13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şerê li Ukraynayê û durûtiya cîhanê

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê, hevalbendiya NATO’yê ya bi pêşengiya DYA’yê xwest ku xwe weke yekane serwerê cîhanê nîşan bide û hem bi gotin û hem jî bi kirinên xwe bû pratîkerê vê nerînê. Nebûna hêzeke xurt û ne bibandor a li dijî NATO’yê hişt ku demeke dirêj ev nêrîn ji aliyê gelek derdoran ve jî bê qebûlkirin.

Lê di sala 2010’an de bi serhildanên gelan ên li Rojhilata Navîn, ew têgihîştina ku piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê çêbûbû, têk bir. Li herêmê pêşveçûnên di van deh salên dawî de qewimîn, ev têgihîştina ku ji aliyê hevalbendiya NATO’yê ve hatibû avakirin serobino kir. Bi taybetî daketina Rûsyaya Derya Spî û Rojhilata Navîn, li herêmê dengeyên li ser bloka yekalî hatibû avakirin jî hilweşand. Lewma em dikarin bêjin, têgihîştina ku dibêje DYA-Brîtanya hêzên li cîhanê serdest in jî hatin guhertin.

Bloka NATO’yê bi armanca pêşî li berfirehbûna Rûsyayê bigire û li herêma xwe wek hêza sereke bide nîşandan hertim di nava hewldanan de bû. Bi van hewldanan ve girêdayî DYA bi piştevaniya hin dewletên Yekitiya Ewropayê û Brîtanyayê dest avêtin herêmên di bin serweriya Rûsyayê de ne.

Di van çend salên dawî de, bi şerê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê, serhildanên gel ên li Kirgizistan, Kazakistan û Gurcistanê xwestin ku di welatên berê yên Yekitiya Sovyetê de aloziyekê ava bikin. Di sala 2014’an de dest avêtin Ukraynayê jî. Ji ber Ukrayna di navbera Ewropa û Rûsyayê de xwedî cihekî girîng ê jeopolîtîk e, rewşa li Ukraynayê qewimî ne dişibiya yên welatên cuda. Ji ber vê yekê Rûsya ji bo vê krîza ku li ber deriyê wê rûdaye çareser bike bi DYA û Yekitiya Ewropayê re bû muxatab. Bi armanca îradeya siyasî ya Kremlînê jî lawaz bikin li Rûsyayê figûrê mîna Aleksey Navalnî derxistin pêş. Bi van mudaxeleyan re hertim hate xwestin ku biryarên Moskovayê di qada navneteweyî de bên nîqaşkirin û hevalbendiya bi wê re bê lawaz kirin.

Herî dawî rewşa germ a li Ukraynayê veguherî şer. Bi derketina vî şerî re me dît ku di qada navneteweyî de têkiliyên ku hatine avakirin, peymanên hatine îmzekirin û biryarên hatine girtin çiqasî demkî ne û li gorî berjewendiyan e. Ji ber ku di sedsala 21’emîn de rengê şerê di navbera welatên mezin de hatiye guhertin, rêveberiya Moskoayê tehdît û xeteriya vî şerî nedît, ango nexwest bibîne. Lewma di van çend rojên dawî de di pêşengiya bloka DYA û Brîtanyayê de li dijî Rûsyayê biryarên giran hatin girtin.

Di çarçoveya van biryaran de li dijî civaka rûs li cîhanê pêkanînên dermirovî çêbûn. Ev pêkanînên ku mirov dikare di asta êrîşên nijadperestî de binirxîne, têgihîştina welatên Rojava ya “mafê mirovan” radixe ber çavan. Di bin navê ceza didin Rûsyayê de li dijî gelan sûc pêk tînin.

Rêveberiya Moskovayê li dijî van zext û cezayan bloka DYA û Brîtanyayê bi tarzê şerê klasîk hewl dide encam bigire. Di serdema ku em tê de ne, bi destê şîrketên navneteweyî şerê herî mezin di qada aborî û siyasî de tê kirin. Rengê şerê vê serdemê ev e. Lê ji ber ku Rûsya di şerê klasîk de maye û di vî tarzî de bi israre ku berdêla şer jî ew dide. Êrîşên li civaka rûs jî nîşaneya vê ye. Lewma em dikarin bibêjin ku di encama vî şerê ku li dijî îradeya gelan pêk tê de bedêla herî mezin gel jî didin. Îro êşa herî mezin gelên rûs û ukraynî dikşînin. DYA, Brîtanya û welatên Yekitiya Ewropayê li ser xwîna gelan ji bo xwe qadan vedikin.

Ji ber ku rêveberiya Rûsya ev planên welatên rojavayî nedît ango nexwest bibîne û ket şer. Di vî sûcê li dijî îradeya gelan de ew jî şîrêkê bloka NATO’yê ne. Şerên bi gelan dide windakirin û êşê dide kişandin, bi tu awayî rewa û mafdar nayên dîtin. Şerê li Ukraynayê jî yek ji van şeran e. Encama vî şerî wê çi be ne diyar e. Lê diyar e ku wê ne li gorî berjewendiyên gelan be, wê li gorî berjewendiyên hêzên desthilatdar be.