Şerê li Ukrayna tevî agirbestên demkî bi hemû dijwariya xwe ve di qada leşkerî û dîplomasî de didome. Di vî şerî de heya niha Rûsyayê gelek navendên leşkerî û aborî yên Ukraynayê bombebaran kirin û tune kirin. Ligel van Êrîşan artêşa Rûsyayê hin bajarên sereke yên welat jî dorpêç kirine. Li gorî agahiyên ji saziyên navneteweyî tên parvekin, ji niha ve hejmara koçberan 2 milyon kesan derbas kiriye. Ev jî dide diyarkirin ku êdî wê li herêmê tiştek mîna berê nebe. Lewma guhertinên ku çêbibin jî wê bandoreke çawa li ser gelan bike jî ne diyar e.
Bêguman şerê ku 24’ê sibatê bi êrîşên Rûsyayê destpê kirine di encama planeke demkurt û ji nişkave rûdaye. Demek dirêj e li ser vê herêma ku îro bûye navenda şer, plan û proje hebûn. Tevî van planên berfireh jî hin hêz li vê herêmê hewl didin ku bi têgeha şêwazê mîna şerê sar ê di navbera bloka DYA û Sovyetê de encam bigirin. Rêveberiya Ukraynayê jî ket nava xefletek wisa û planên dihatin kirin bi berfirehî nedît. Lewma xwe nêzî bloka DYA-NATO’yê kir.
Rêveberiya Ukraynayê hewl da ku xwe bispêre DYA û NATO’yê. Li gorî xwe fikirî ku ger pişta xwe bide DYA û Îngilistanê wê Rûsya newêribe êrîş bike. Rewşa herêmê dide diyarkirin ku ev plana rêveberiya Kîevê neçûye serî û bloka ku DYA û Îngilistan pêşengiyê jê re dikin wê bi tenê hiştine.
Divê em zanibin ku ne DYA ya berê ye û ne jî Rûsya ya bi xwe heye. Ev jî dide diyarkirin ku pergala ku piştî hilweşîna Sovyetê derketiye holê ji gelek aliyan ve baş nayê fêmkirin û analîzkirin. Lewma Ewropa, Îngilistan, DYA, NATO wê di vî şerî de çi bi dest bixin û bigihêjin ku derê baş bê famkirin. Ji vî aliyî ve wisa diyar e ku rêveberiya Kîevê vî şerî yek alî nirxandiye û nêzîkatiyên welatên ku wek dost dane nîşandan baş analîz nekiriye. Tenê mayina Ukraynayê ya li hemberî erîşên Rûsyayê ji milekî ve bi vê ve girêdayî ye. Her çendî di qada leşkerî de Ukrayna bi tenê hatibe hiştin jî êdî ev şerê li herêmê qewimiye ne tenê şerê Rûsya û Ukraynayê ye. Lewma mirov nikare bandora hêzên navneteweyî ya li ser vî şerî jî, ji nedîtinê ve jî were. Bi taybetî gelek hêz hene ku dixwazin vî şerî ji bo xwe bikin çavkaniya derketinek xurt ya borî, leşkerî û dîplomasiyê. Yek ji van dewletan jî Tirkiye bi xwe ye.
Dema şer destpê kir yek ji kesên ku herî zêde kete nava panîkê jî Erdogan bû. Rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê beriya şer bi rêveberiya Ukraynayê re têkiliyên wan yên baş hebûn. Di encama van tekîliyan de gelek peymanên aborî û leşkerî îmzekiribûn. Li gorî van peymana dewleta tirk balafirên keşfê yên biçek û bêmirov difrotin Ukraynayê, li bedêla vê jî reveberiya Kîevê mitorên balafiran da Tirkiyeyê.
Niha hemû hewldanên dewleta tirk ew e ku di vî şerî de hevalbendiya bi Ukraynayê re winda neke û karibin vî şerî li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin. Ji ber ku di karekterê dewleta tirk de durûtî heye di vê mijarê de jî dualî dilîze. Ji aliyekî ve xwe nêzî xeta DYA û NATO’yê dike ji aliyê din ve ji bo têkiliyên wê bi Rûsya re xirab nebe jî di nava hewldanan de ye. Lê şerê li Ukrayna naşibe şerê li Sûriyeyê. Karektera vî şerî dualîbûnê qebûl nake. Ji ber vê yekê her çendî dewleta tirk hewl dide xwe wekî hêza garantor nîşan bide û bi vê ve ji xwe re di qada navneteweyî de pozîsyonekê çêbike jî baweriya tu kesî pê nayê. Civîna 10’ê adarê ya di navbera Wezîrê Karên Derve Sergiy Lavrov û Dimitro Kuleba nîşenaye vê yekê ye. Di civîna li Antalyayê pêk hatî dûrî çareserî û cidiyetê bû. Li gorî min bi malvaniya vê civînê ve Tirkiyeyê rewşa xwe hîn xeteretir kir. Ji ber karekterê şerê heyî, hêz û qudreta dewleta tirk nîne ku karibe bibe garantorê sekinandina şer.
Wek me di jor de jî da zanîn, ji ber ku gelek hêzên navneteweyî bi awayekî ne yekser tevlî vî şerî bûne karekterê şer jî hat guhertin. Bêguman dirêjkirina şer jî li ser guherîna karektêrê êrîşên pêk tînin jî bandorek çêkir. Niha di halê heyî de gelek welatên navneteweyî hewl didin ku vî şerî li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin.
Bi îzole û ambargoyên li ser Rûsyayê tên ferzkirin ve ji niha ve hin welat hewl didin ku cihê Rûsyayê dagirin. Bi taybetî ji bo çareserkirina krîza gazê hin welatên Ewropa bi piştgiriya Îsraîlê li Rojhilata Navîn di nava lêgerînê de ne. Lê gelo di pêvajoya îro de ev çiqas pêkane neyê zanîn. Dibe ku ev hemû ji bo çavtirsandina Rûsyayê jî bin. Lê tişta tê zanîn şerê li herêmê ne şerekî ji rêzê û sivik e. Lewma em dikarin bibêjin ku di bingeha vî şerî de gelek hesabên mezin hene.
Ji aliyê din ve welatên serdest ên ku her dem ji şer û pevçûnan sûd werdigirin bi rê û rêbazên cûda dîsa di dewrê de ne. Bi taybetî di bin navê piştgiriya bi Ukraynayê re gelek çek derbasî welat kirine. Ev jî dide nîşandan ku olîgarkên bazirganiya şer dikin êdî ji bo berjewendiyên xwe aramiya civakê dikin qurban.
Lewma bi kûrkirina şerê bajaran û banga hêzên navneteweyî ya ji bo welatiyên biyanî tevlî şer bibin jî bi vê komseptê ve girêdayî ye. Çiqas şer ewqas qezenç. Lê di vir de yên dibin qurban civak e. Tişta bi êş jî ev şerê ku qaşo di bin navê parastina civakê de tê kirin, civak bi xwe dibe qurban.