Serokê Yekitiya Rêxistinên Kurd a Navneteweyî ya Moskovayê Arîf Ezmanî têkildarî şerê di navbera Rûsya-Ukraynayê de axivî û diyar kir ku hêzên emperyalîst dixwazin gele Rûsya û Ukraynayê li hev sor dikin.
Rûsya di 24’ê sibatê de li dijî Ukraynayê şer da destpêkirin. Çavê hemû cîhanê li ser vî şerî ye. Serokê Yekîtiya Rêxistinên Kurd a Navneteweyî ya Moskovayê Arîf Ezmanî têkildarî geşedanê li Ukraynayê bi Xwebûnê re axivî.
Arîf Ezmanî anî ziman ku hemû çapemeniya cîhanê bi baldarî rewşa Ukraynayê dişopînin û wiha got: “Serokê Rûsyayê Vilademir Putîn ev operasyon wekî ‘operasyona li dijî nîjadperest û tundrewan’ pênase kir. Kesên li ser Ukraynayê hikûmdar wekî kesên nijadperet û şoven ên li dijî gelê xwe pênase dike. Rûsya sînor derbas kir û ji herêma Donetsk û Luhanskê ku 3 roj berê serxwebûna Rûsyayê qebûl kiribûn dest pê kir. Rayedarên Rûsyayê yên herêmî her ji nîv saetê carekê daxuyanî didin û rapor didin. Heta niha hêzên Rûsyayê bi temamî Başûr û Rojhilatê Ukraynayê dagir kiriye. Lê heta niha şerekî tund û dijwar pêk nehatiye. Wekî ku aşkera dikin gelek leşkerên Ukraynayê yên normal teslîm dibin û şer nakin. Fermandarê Leşkerî yê Rûsyayê jî daxuyanî da û got ‘Yên çekên xwe deynin û teslîm bibin ew tiştekî bi wan nakin’ Rusya di nava demek kin de pir pêş ket.”
Ezmanî bal kişand ser sedemên aloziya herêmê û diyar kir ku ji bo ev bûyerên ku îro pêk tên divê dîroka wan bê zanîn û ev tişt anî zaman: “Ger em tabloya global nas nekin em ê tu wateyê jî nedin vî şerî. Piştî hilweşîna Sovyetê ev alozî pêş ket. Bi taybetî piştî sala 2005’an şoreşek pêk hat. Ukraynayê ev wek ‘Şoreşa Orange’ pênase dikir. Lê Rûsyayê jî wek ‘darbe’yê bi nav kir. Serokê Ukraynayê yê wê demê Viktor Yuşçenko û Serokwezîr Yuliya Volodimirivna Timoşenko ku jin bû hatin ser rêveberiyê. Li diji Rûsyayê dijberiyek pêş ket û piştî wê jî li dijî Rûsyayê helwesteke nebaş pêş ket. Her ku çû di navbera Ukrayna û Rûsya alozî zêde bû. Meseleya xazê derket holê. Boriyê xazê di ser Ukraynayê re derbasî Ewropa dibû. Rûsya piştî vê aloziyê biryar da ku boriyê xazê di ser Ukraynayê re derbas neke. Di sala 2009’an de Boriya Şîn derbasî Tirkiyeyê kir. Yek jî bi rêya bahrê şandin Ewropayê. Ji ber vê yekê rageşî pêş ket. Piştre di sala 2014’an de dîsa rageşî pêş ket. Ji ber ku li Ukraynayê hêzên desthilatdar û çekdar ku hêza xwe ji NATO û Ewropa digirtin, di serdema hikûmeta nû ya Petro Poroşenko zimanê Rûsyayê qedexe kirin. Bi awayekî fermî zimanê rûsî qedexe kirin. Wê demê gelê Ukraynayê ji sedî 80 zimanê rûsî wekî zimanê zikmakî qebûl dikir. Dîsa nêzî 13-14 milyon rûs li wir dijî. Ukrayna, Belerûs û rûs, koka wan yek e. Netewe û ola wan yek e. Ola wan ortodoks xirîstiyan in. Hem ji aliyê olî û hem jî ji aliyê nijadî yek in. Lê bi taybetî NATO’yê xwest ku dijminantiya di navbera Rûsya û Ukraynayê de kûr bikin. Siyasetmedarekî amerîki digot ‘Eger hûn dixwazin Rûsya parçe bikin, divê berî her tiştî hûn Ukraynayê jê biqetînin û bikin dijminê Rûsyayê. Wê demê em ê karibin bi Rûsyayê. Ev proje îro pêk tê. Kesên dixwazin desthilatdariyê bikin dixwazin gelê Ukrayna û Rûsya bikin dijminê hev. Lê ev gel nebûne dijminê hev. Her çend dewletê wan hev qebûl nekin jî gel nebûne dijminê hev. Piştî Rûsyayê bi referandûma adara 2014’an Kirim tev li xwe kir û bi vê re alozî kûrtir kir. Başûr û rojhilatê Ukraynayê ji sedî 65-80’yê wê rûs in. Lê piştî serxwebûna Kirimê li van herêman jî alozî pêş ket. Herêmên li vir vê carê federasyon xwestin.”
