6’emin Kongreya Asayî ya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Navenda Kongre û Çandê ya Nazim Hîkmet bi tevlêbûna hezaran kesan bi dûrişmeya “Bi Civaka Rêxistinbûyî Ber bi Jiyana Azad ve” dest pê kir. Kongreyê bi srûda “Her ne pêş” û rêzgirtinê dest pê kir. Eywana kongreyê bi alên DBP’ê hatiye xemilandin. Li eywanê pankartên bi kurdî tirkî yên wekî “Yekitiya neteweyî ne bijarteyeke, mecbûrî ye” , “Em bi israr in ku bi hişmendiya neteweya demokratîk siyasetê bi rêxistin bikin” û “Jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan” hatin daliqandin.
Di kongreyê de Hevserokê dîwanê Dogan Erbaş, polîtîkayên hikûmetê yên şer rexne kir bal kişand ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a aştî û demokrasiyê:
Axaftina Erbaş wiha ye: “Salon pir biçûk e. Em di ferqê de ne. Nêzî mehekê hevalê me ji bo salonek mezin ketin nava hewldanên. Lê ji ber ku li salonên mezin cih nedan, hevalê me neçar man ku em li vê salona biçûk vê kongreyê pêk bînin. Em wekî dîvanê ji bo li vê salona biçûk e, em lêborînê dixwazin. Lê cihê me deng e, dilê me fireh e. Têkoşîna hebûna xwe biparêze û azadiyê mezin bike didome. Îro em rastiya şerê ku ketiye roja 4’an de didome. Rastiya ‘Kesên di şer de bi ser dikevin tune’ heye. Em kesên ku li Moskova û gelek welatên cîhanê dibêjin ‘Ev ne şerê me ye, şerê Pûtîn e’ ji dil silav dikin. Di şer de yê êşê dijîn gel in. Îro kesên li dijî şer û diyar dikin ku çareserî bi aştî û diyalogê pêş dikeve me kêfxweş dike. Dema em dibêjin yên li dijî şerê Ukraynayê divê li dijî şerê Efrînê bin jî dibêjin hûn tev li heviyê dikin. Dayikên me dibêjin çi? Dema zarokên xwe dan axê digotin ‘Dil û kezeba me şewitî bila dil û kezeba dayikên din neşewitin.’ Li hemberî dayikên wisa rexneyên ku tên kirin ne rast in. Em li dijî hemû şeran in. Em li dijî hemû êşan in. Dilê me bi kesên li dijî şer in re ye. Sibê 28’ê Sibatê ye. 28’ê Sibatê ji gelek aliyan ve girîng e. Belkî darbe tê aqilê hin kesan. Lê ji aliyê me ve 28’ê sibatê wateyek pir cuda heye. 28’ê Sibatê di heman demê de ger ku pêk hatibûya dê îro gelek pirsgirêk nejiyane. Di heman demê de roja îmzekirina Mutabakata Dolmabahçeyê de ye. Di serî de Rêzdar Abdullah Ocalan û hemu kesên keta wan ket vê mutabakatê em tevan silav dikin.” Axaftina Erbaş bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hat qutkirin.
Erbaş anî ziman ku di aştiyê de lîstik çênabin û wiha lê zêde kir: “Di şer de lîstik çê dibin, lê di aştiyê de lîstik çênabin. Em bang li CPT û hemû rêxistinên din dikin. Demek beriya demekê deriyên Îmraliyê vekin û pirsgirêkê çareser bikin. 24 salin Birêz Ocalan her kêliyên xwe ji bo çareseriya demokratîk dema xwe derbas kir û lê hûr bû. Pêşniyarên xwe pêşkêş kir. Divê ev rastiya bê zanîn. Ku neyê zanîn neheqî dibe.
Sibê partiyên muxalefet tên cem hev. Ger ku alîgirê demokrasî û aştiyê ne, divê rastiya îmraliyê jî bibînin û ciddî nêzî Îmraliyê bibin. Yên rastiyê nebînin nikarin pirsgirêkan çareser bikin. “
Di kongreyê de Hevseroka Dîwanê Feleknaz Uca jî anî ziman ku dibe ku cihê wan teng be lê tu nez nikare wan asteng bike û wiha got: “Lê tu hêz nikare pêşiya têkoşîn û berxwedana me bigire. Li ku dibe bila bile em ê bi têkoşîn û rêxistina xwe bersîva gelê kurd naqete bidin. Gelê kurd li li dijî hemû zilmê serî û çongê danîne.”
