştgiriya Îranê ji Partiya Demokrat a Kurdistanê re rawestiya. Lê tevî wê yekê jî, şer di navbera her du partiyan de berdewam kir.
Di 7ê Adarê de, rojek piştî îmzekirina rêkeftina di navbera Iraq û Îranê de, artêşa Iraqê karibû tevahiya zincîre çiyayê Zozakê ku dikeve ser bajarê Rewandizê kontrol bike. Di heman rojê de, artêşa Iraqê dest bi êrîşa ser Çiyayê Hendrînê kir lê êrîş bê encam bû. Îranê di heman rojê de hemû bergiriyên esmanî û topxaneyên ku berê ji bo piştevanîkirina hêzên PDKê şandibûn, vekişand tevî îstasyona peywendiyên bêtêlî Îranî ji devera fermandariya kurdan hate kişandin û li bajarê Pîranşarê yê Îranê ser bi sînorê Iraqê ve, li deriyê sînorî yê Hacî Omranê hat bicihkirin.
Di 11ê Adara 1975an de, Şahê Îranê Mihemed Riza Pehlewî li Tehranê bi Serokê PDKê Mistefa Barzanî re li ser encamên rêkeftina di navbera Iraq û Îranê de civiya û roja din Barzanî vegeriya Başûrê Kurdistanê. Di 19ê Adarê de Barzanî biryar da ku berxwedana kurdan bi dawî bike ji nişka ve û çûna ber bi Îranê ve. Di 25ê Adarê de Barzanî ji Kurdistanê çû Îranê.
Ji wê demê û heta niha, cejnên Newrozê nema li başûrê Kurdistanê wek berê be, ji ber ku PDKê pişta xwe bi hevpeymaniyên derve ve girêda li şûna hevpeymanên di navbera hêzên Kurdistanî de weke ku îro diqewime. Ji ber wê jî, Şoreşa Kurd li başûrê Kurdistanê ketiye nava tengasiyeke mezin. Ji salên heftêyî yên sedsala borî û heta beriya rûxandina rejîma Baas di sala 2003’yan de, gelê başûrê Kurdistanê rastî gelek komkujiyan hat. Bi taybetî jî komkujiya Helebçe û Enfalê, ji ber têkçûna siyaset û xiyaneta malbata Barzaniyan di pêşengtiya şoreşa kurd li başûrê Kurdistanê.
Niha jî li başûrê Kurdistanê cejna Newrozê çawa tê pîrozkirin, ji ber ku piştî ku başûrê Kurdistanê rêveberiya xwe radestî rejîmên sermayedar ên cîhanê kir, erdnîgariyeke hindik ji başûrê Kurdistanê derbasî malbatên Barzanî û Talebanî bû û mijûlî û kontrolkirina van her du malbatan bi hêza gel û nexşeya endezyariya civakî ji bo gelê başûrê Kurdistanê êdî ne Newroza başûrê Kurdistanê ye ya ku weke li parçeyên din ên Kurdistanê, Newroza berxwedan, têkoşîn û nûkirina peymanê ye.
Parçeyên din ên Kurdistanê, tevî çewisandina rayedarên Sûriye, Tirkiye û Îranê ji bo astengkirina pîrozbahiyên Newrozê, em di Newrozan de berxwedan û têkoşîna li dijî dagirkeriyê li Kurdistanê dibînin lê cejna Newrozê li başûrê Kurdistanê bi destê rêveberiya niha veguheriye betlaneya dezgehên hikûmetê û roja seyranan, li şûna ku bibe roja nûkirina peymana berxwedan û têkoşîna li dijî dagirkerên Kurdistanê.
Gelê Kurd di vê sala 2022’an de li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê giştî, bi dirûşmeya “Dem dema azadiyê ye” newrozê pîroz dike, ji bo ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan û azadiya Kurdistanê weke armancên jiyanê bingehîn ên pêngava têkoşîn, azadî û parastina hebûnê li dijî pêkanînên qirkirin û dagirkeriyê û di çarçoveya çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û pirsgirêkên herêmê de avakirina biratî, aştî û aramiyê.
Newroza Qendîlê li başûrê Kurdistanê her sal tê pîrozkirin, em dibînin ku hinek ji gelê başûrê Kurdistanê ku hê jî bi berxwedan û têkoşîna li dijî faşîzmê bawer dikin, dema ku nêzî şervanên azadiyê yên Newroza Qendîlê dibin, hîn jî peyman û têkoşîna xwe nû dikin û pîroz bikin û li hemberî dagirkerên Kurdistanê têkoşîn û berxwedanê nû dikin.
Tişta ku îro li başûr diqewime ji rûdan û siyasetên çewt ên birêvebertiya kurd, di gelek firsendên dîrokî de ji bo îsbatkirina doza kurdî di kûrahiya ereban de têk çûye. Lewra rêbertiya kurd li başûrê Kurdistanê xistiye nav nakokîyeke mayînde di navbera hev du de, bi taybetî şerê kursiyên hikûmeta Iraqê û herêmê de. Bi rastî jî başûrê Kurdistanê hewcedarê Newrozeke nû ye û belkî ev Newroz bibe Newroza Peyman, berxwedan û tekoşîna li dijî siyasetên derve yên dijî doza kurd.