Lîstikên Tirkiyeyê
Ezmanî bal kişand ser rola Tirkiyeyê ya li Ukraynayê jî û wiha domand: “Tirkiyeyê wê demê jî di pey lîstikê de bû û niha jî bi heman rolê tev digere. Tê zanîn ku dewleta tirk di dîrokê de jî dewleteke keysparêz bû. Tirk dizanin kengî û çawa xwe bifiroşin. Wê demê çavê wê li Kirimê bû. Digot Kirim berê ya Tataran bû. Lê dema dihat Rûsyayê jî ji Pûtîn re digot em birayê hev in. Tirk pir ditirsin ku rûs piştgiriyê bidin faktora kurdan. Ji bo Rûsya piştgiriyê nedin kurdan tirk her tiştî dikin. Li aliyê din Tirkiyeyê tu carî alîkariya xwe ya ji bo Ukraynayê kêm nekiriye. Bi taybetî piştgirî daye Tatarên îslamîst. Demekê Fethullah Gulen tatar li dibistanên xwe perwerde dikir. Niha disa wan perwerde dike. Fikarek heye ku îro dîsa Tirkiye destê xwe bavêje tatarên îslamist û wan bidin şixulandin. Niha nûçe derbas dibin ku çar balafirên Bayraktar hatine xistin. Mehek berê Serokê Îstîxbarata Derve ya Rûsyayê aşkera got ku li gorî îstîxbarata wan tirkan nêzî 3 hezar îslamistên xwe yên sivîl derbasî Ukraynayê kirine. Di nava Ukraynayê de gelek dest hene. Sanaryoyên gelek mezin tên lîstin.”
Mesele berjewendiyên aborî ne
Ezmani bal kişand ser encama şer û wiha got: “Gelek pisporên siyasî yên rûsyayê çend tiştan tînin ziman. Dibêjin, ev alozî ne îdolojîk e. Ji ber ku Rûsya û Ewropa her du jî xwedî pergaleke kapîtalîst in. Aloziya di navbera NATO, Amarîka û Rûsyayê de ne bîrdozî ye. Ya Sovyetê bîrdozî bû. Mesele berjewendiyên aborî ne. Her çend Rûsya û Amarîka li ser dikê xuya bikin jî li pişt vê lîstikê Brîtanya heye. Di 16’ê adarê de Boris Yelstin konseptek nû ya Birîtanyayê ku bi navê ‘Konsepta Birîtanyaya Global’ aşkera kir. Derket holê ku derketina Brîtanya ya ji nava Ewropayê ne tesadufek e. Îngîltere doza çi dike. Îngîltere piştî sed salî ku hikmê xwe winda kiriye, dixwaze dîsa derkeve ser dikê. Dixwaze împaratoriya xwe ya global ava bike. Ji bo vê yekê jî dixwaze hêzên mezin bîne li hemberî hev. Dixwazin Rûsya û Amarîka bînin hemberî hev. Li vir Amarîka zimanekî hişk bikar neanî. Lê yê zimanê xwe tûj kirin Birîtanya û Erdogan e. Tayyip Erdogan jî û Mevlût Çavûşoglu jî şermezar kirin. Gotin ev şerekî mezin e. Em ê wekî mutefîkê NATO li dijî rûsan şer bikin. Îngîltere dixwaze Amarîka û Rûsya bîne hemberî hev. Yên tev li heviyê dikin tirk û îngilîz ne.”
Divê kurd baldar û hişyar bin
Arîf Ezmanî bal kişand ser gefên Erdogan ên li dijî Rojava û wiha berdewam kir: “Divê kurd pir baldar bin. Tirk dikarin pir bi hêsanî êrîşî Rojava bike. Dizane ku niha Rûsya û Amarîka li Ukraynayê bi hev mijûl dibin û pirsgirêk çêbûye. Ji ber vê yekê tirk dikarin bi hêsanî li dijî Rojava operasyonên mezin dest pêbike. Dîsa malbata Barzanî ku xwe bi temamî firotîye ku destûr bidin, tirk dikarin heta Kerkûkê jî bên. Ev talûke li ser kurdan heye. Tirk çima îro li cem Amarîka û îngiltereyê ne. Dibêje bihêle ez kurdan tasfîye bikim. Hûn çi bixwazin ez ê bikim. Divê em kurd pir hişyar bin.Li Efrînê bê sedem êrîşî Efrînê kirin. Tirkan dagir kir. Lê ew welatên Ewropa qaşo mafên mirovan diparêzin îro deng nakin. Îro tirk li Efrînê komkujiyê dike. Lê cîhan bêdeng e.”