Li navçeya Hezroya Amedê Newroz bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” li Qada Newrozê hat pîrozkirin. Gelek welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Tevî hewa sar jî welatî bi cilên xwe yên herêmî û rengên xwe tevli pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de li gel weyatiyan parlamenter û rêveberên HDP’ê li dora agir govend gerandin. Komê qad bi alên HDP’ê xemiland. Zarok bi coşek mezin tevli pîrozbahiyê bûn. Welatiyan kêliyek dirêj li derdora agir govend gerandin. Polîsan xwest rêzgirtinê asteng bikin, lê welatiyan dîsa jî rêz girt û bernameya xwe dan destpêkirin. Welatiyan dirûşmên “Bijî Newroz”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin û agirê Newrozê vêxistin.
Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan axivî û da zanîn ku Newroz roja xwedî derketina li vîna xwe û berxwedanê ye û got: “Em ê her tim li dijî Dehaqan bin. Em ê her tim li dijî Dehaqan bibin Kawa. Niha dema çûyîna wan e. Ji me re jî dem dema serkeftinê ye. Newroz roja xwedî derketina girtiyan e. Em Newroza heval û dostên xwe yên li zindanan jî pîroz dikin.”
Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn jî bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “22 sal in birêz Ocalan tê tecrîdkirin. Ocalan gotibû, ‘hefteyek dem bidin min ez ê aştiyê bînim’. Ev nehat hesabê îktidarê û ji ber ku ji felsefeya birêz Ocalan ditirse, gavek navêjin. Heke îro deriyên Îmraliyê vebibin wê aştî were.”
Piştî axaftinan stranbêj Gulay Kara dekret ser dikê û strî. Welatiyan li ber muzîkê govend gerand û pişt re pîrozbahî bi dawî bû.