Dîroka kurdan, wekî hemî dîrokên nivîskî dîrokeke mêran e. Asta wê ya zayendî, xalên girêdayî têkiliyên zayendî di vê dîrokê de ne xuya ne yan jî li gorî nivîsar û kiryarên dîrokê ku bi giranî ji mêran pêk tên, bi çavên mêran tên şîrovekirin. Di vê şîrovekirina dîrokê de jin li gorî berjewendiyên mêran, welat, ax, malbat û hwd. tê sazumankirin û rolên di vê çarçoveyê de lê tên birîn. Ev ne tenê taybetiya dîroknivîsî yan jî şîrovekirina dîroka kurdan e. Yek ji awayê desthilatdariya baviksalariyê ye. Dîrok ji perspektîf û berçavka mêr û desthilatdar tê nirxandin.
Li gorî vê şîroveyê mêran aktorên sereke yên bûyerên dîrokî, sedem û xwediyên serkeftin û binkeftinan, hem qehreman hem qurban, hem serhildêr û hem serberjêr in.
Bi saya rexneyên jinan ên bi dehan salan ev teşe û şîrovekirina nêr ya dîrokê bi gelek awayan hat teşhîrkirin. Êdî bêyî ku jê bê gumankirin, dizanin dîroka heyî li gorî hiş û mêjiyê mêr hatiye nivîsandin, şîrovekirin, çarçovekirin. Eger em dîrokê wekî fenomeneke ku li gorî helwesta nivîskar û bilêvkar ava dibe û têşeya xwe digire bigirin dest, em dibînin ku tenê dîrokek nîn e. Dîroka serdest û bindestan, dîroka serkeftî û binkeftiyan, dîroka jin û mêran, dîroka reş û spiyan ji hev cuda ne. Bûyereke li ku û çawa qewimîbe bila biqewime, ne xwedî rastiyekê tenê ye. Em bibêjin dema em behsa buyerekê dikin, li gorî çavê ku em lê dinêrin, ew bûyer diguhere û teşe digre. Merîfet di nav nêrînên cuda de bêyî manîpulekirin, şîroveyeke bi wijdan pêk anîne.
Em dîsa vegerin ser dîroka kurdan û rewşa wê ya maskulîn. Çawa ku dema bi peyva “mirov” bi giranî “mêr” tê qestkirin, di bûyerên dîrokî de jî bi giştî bi gotina “kurd” “mêrên kurd” tên qestkirin. Ez dixwazim vê yekê di çarçoveya destana Newrozê de binirxînim. Em bibêjin kêm zêde her kurd ji biçûktiya xwe de bi awayekî destana Newrozê bihîstiye yan jî xwendiye. Gelek nivîskarên camêr li ser destana Newrozê, çavkaniyên wê, wate û naveroka wê û hwd. serê xwe êşandine û nivîsîne. Şîroveyên der barê Newrozê de jî ji perspektîfên pir cuda hatine/tên nirxandin. Ji perspektîfa şoreşgerî bigire, heta ya dîrokî, ji perspektîfa neteweyî bigire heta ya olî, heta bi gelek nêrînên dijberî hev ev destan û wateya wê ya ji bo kurdan hatiye/tê şîrovekirin. Ji bo vê nivîsê min çavên xwe li hîn nivîs, çavkanî û lêkolînan gerandin, xwendin, hemû nivîsên ku ez leqayî wan hatim, ji hêla mêran ve hatibûn nivîsîn. Niha li vir dikare bê gotin, ‘qey me destê jinan girê daye, bila ew jî binivisînin.’ Lê mixabin ne wisa ye, mijar nivîs û şîrovekirina dîrokê be yê ku xwe berpirsiyar û xwediyê vî karî dibînin mêr in. A din, mesele ne tenê nivîsandin e, ev qadeke sazûmankirî yê mêran e û derê wê ji mêran re vekiriye. Lê li vir daxwaz û mebesta min vî deriyê ji jinan re jî vekirin nîn e. Divê jin ji bo nivîsandin û nirxandina dîrokê ji xwe re qadeke û deriyeke nû ava bikin. Ji vê deriyê ji me re tu xêr û bêr nîn e. Lê mesele ew e ku dema nivîs û şîrove ji destê mêran –bê çavekî rexneyî- der tê, dîroka giştî dibe dîroka mêran. Ev yek bêpirsyarî, wekî norm û xwezahî li ser civakê tê ferzkirin.
Tiştê herî balkêş li gorî min di nav van hemî camêr-nivîsên der barê nirxandinên Newrozê de tunebûna jinan, tunebûna perspektîfa zayendiyê ye. Dîsa em vegerin destpêka nivîsê, ger em bûyerên dîrokî wekî şîrove bigirin dest, em dibînin ku destana Newrozê jî di vegotinan de li gorî ruhê demê diguhere. Ango destan her tim ji nû ve tê afirandin. A ku di van nirxandinan de bê guhertin û bêşîrove dimîne, tunebûna jinan e. Kes jî ji bo xwedê li ser vê yekê hûr nebûye. Dehaq mêr, Kawa mêr, her 17 (16, 12, 7?) zarokên Kawa kur, ên tên kuştin kur, ên derdikevin serê çiyê kur… Û navê destanê jî destana kurdan e. Tenê di versiyonekê de ez leqayî ‘jin’ê hatim. Ew jî ya Mamoste Evdilqadir (Ulumaskan) e. Ew di çîroka xwe ya Newrozê de ku ji bo zarokan amade kiriye de, rola agir-vedanê dide jinan. “Kawa ji jinên gundî re dibêje, dema min Dehaq kuşt, ez ê agir dadim. Dema we agirî dît, hûn jî li her deverê agir vêxin.” Herhal Mamoste jî xwestiye –li gorî rihê demê- di quncekê de jin bên xuyakirin û rola çavronikahiyê daye jinan. An jî hîn lêkolînvan ji dêlva peyva zarokên kurîn, zimaneke nêtr bi kar tînin, bi giştî peyva zarok an jî ciwanên kurd bi kar tînin.
Armanca min ji Kawayê Hesinkar, Kawayeke jin avakirin nîn e lê li gorî min destan bi çavekî rexneyî, bi bandorên wê yên li ser avakirina zayenda civakî nirxandîn pêwîst e. Ji ber ku mîtolojî di (jinûve) avakirina netewe, gel û endamên civakan de roleke navendî lîstine, -dibe ku ji niha şûn de ne ew qas navendî bin- divê mirov bipirse, çima bi vî awayî qewimiye, encamên vê şîroveyê çi ne, çawa dikare ji nû ve bê avakirin û nirxandin?
Wê demê dibe ku şîroveya Newroza ku ji bo rûmeta xwedawenda xwezayê -ku dû re bi berovajîkirina mêran nivîsîbû mêr û xwedayê rojê- Mîtrayê* dihat pîrozkirin, derkeve pêş û bê nasîn.
Newroz pîroz be!
*ji bo vê agahiyê ji Luqman Guldivê re spas dikim.