Bi diruşma “Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xemla xwe reng dane qadên 8’ê Adarê.
Îro li gelek navendên cîhanê bi sed hezaran jin bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daketin qadan û 8’ê Adarê pîroz kirin. Nûner û rêveberên Tevger û rêxistinên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi diruşma “Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” qadên 8’ê Adarê dagirtine.
Hesekê
Tevger û rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi diruşma “Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” gelek çalakî organîzekirin. Bi heman mebestê jinên bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên kurd, ereb, suryan û ermen bi cil û bergên xwe yên neteweyî li ser seda Kantona Hesekê dest bi şahiyê kirin. Saziyên Civaka sivîl, Kongra Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Meclisa Civaka Ermenî, Yekîtiya Jinên Suryan, Partiya Sûrî pêşerojê beşdarî şahiyê bûn. Qada Şahiyê bi alên Kongra Star, Yekniya Parastina Jin YPJ’ê û wêneyên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, Şehîd Hevrîn, Seada, Hind, Zîlan Roza Luksemborg, Ivana Hoffman û Awaz Ormiye hatiye xemlandin. Piştî qedeyek rêzgirtinê Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Lîlav Hisên, li ser navê hemû rêxistinên jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî da. Paşê bi navê Yekîniyên Paratina Jin (YPJ) ê Gulvedan Qamişlo 8’ê Adarê li tevahî jinên berxwedêr pîroz kir û wiha got: “8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê di encama têkoşînên mezin ên bi milyonan jinên kedkar û pêşengên tevger û rêxistinên jinên cîhanê pêkhat. Deskeftyên ku îro hatine bi destxistin bi xêra wê ked û berxwedaniyê ye. 8’ê Adarê ji bo me roja serîrakirin û mafxwestinê ye.”
Şahî bi pêşkêşkirina stranan ji aliyê koma Gira Stêrik, Ararat a meclisa Ermenî, hunermend Aya, Hunermend Hojîn, koma Elîniya, Koma Şano ya Şehîd Darsî, koma Arjîn a dîlanê dewam kir.
Til Temir
Bi heman armancê jinên navçeya Til Temir, Zirganê û Çiyayê Kizwanan bi hemû netewên kurd, ereb û aşûriyên xwe bi cil û bergên xwe yên neteweyî, li saziya mlabtên şehîdan a navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi şahiya 8’ê Adarê kirin.
“8’ê Adarê encamê têkoşîna Roza, Îvana Hoffman û Awaz Ormiyê ye”
Piştî qedeyek rêzgirtinê, Endama Rêveberiya Kongreya Star Madlên Ibêd 8’ê Adarê li tevahî jinên berxwedêr pîroz kir û wiha got: “8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê di encamê berxwedanên mezin ên bi milyonan jinên kedkar û pêşengên tevger û rêxistinên jin ên cîhanê de pêkhat. Ji Roza luksemborg ta Kilara Zetkîn, Zenûbya, Zerîfe, Sakîne Cansiz, Mîna Qazî, Suheyle Ebdûlqadir, Ivana Hoffmann, Sosin Bîrhat, Nûjîn Amed, Tolhildan Raman, Leyla qasim, Leyla Agirî, Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Hind û Seda û Awaz Ormiyê bûne pêşeng û rênîşanderên me jinan.”
Şahî bi axaftina Fermandara Meclisa Leşkerî a Til Temirê Zîlan Til Temir, Koma Zenûbiya a stranan, Koma Ş. Arjîn a dîlanê dewam kir. Hûnermend Yasmîn Mihemed ji Reqa û Fatima Xelîl ji Şehbayê bi kurdî û erebî stranan gotin.
Qamişlo
Bi dirûşema “Bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriye Roja Jinan a Cîhanî hate pîrozkirin. Şahî li Stadyoma Heysem Kiço bi tevlîbûnek girseyî ya jinan despêkir. Di saetên sibê de jin bi cil û bergên we yên kurdî berê xwe dane qada pîrozbahiyê û cejna xwe bi kêfxweşî pîrozkirin.
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê despêkir.
Li ser navê Pilatforma çalakiyên 8’ê Adarê ya Rêxistinên Jin IBtisîma Hisên8’ê Adarê li tevahî jinên beşdarvan pîroz kir û wiha got: “ Îro kelecana jinan bi armanca pîrozbahiya 8’ê Adarê mayindeya mîrasê têkoşîna jin li djî hemû cureyên zordariyê ye. Jinên têkoşînvan careke dikin mohra xwe li dîroka qehremaniya jin dixin. Bi hêviya hemû roj 8’ê Adarê bin ji bo jinan.