Li ser navê Dayikê Aştiyê: “Silavû hurmetê xwe ji were dişînim. Dayikên kezebşewitî hûn tev bi xêr hatin. Li ser navê dayikan ez vê kongeryê silav dikim. Hevî dikim ku bibe wesîleya aştiyê, berdanagirtiyên azadiyê. Dibêjin kurd qediya ne. Tenê bila tenê 2 saetan bepiya kurdan vekin. Wê demê dê hêz û berxwedana kurdan bibînin. Ew çiqas bi ser me de bên em ew qas mezin dibin. Em vê kongerê li dayikan û girtiyên zinanan pîroz dikin. Îro tiştekî em winda bikin tune. Tenê rêyek li pêş me heye, yekîtî yekîtî û yekîtî.”
Mîthat Sancar: Yekitiya Neteweyî ferz e
Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar jî li ser rola DBP’ê ya Yekîtiya Neteweyî û aştiyê rawestiya. Sancar, anî ziman ku heta aştî li Tirkiyeyê pêş nekeve demokrasî jî pêş nakeve. Sancar, destnîşan kir ku aştî û demokrasî jî bi çareseriya pirsgirêka kurd pêk tê.
Axaftina Mîthat Sancar wiha ye: Ez we hemuyan bi dilgermi silav dikim. Hûn hemû bi xêr hatin cê kongreya bi coş. DBP di tekoşîna demokrasiyê û aştiyê de xwedî cihekî taybet e. Niha kongreya 6’emîn dike. Ez bawer dikim ku dê bi hêzek mezin bimeşe. DBP di heman demê de pêkhateya HDP’ê ye. Wekî pêkhateyên din ên HDP’ê bi fedekarî û biryariyek mezin têkoşîna aştî û demokrasiyê dimeşîne. Ji ber vê yekê piştgiriyek mezin daye têkoşîna HDP’ê. Hebûna me, sazîbûna me û meşa me li ser esasê pircure, pir bawerî, pir ziman û vîna xurt hatiye avakirin. Yekîtiya me bi hêza gel pêk tê. Li her derê û her demê li dijî mirinê, li dijî şer, hêza me ya herî mezin gelê me ye. DBP di nava HDP’ê de berpirsiyariyên taybet digire ser xwe. Yek jê jî berpirsiyariya Yekîtiya Neteweya Kurd e. Rolek mezin daye ser xwe û pêk tîne. Xebatên taybet ên DBP’ê hêjayî pîrozkirinê ye. Gelê kurd li her derê bi polîtîkayên înkar û polîtîkayên tecrîdê re bi rû ye. Rêveberên gel li dijî van polîtîkayan xebatên Yekîtiya Neteweyî pêş dixin. Li dijî polîtîkayên înkar û tecrîdê Yekîtiya Neteweyî mecbûrî û pir girîng e. Divê tu kes hincetan nîşan nede û ji bo yekîtiya neteweyî bi lez û bez berpirsiyariyê bidin ser xwe. Li Tirkiyeyê heta aştî pêk neyê demokrasî pêk nayê. Ji bo vê yekê jî divê pirsgirêka kurd bi rêya demokrasiyê çareser bibe. Têkoşîna aştî ne tenê berpirsiyariya herêmekê ye. Werin em bi hevre ji bo aştiyê biqîrin. Aştî hema niha û li her derê lazim e. Li dijî têkoşîn û rêxistina me êrîşek pir mezin heye. Lê li dijî vê yekê vîn û baweriyek me ya pir xurt heye. Li girtîgehê hevalên me wekî dîlgirtiyên siyasî tên girtin. Têkoşîna azdiyê ji bo yekîtiya gelan têkoşînek nebe nabe ye. Têkoşîna azadiyê ji bo rûmeta gelê kurd nebe nebe. Têkoşîna azadiyê ji bo hemû hemû girtiyên siyasî bên berdan nebe nabe. Em tu carî ji têkoşîna azadiyê tawîzê nadin. Em bi serbilindî meşa xwe ya aştî, demokrasî û azadiyê didomînin. Baweriya me tam e.
Esengul Demîr: Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr wiha got: Li Rûsyayê bi hezaran kesan li dijî şerê Ukrayna daketin qadan. Ev tenê li dijî şer derneketin qadan. Di heman demê de li dijî xizanî û tundiyê derketin qadan. Divê gelê Tirkiyeyê jî li dijî şer derkevin qadan û milê xwe bidin hev. Ji bo vê yekê divê fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên guhdarkirin. Birêz Ocalan li Îmraliyê di şertên giran ên tecrîdê de tên girtin. Ji ber ku hikûmeta Tirkiyeyê aştiyê naxwaze û şer dixwaze deriyê Îmraliyê digirin. Divê hemû karker, gelên bindest bêjin rêya aştî û çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe. Jiyan di berxwedanê re derbas dibe. Ji niha û şûnde berxwedana me dê bêtir mezin bibe û bidome. Dem dema azadiyê ye, dem dema serkeftinê ye.”
