13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêzên Ked û Demokrasî banga tevlêbûna Newrozê kirin

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê, ji bo Newrozê ku wê di 20’ê adarê de li Anitparkê bi mîtîngekê bê pîrozkirin civîna çapemeniyê li dar xistin. Nûnerên hêzê li salonê pankarta “Em ê bi Agirê Newrozê li Ber xwe bidin Azad Bibin” daliqandin. Li ser navê girseyê Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Pakîze Sînemlîoglu daxuyanî xwend.  Pakîze Sînemoglu diyar kir ku neweroz sembola têkoşînê ye û vê têkoşîna li dijî Dehakan heta îro berdewam kiriye. Sînemoglu, anî ziman ku li ser erdnîgariya ku lê dijîn Dehaq êrîşa xwe ya li hemberî têkoşîna azadiyê berdewam dikin  û wiha got: “Li gel êrîşên li hemberî Herêma Federe a Kurdistan û Rojava, girtîgeh bûne navedan îşkence û tecrîdê. Li van girtîgehên ku bi polîtîkayên tên pêşxistin bûne malên mirinê hefte namîne ku şoreşgerek li wan neyê qetilkirin.  Girtîyên ku 30 sal in di girtîgehê de, li gel ku cezayê wan qediya ye jî nayên berdan. Di rojên borî de Garîbe Gezer ji ber van polîtîkayan hat qetilkirin. Newroz li dijî van polîtîkayan roja berxwedanê ye.”

Banga tevlibûna Newrozê

Sinemoglu, xwest ew li dora agirê Newrozê kom bibin û ev bang kir: “Em bang li hemû kesî dikin ku di 20’ê Adarê Roja Yekşemê de saet di 13.00’an de li Anitparkê tevli Mîtînga Newerozê ku wê bê lidarxistin bibin.”