12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Platforma Ked û Demokrasiyê komkujiya Helebçeyê şermezar kir

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi minasebeta salvegera komkujiya Helebçeyê li pêş Birdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolê ya Amedê daxuyanî da. Ligel pêkhateyên platformê, nûnerên HDP, DBP, TÎP, EMEP, CHP, DEVA, Gelecek jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Girseyê pankarta “ Komkujiya Helebçe nayê jibîrkirin” vekir.  Hevserokê TUMBEL-SEN’ê Mehmet Can daxuyanî da.  Can diyar kir ku di komkujiya Helebçeyê de 6 hezar û 357 mirov hatin qetilkirin û wiha got: “14 hezar û 765 kes jî bi giranî birîndar bûn. Li gorî rapora Rêxstina Tendurîstî ya Cîhanê(WHO) ev êrîşa kimyewî heta îro bûye sedema gelek nexweşîn û xisarên mezin. Li aliyê din tedawiya bi sedan kesên ku ji ber gazen kimyewî hatin birîndarkirin hê jî didome.

Can da zanîn ku ji bo bandora çekên kimyewî  bêtir pêş bikeve, ewilî malên wan bi çeken konvansiyonel hatine bombebarankirin û camê malan hatine şikandin û wiha lê zêde kir. “Pişt re çekên kimyewî avetîn Helepçeyê. Em wek Palatforma Ked û Demokrasiyê vê komkujiyê şermezar dikin û em ê tucarî vê  komkujiyê  nedin jibîrkirin.”