13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pîvanên sûcên şer çi ne?

Li gorî daxuyaniya dozgeriya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî hin delîlên ku Rûsyayê li Ukraynayê sûcên şer û komkujî kirine, hatine berhevkirin. Dadgehê dest bi lêpirsîna der barê kirinên ku digihên asta sûcên şer û penaberiya zêdeyî 1.5 milyon mirovên gelê Ukraynayê kir.

Sûcên şer çi ne?

Peymana Cenevreyê ya sûcên şer di vê çarçoveyê de ye

  • Kuştina ji qestî
  • Îşkence û muameleya xirab
  • Wêrankirina mal û milkan û destserkirina wan bêyî ku pêwistiyeke leşkerî hebe
  • Revandina mirovan
  • Koçberkirina mirovan an jî girtina wan a di dorpêçê de

Her wiha li gorî pergala Romayê ya bingehîn jî sûcên şer wiha ne:

  • Ji qestî êrîşkirina sivîlên ku ne beşadarî şer in
  • Pêkanîna êrîşekê ku tê zanîn dê di encamê de sivîl zirarê bibînin.
  • Êrîş, gulebaran û topebarana bajar û niştecihên ku sivîl lê dimînin.
  • Her wiha ev peyman bikaranîna hin çek û gazên jehrî jî qedexe dike.

Navenda dadgeha sûcên şer a Navneteweyî li bajarê Lahay yê Holandayê ye. Hemû welat dikarin li dadgehên welatê xwe kujerên ji sûcên şer damezrînin lê dema ku welatek nexwaze an jî nikaribe wê darizandinê bike, dadgeha dawî ev dadgeha sûcên şer e.

Polîsên taybet ên vê dadgehê tune ne. Lê dikare cezayê girtinan jî cezayê pereyan jî bide kesên bi wan sûcan tên tewanbarkirin.  Wekî tê zanîn 123 welat endamên vê dadgehê ne.

Sûcên ku Rûsyayê bi wan re rû bi rû ye

Piştî êrîşa Rûsyayê ya ezmanî li ser bajarê Xerkovê û kuştina sivîlan, serokê Ukraynayê Vlodomor Zilniski Rûsyayê bi sûcên şer tewanbar kir û li dadgeha sûc a navneteweyî giliyê Rûsyayê kir.

Her wiha Rûsyayê ji ber bikaranîna bombeyên qedexekirî hate tewanbarkirin. Lê ne Rûsyayê ne jî Ukraynayê ev peymana navneteweyî ya sûcên şer îmze nekirine.

Ji ber hin kiryarên din ên Rûsyayê û bikaranîna gelek çekên qedexekirî jî giliyê wê hatiye kirin.

Kiryarên artêşa tirk li Efrînê

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dema mirov bala xwe dide şert û bendên peymana sûcên şer mirov bi hêsanî dibîne ku wekî mînak artêşa tirk ew sûc tev li Efrîn, Serêkaniyê û deverên din ên Sûriyeyê kirine. Lê heta niha dengê tu welatekî an jî saziyekê derneketiye, her wiha tu dengek ji dadgeha sûcên şer a Navneteweyî jî nehatiye. Wiha xuyaye ku ev sazî jî wekî piraniya saziyên navneteweyî ne li gorî rastiyan lê li gorî berjewendiyên welatan tevdigerin.

Dema mirov bala xwe dide kiryarên dewleta tirk û êrîşên ku li dijî Rojava û başûrê Iraqê bi taybetî kiryarên wê yên li Efrîn û Şengalê tev di çarçoveya sûcên şer de tên kirin. Her roj em di nûçeyan de van sûcên şer dibînin. Ji kuştina sivîlan, êrîşên li dijî bajar û niştecihên ku sivîl lê dijîn, revandina mirovan û heta bi talan, dizî û işkenceya ku li mirovan tên kirin.