Keskîn Bayindir; Eger li Şirnexê siyaseta qirkirinê hebe li Enqereyê demokrasî nabe
Hevserokên Giştî yên DBP’ê Keskîn Bayindir û Salîha Aydenîz jî axivîn û bal kişandin ser rêya çareseriyê. Bayindir bi kurdî û Aydenîz jî bi tirkî axivîn.
Axaftina Kesîn bayindir wina ye:
“Ji Ameda ku navê lehengan li ser dile xwe kolaye heta Dêrsima ku çok nedana wê hê jî bûye dert. Ji Botana ku bi xweydana eniya egîdan diilê xwe şûştiye heta Serheda ku çiyayên bilind ji xwe re kiriye star û geliyên xwe diparêze.
Ji Cizîra berxwedêr a ku me kiriye şirîkê evîna Mem û Zînê heta Rihaya qedîm a dayika Amara. Jinên leheng, ciwanên têkoşer û gelên me li vir in. Hun bixêr hatine, ser seran, ser çavan re hatine. Em dizanin ku wê dengê me bigihîjê Rojavaya ku asîmanê azadiyê bi xwîna xwe kil kiriye, Rojhilata ku bûye şevçira me, Başûra ku çiyayên wê bûye hêlina azadiyê, Êzidiyan ku 73 cara bûn axîna me lê dest ji axa Şingalê bernedene.
Û helbet wê dengê me bigîhîje girava Îmraliyê ku dil, rih û hêviyên me tîne ba hev.
Têkoşîna kurdan
Herwiha ji bajêrên cüda yên Tirkiyê gelên ku bûn rêhevalê êş, xem û têkoşina me jî li vir in. Hun bixêr hatine.
Gelê me yê hêja Ew gelê ku bi salan e li ser vê axa qedîm têkoşîna azadiyê û rûmetê dimeşîne; ez careke din we hemûyan bi rêzdarî û hezkirin silav dikim! Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk, ji bo me rûmeteke mezin e. Partiya me li ser koka xwe ya sedsalî ya ku bi têkoşîneke bênavber û ligel ked û bedelên giran heta îro hat û ev meş, heta roja felat û azadiyê wê bidome. Rêhavaltiya vê rêya pîroz em careke din dibêjin ji bo me rûmeteke bêhempa ye.
Gelê me yê rêzdar, Kurd li ku dera cîhanê bin jî bi salan e ji bo mafên xwe yên bingehîn bi bedelên giran têkoşîneke mezin dan. Her çiqas hêz û rêveberiyên desthilatan guherîbin jî, taybetmendiya wan a sereke neguheriye û ev taybetmendî jî neyartiya wan a li Kurdan e. Van hêzan ne tenê ziman û çanda kurdan înkar kirin, ax, av û jiyana wan jî desteser kirin û xwestin hebûna kurdan ji holê rakin. Xetereya tunekirina hebûna gelê Kurd ji holê ranebûye. Sedema bingehîn a vê xetereyê, parçebûna têkoşîna Kurdan e. Weke Partiya Herêmên Demokratîk em têkoşîna hevpar a netewî ya her çar parçeyên Kurdistanê diparêzin û diyar dikin ku em amade ne ku di vî warî de berpirsyariya xwe bi cih bînin û çi peywir bikeve ser milê me jî em ê hilgirin!
Kongreya Neteweyî
Gelê me yê rêzdar, Heta gelê Kurd di nav xwe de yekîtiya netewî ava neke ev metirsî û pirsgirêkên li her derên Kurdistanê li dar in nayên çareserkirin. Ew yekîtiya ku em wek DBP’ê dixwazin ava bikin li ser xeta neteweya demokratîk e.
Pêngava yekemîn a neteweya demokratîk, lidarxistina kongreya netewî ya çar parçeyên Kurdistanê ye. Êdî nabe ku kongreya netewî were paşxistin. Weke Partiya Herêmên Demokratîk em ji hemû aliyên siyasî û nûnerên Kurdistanê re radigihînin ku em amade ne hemû berpirsyariya xwe ji bo lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê bigirin ser milê xwe.
Gelê me yê rêzdar, polîtîkayên şer, înkar û îmhayê yên ku îro Kurdistan rubirû ye, çavkaniya xwe ji netew-dewlet û dagirkeriya înkarê ya yekperest digire. Di dîrokê de hemû çavkaniyên Kurdistanê hatine dagirkirin û desteserkirin, bi înkar, pişaftin û mêtingeriyê dijminên gelê Kurd xwestine ku Kurd bên tunekirin. Kurdistan îro bi şêwazên nû yên kolonyalîzmê re rûbirû ye. Wêrankirina Heskîfa 12 hezar salî, hilweşandina bîr û çanda Sûrê, avakirina bendav û qeleqolên li seranserê erdnîgariya me, şerê taybet li dijî ciwan û jinan, rûxandina sîstematîk ya li ser goristan û miriyên me jî encamên polîtîkayên dagirkeriyê ne. Ji ber vê sedemê têkoşîna li dijî kolonyalîzmê û hêzên xiyanetê bingeha xeta me ye. Em her nêzîkatiyên ku dixwazin Kurdistanê di bindestiyê de bihêlin jî qebûl nakin.
