12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dermanê kurmancî

Berê ji ber ku zanist ewqasî bi pêş neketibû di nava hemû gelan de hin kes hebûn ku dermanê hin tiştan dizanin û wiha xelk ji nexweşiyan derman dikirin. Ev adet li ba kurdan jî hebû û me ji wan re digot doktorê yan jî doxtorê kurmancî. Ji bo zayînê jî li şûna doktor û ebeyan jinên navserê hebûn ji wan re digotin pîrik. Li gundê me pîrek tune bû, pîrika Pero li gundê cîranê me bû. Lewre hemû zarokên gundê me û gundê cîranê me li ser destê pîra Pero hatin dinyayê.

Werhasilî ez serê we ne êşînim hîna jî hin nexweşiyên ku bi doktoran çareser nabin û demeke dirêj a dermankirinê dixwazin li ba hin doktorên kurmancî karê kêlîkekê ye û te sipî sax dike.

De ka îca em werin ser mesela xwe. Demeke dirêje ku pişta min gelekî diêşe û zêdeyî 10 caran ez ji bo pişta xwe çûme ba doktoran, piştî dermankirinê demekê rihet dibe lê dema dinya sar dibe dîsa ez ji ber êşa pişta xwe îdare nakim.
Hevalê min ê hêja Rizayê Hezroyî rojekê ji min re got dermanê pişta te li ba min heye. Bi destê min girt û ez birim Mêrdînê ba doxtorê kurmancî. Doxtorê min torî bû, bi eslê xwe ji dehla Iwêna bû.

Min berê dehla iwêna tenê di strana Hisênko ya kundirê dehla iwêna de bihîstibû. Bi her halî em çûn ba xalê doktor û piştî min derdê xwe jê re got dest bi amadekariyên xwe kir.
Giyayek ku berê amadekiribû û ji me re negot çi ye, kelandibû û kiribû wek pelûlê. Parçeyek qumaşê hîzar wek ê kefenan amadekiribû. Hîzar li erdê raxist û got xwe ser zik bavêje erdê. Paşê ew pelûla ku amadekiribû danî ser pişta min û ew hîzar lê pêça. Bi 3 terîşên hîzarî jî ez pêçam û pişta min girêda. Ewqasî jidandibû ku tilêra zikê min winda bûbû û newqa min zirav bûbû.
Jixwe wekî min berê got ji ber ew torî bû mesela toriyan a ku digotin “em ê sehê xwe xina tajî” hate bîra min.

Ez nizanim wê pişta min pê rihet bibe an na lê ez ê wê çîroka toriyan ji we re bêjim: carekê mirovekî torî ji gundiyên xwe re got: Ma xirabno ewqasî gundên dora me ‘Sê tajiyên wan hene, her roj diçin seyda kîvroşkan, ma çima yê me nîn in’.
Yekî gundî bi navê Hemzo got welehî xebara te ya û de ka bêhna xwe fireh bike ez ê vê meselê çareser bikim. Hemzo piştî kêliyekê vegeriya û kûçikek di destê wî de ye. Bang li Abaso kir û got: “Were min têr rûnê malê li kûçik kiriye û ew amade ye.”
Abaso got: “Vêja em ê çi bikin ji kûçikê te.” Hemzo got tu bi herdu lingên paş bigire û wî jî bi herdu lingên pêş girt û ji Abaso re got de vêca bikşîna.
Bû kazekaza kûçik di nava destê wan de, gundiyekî ji wan re got kuro hûn çi dawê li vî rebenê kûçik dikin. Hemzo got: “Kuro ma tu nabînî em ê sehê xwe xina tajî.”
Li gorî Hemzo heke newqa kûçik zirav bibe wê bibe tajî.

Îca bi xwedê ez jî nizanim doktorê torî heyfa xwe ji min û çîroka min hilanî û newqa min jî zirav kir êdî bi kêrî tiştekî bê yan na ez ê di nivîseke din de ji were bêjim.