Xizmên windayan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin her rojên şemiyê li Amed, Êlih, Îzmîr û Stenbolê çalakiyan li dar dixin. Li Amedê jî xizmên windayan û nûnerên Şaxa ÎHD’ê ya Amedê li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu çalakî li dar xistin. Çalakiya li Amedê di hefteya 683’an de berdewam kir. Di çalakiyê de xizmên windayan, Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan û nûnerên rêxistinên civakî amade bûn. Malbatan dîsa wêneyên windayan rakirin û xwestin kujer bên darizandin û winda bên dîtin.
‘Têkoşîna ji bo edaletê didome’
Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn diyar kir ku tekoşîna edalet û haqîqatê didome û wiha got: “Li Tirkiyeyê mijara faîlên nedîyar, qetilkirina siyasî ye. Li hemberî vê qetilkirina siyasî mixabin îqtidaran her tim bi polîtîkayên bêcezakirinê xwe bêdeng dikin. Li dijî bêadaletê û nehekiyê tekoşina malbatan û Dayikên Şemiyê didome.”
28 sal in Nazim winda ye
Hevsererokê DFG’ê Serdar Altan jî anî ziman ku çalakiyên malbatan berxwedanake bêhempa ye û wiha got: “Îro em ji bo hempîeyê me yê rojnameger Nazim Babaoglu li virin. Nazim ji bo rastî bigihîşê civakê xebatan dikir. 28 sal in Nazim winda ye. Hevalên wî, malbata wî û em her tim şopdarê doza wî ne. Lê hêj şopa wî nehatiye dîtin.”
‘Ji bo bêedaletiyê ragihîne bû rojnameger’
Birayê Nazim Babaoglu, Îhsan Babaoglu jî destnîşan kir ku Nazim ji bo bêedaletiyê ragihîne bû rojnameger û wiha got: “Li ser vê erdnîgeriyê zarok zû mezin dibin. Nazim ji bo bêadaletiyê bigihîne civakê bû rojnameger. Li heremê gelek nuçe çêdikir. Lê ev rastiya nuçeyan henek adiz kirin. Ji bo nuçeyekê çû Sîweregê. Piştî çû nûçeyê careke din venegeriya. 28 sal in em ji bo edaletê têdikoşin. Her tişt li holê ye. Lê dozger bi hinceta dem boriye dosyaya dozê girt. Tekoşina me dê her tim bidome.”
Endamê Komîsyona ÎHD’ê Firat Akdenîz çîroka Nazim Babaoglu xwand.
Nazim di sala 1975’an de li Sêweregê ji dayik bû. Piştî dibistana amedehî ya Bazirganiyê ya Rihayê xelas kir, di Rojnameya Ozgur Gundemê de rojnamegerî kir. Nûçegihanê Ozgur Gundemê yê Rihayê Nazim Babaoglu, 28 sal berê hate windakirin. Wê demê belavkarê rojnameyê Murat Yogunlu li Babaoglu digere û dibêje; ‘Li Sêweregê nûçeyek heye û bi lezgînî were vê derê.’ Li ser vê yekê, Babaoglu di 12’ê adara sala 1994’an nunerê Riha Babaoglu şand Sîweregê. Li gel Nûçegîhanê AA’yê çû. Di rê de hat binçavkirin û carek din venegeriya. Du roj beriya ku were windakirin, derheqê endamên eşîra Bucakan de bi sernavê “Vaye cerdewanên tecawizkar” nûçeyek amade kiribû û ev nûçeye bûbû manşeta rojnameyê.
Murat Yogunlu tekildarî bûyerê gotibû ‘Ez bi zora Sedat Bucak li Rojnameya Ozgur Gundemê geriyam. Wê demê Sedat Bucak got ‘ê kijan cengawer bê, em bibinin?’
Baxçeyê Sedat Bucak bûbû cihê îşkenceyê. Şahidek dibîne ku Nazım Babaoglu li wî Baxçeyî ye û nezî 20 rojan di destê wanda maye. Ev bûyer jî Murat Yogunlu rast derdixe. Piştî van agahiyan bavê Nazim, Kemal Babaoglu li dozgeriyê gilî dike. Lê Kemal Babaoglu ji aliye polîsan tê binçavkirin û gef lê tê xwarin. Ew jî ji bo zarokên xwe yê din biparêze dibeje ‘Ez nizanim kê zarokên min revandiye?’ Pişt re doza lêpirsînê tê girtin.
Di sala 2011’yan de li Girtîgeha Erziromê A.S ji Baroya Rihayê re namaneyek şand. Di nanameyê de got ‘Gava ku Nazim girtîn ez jî li wir bûm. Wê gavê ji ber sucê adlî li min digeriyan. Me Nazim revand û defin kir.’ Lê A.S piştî nameyê şandin Girtîgeha Trabzonê. Dozgerê Erziromê ji bo A.S gotibû ‘hişê wî ne li serê wî ye’
Di sala 2013’yan de li ser daxwaza malbata Nazim Babaoglu, Murat Yogunlu serî li Dozgeriya Amedê da. Yogunlu got eger ewlehiya jiyana wî biparêzin dê îfade bide. Lê dozgeriya Amedê îfadeya Yogunlu nesand.
Piştî daxuyaniyê xizmên windakiriyan çalakiya rûniştinê li dar xistin û bi çepikan belav bûn.
Êlih
Li Êlihê jî Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê di hefteya 520’emîn de li serê Kolana Gulistanê li ber Peykerê Mafê Mirovan daxuyanî dan. Vê hefteyê li aqûbeta Mehmet Mungan ê di 18’ê adara 1998’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hat windakirin, pirsîn. Rêveberê ÎHD’ê Abdurrezak Katmaz di çalakiyê de axivî û bal kişand ser pêvajoya windakirina Mungan.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
Riha
Nazim Babaoglu li ser gora xwe ya li Rihayê hat bibîranîn. Rêveberên HDP’ê, rojnamevan û malbata wî beşdarî bernameya bîranînê bûn. Wêne û qerenfîl danîn ser gora Babaoglu û rêz girtin. Hevserokê HDP’a Rihayê Ziya Çalişkan di bîranînê de destnîşan kir ku Nazim Babaoglu sembola ragihandina rastiyan bû û ew ê her li têkoşîna wî xwedî derkevin
Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu jî axivî û destnîşan kir ku ji wan rojên ku rojnamevanên kurd dihatin qetilkirin heta îro tu tiştek neguheriyê û ew hemû xebatkarên çapemeniya azad bibîr tînin.
Kekê Babaoglu, Cemal Babaoglu jî li ser gorê axivî û anî ziman ku ji ber birayê wî rastî digihand hat qetilkirin.”
Bîranîn bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.