Li Tebqayê çeteyan mayînek di erebeya endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn de teqend, di encamê de kesek birîndar bû.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Rêveberiya Xweser li ser malpera xwe ya fermî têkildarî mijarê ev daxuyanî da: “Li Tebqayê şaneyek girêda rêxistina DAIŞ`ê mayînek di erebeya endamekî me de teqand, di encama de endamê hêzên me birîndar bû.
Hêzên me yekser berê xwe da devera teqînê, endam rakirin nexweşxaneyê û cihê teqînê dorpêç kirin, da ku cihê buyerê ji madeyên teqemeniyê paqij bikin.
Hêzên me ji destpêka salê ve li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şaneyên veşartî yên rêxistina terorîst girtin.”