Ji bo însan xwe pênase bike nijad, rengê çermê mirov, ziman, erdnîgarî/welat, zayend û gelek tiştên ku piraniya wan genetîk in dibe sedem. Her wisa hin taybetiyên yan jî wekî akademîsyenî, bijîjkî, mamostetî, endezyarî û hwd ku paşê hatine bidestxistin jî rê dide mirov xwe pê pênase bike. Di nava van de, ziman ji bo însan xwe pê ji mirovên dîtir, civakên dîtir û neteweyên dîtir biqetîne û xwe wekî kesekî cuda pênase bike taybetiyek xwezayî ya gelekî diyarker e. Ev rista zimên a ku mirovan ji hev cuda dike bêguman rê li ber pêkhatin û çêbûna nasnameyê vedike.
Jixwe yên welatan, neteweyan û civakan digihînin hev yan jî ji ber hin cudahiyan ji hev dûr dixin û diqetînin jî; ziman, çand, sînorên siyasî, ol/bawerî, bîrdozî û eslê wan ê nijadî ye. Pêvajoya xwepênasekirin û avabûn/çêbûna nasnameya wan jî di ser van faktoran re yan jî bi tesîra van dînamîkan re çêdibe. Di nava van de jî tesîra ziman û çandê gelekî zêde ye.
Mirov di nava hemû civakan de xwe bi awayekî xwezayî didin aliyê kesên ku pê re di heman çandê de mezin bûye yan jî di wê çandê de bi kîjan zimanî dijî. Çand û ziman û ev têkilî di avakirina nasnameyê de dibin du faktorên sereke û diyarker.
Wateya têgiha nasnameyê, di bersivên pirsên “Ez kî me?” yan “ Em Kî ne?” de jixwe hem veşartî ye hem jî diyar e. Bersiva van pirsan jî pênasekirina mirov û nasnameya aîdî wan dide der.
Ziman di vê derê de, di bersiva van pirsan de zêde derdikeve pêş û êdî bi rehetî dibe amûrek ku dirûv û teşeyê dide nasnameya mirov a şexsî û ya civakî. Ji ber ku ziman bi sewta xwe dibe têgehek şênber, beriya gelek faktorên din derdikeve pêş. Wekî alavekî ragihandinê yê civakî ziman rengê nasnameya mirov û civakan diyar dike. Ev diyarkirin jî bi awayekî xwezayî çêdibe. Pêvajoya pêkhatina nasnameyê ne ew pêvajo ye ku di nava jiyana civakî de neferek rabe û xwe bi xwe pêk bîne. Kes bi tena serê xwe wê nasnameyê ava nake, di nava komekê de, civakekê de, bi hinan re li hemberî hinên din nasnameya xwe ava dike. Di vê pêvajoyê de gelek tişt bi dilê kes sîrayetî ruhê kes dike yanî bi her awayî hezim dike. Wek fîgurên mîtosî, remz û kodên civakî, ziman, baweriya olî, nijad, adetên jiyana rojane, dîroka hevpar û hwd hemû ji aliyê kes ve tê pejirandin û êdî ev hêman dirûv didin hemû jiyana wî/ê.
Ji bo mirov xwe aîdî civakekê hîs bike yan ji bo bikaribe wê nasnameyê ji dil û ruh ê xwe bihesibîne ziman dibe mifteya deriyê aîdiyetê. Bi yek peyvekê be jî mirov dikare wî derî veke yan kilît bike.
Bêyî ku ziman hebe ne mumkin e civakek û çandek wê civakê hebe. Civakek bi awayekî din neteweyek bi gelek tiştan tê zanîn lê dinava wan de ya sereke dîsa ziman e. Jixwe ziman amûra herî xurt a asta çanda neteweyekê nîşan dide. Loma jî divê neyê jibîrkirin neteweyeke ku pişta xwe bide zimanê xwe, bi zimanê bi pêş bikeve dikare çandeke rastîn biafirîne.
Felsefe,wêje, huner û zanist û urf û adetên jiyanê hemû bi hev re di nava çandê de û ew çand jî rasterast bi zimên re di têkiliyê de ye. Pira ku dihêle çanda miletan û civakan bigihîjê nifşên dîtir dîsa ziman e.
Amûra ku mirovan di binê sîwana nasnameya neteweyî de kom dike jî zimanê wê neteweyê ye û bêguman bi awayê giştî çanda wê ye.
Di vê çarçoveyê de ziman, bi awayê herî kurt, rengê nasnameya neteweyan e. Jixwe ya ku neteweyan di serî de ji hev cuda dike jî ew reng e.
Zimanê miletan wekî mîmariya /avahîsaziya wan e. Qesr û qonaxên her miletekî çawa cuda bin û resen bin, zimanê wan jî bi wî awayî ye.