Li gor bernameyê pîrozbahiyê wiha ye; Koma şehîd Serdem marşa kurdî pêşkêş kir, Hunermend Nesrîn Botan çend stran vegotin, Koma Jinên Ciwan starên şoreşgerî gotin, Koma Cûdî ya bajarê dêrikê stran pêşkêşkirin, koma şehîd Delîla ya Navçeya Amûdê govenda kurdî lîstin, Koma Til Birak ya filklorê ereb govenda erebî pêşkêş kir, Koma Qereçox ya gonedê wê filklorê kurdî bilîze.
Şehba
Kongra Star a herêma Efrîn şahiya 8’ê Adarê li gundê Elewişê yê navçeya Ehdas a kantona Şehbayê li darxist. Bi sedan jinên Efrîn û Şehbayê bi rengên xwe yên filklorî beşdarî şahiyê bûn. Endamên Kongra Star a herêma Efrîn Rîhab Çebo û Rîhan Elo daxuyanî dan û 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîrozkirin.
Piştre Tevgera Çand û Huner û Tevgera Hîlala Zêrîn ên herêma Efrîn hunerên xwe pêşkêşkirin, koma Ş. Berçem a stranan, koma Ş. Mizgîn a kevnşopî ya stranan, koma Çiyayê Kurmênc ê govendê, koma jinên ciwan, koma Ş. Avesta ya stranan, koma Ş. Viyan Soran a govendê, hunermend Fatime Bîlal, koma Ş. Barîn a şano, koma Ş. Hêva a stranan, koma Ş. Bêrîvan a jinên Êzîdî ya stranan, hunermend Zîlan Xelîl û Mûfîde Hemdî hunerên xwe nîşandan.
Şahî bi gerandina guvendê û stranan dawî bû.
Kobanê
Jinên kantona Kobanê ku bi xemil û cilên xwe yên gelêrî amede bûn û bi pêşengiya rêxistina Kongreya Star li nava daristanê 8`ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kirin. Şahiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre endama Kongreya Star Roza Tolhildan û Fermandara YPJ`ê Dilar Heleb axivîn û destnîşan kirin. Paşê bernameya hûnerî ku koma şehîd Hevrîn a mûzikê, koma dayikan a govendê, koma şehîd Barîn a mûzikê, koma Stêra Zêrîn a Tevgera Hîlala Zêrîn a mûzikê û koma şehîd Şîlan ya govendê hûnera xwe pêşkêş kirin. Jinên Kobanê li ber stranên gerlerî bi tilîliyan govend gerandin û bi silogana “Jin jiyan azadî” şahiya xwe bi dawî kirin.
Heleb
Bi hatina 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Kongra Star a bajarê Helebê bi dirûşma“Em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” şahiyek li Şêx Meqsûd lidarxist. Jinên Helebê ên ji hemû pêkhateyan bi cil û bergên xwe yên folklorî beşdarî şahiyê bûn û bi hev re 8’ê Adarê pîroz kirin.
Endama Yekîniyên Parastina Jin (YPJ) Arîn Efrîn Roja Jinên Cîhanê li tevahî jinan pîroz kir û wiha domand: “Roj bi roj jin afrîneriya xwe di hunandina dîrokê de nîşan dide û asta têkoşîna xwe bilindtir dike. Wekî Yekîniyên Parastina Jin em soza bilindkirina têkoşînê didin.”
Endama Meclîsa Jina Sûrî Heyfa Hesen got ku dîroka 8’ê Adarê dîroka berxwedaniyê ye û wiha lê zêde kir: “Roja Jinên Cîhanê bi saya keda bi milyonan jinan hat û em soz didin ku em ê rêya wan bişopînin heya ku em azadiyê misoger bikin.”
Endama Kongra Star Velantîna Ebdo anî ziman ku ew ê asta têkoşîna xwe bilintir bikin û wiha lê zêde kir: “Şoreşa jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa hemû jinan e. Ji bo avakirina civakeke demokratîk a li ser nirxên edaletê divê hemû tevgerên femînîst hevgirtina xwe xurt bikin.”
Koma Şehîd Verjî a stranan a Hîlala Zêrîn, koma Şehîd Şêlan a govendê û koma kevneşopî ya stanan hunerên xwe pêşkêş kirin. Hunermend Denîz Îbrahîm û Fatimê Abdo derketin ser dikê û stranên xwe gotin. Koma şano ya Hîlala Zêrîn şanoyek li ser jinê pêşkêş kirin.
Şahî bi gerandina guvendê bi dawî bû.