Statuya gelê kurd nebe nabe
Rêhevalên hêja, pirsgirêka Kurdan a herî mezin pirsgirêka statuya gelê Kurd e. Bi sedan sal e hem hêzên statukoparêz ên herêmê û hem jî hêzên hegemonîk ên cîhanê ligel hev Kurdistan parçe kirine û bê statu hiştine. Ji Bakur heta Rojhilat, ji Başûr heta Rojava Kurdan berxwedanên mezin nîşan dan. Daxwaza herî bingehîn a Kurdan ew e ku li ser erdnîgariya xwe bi ziman, çand, vîn û şêwaza rêveberiya xwe jiyaneke bi rûmet ava bike. Ev daxwazên Kurdan ancax bi makezagoneke wekhev û demokratîk pêk were. Em careke din tînin ziman ku pirsgirêka Kurd bêyî diyarkirina statatuya gelê kurd nayê çareserkirin. Ji xeynî Makezagoneke Demokratîk ku statuya Kurdan nas bike tu garantiya çareseriyê nîne.
Gelê me yê hêja, Gelên cîhanê îro bi gelek felaket û qeyranên giran re rûbirû ne. Ji xizaniya giran bigirin heta krîza di warê tenduristiyê de, ji wêrankirina ekolojîk heta krîza penaberiyê, ji zordestiya rejîmên totalîter ên yekperest heta krîza zayendî, felaket li tevahiya cîhanê belav bûye. Sedema van encamên giran û van qeyranên piralî modernîteya kapîtalîst û pergala netew-dewletê ye. Em wek Partiya Herêmên Demokratîk, li dijî yekperestiya netew-dewletê Konfederalîzma Demokratîk diparêzin. Di nav hemû pargalan de tenê Konfederalîzma Demokratîk dikare hemû herêman li gel hemû cûdahî û taybetmendiyên xwe tevlî rêveberiyan bike û potansiyela xwe ji bo neteweya demokratîk derbixin holê. Konfederalîzm ji bo jiyana bi hev re, ne tenê li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û heta Amerîkaya Latîn ya ku bi salan e şer lê dewam dike û heta Afrîka û Ewropayê, dikare bibe modeleke alternatîf.
Perwerdehiya kurdî her tim daxwaza me ya sereke ye
Rêhevalên hêja, Em wek Partiya Herêmên Demokratîk baş dizanin ku li vê ardnîgariyê encax modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk erêkirina gelan esas bigire û tevlîbûneke demokratîk ava bike. Weke DBP’ê ji bo çareseriya siyasî ya bingehîn em Xweseriya Demokratîk diparêzin!
Gelê me yê hêja, Hikûmeta AKP’ê salên dawiyê bi polîtîkayên qeyûman dest danîn ser îradeya gelê Kurd. Faşîzma AKP-MHP’ê bi desteserkirin û girtina wekîl û hevşaredarên Kurd Makezagona xwe û Peymana Xweseriya Herêmî ya Ewropayê binpê kirin û dixwazin statuya gelê Kurd bixin rewşa sedsala 20’an.
Zimanê kurdî ku yek ji zimanên herî qedîm ê Rojhilata Navîn e, ji sedsalekê zêdetir e piranî di raya giştî de hatiye qedexekirin. Temsîla dawî ya vê polîtîkaya zihniyeta înkar û qedexekirinê îro hikûmeta AKP’ê ye. Rêvebiriya AKP/MHP’ê li aliyekî zimanê kurdî di kanala fermî ya dewletê de wekî amureke propagandaya dijminatiya kurdan dişûxilîne, li aliyê din jî dersên bijarte wek xêr û xelat nîşan dide. Perwerdeya bi zimanê zikmakî daxwaza herî mezin a kurdan e. Weke DBP’ê em bi awayekî bêşert mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî û azadiya ziman di hemû qadên jiyanê de diparêzin. Ji bo destxistina mafê azadiya ziman em ê têkoşîneke ji her demê mezintir bidin!
Çareserî rêya sêyemîn e
Hevalên hêja, Niha jî em dibînin ku ji gelên Tirkiye û Kurdistanê re du xetên yekperest û neteweperest tên ferzkirin. Her du xetên desthilatdar jî li ser kedxwariyê û neyartiya gelê kurd ava bûne. Gelên me ne mecbûr in ku ji van xetan yekê hilbijêrin, ji ber ku her du jî yek in. DBP li hemberî van her du rejîman hêza parastin û avakirina Rêya Sêyemîn e. Rêya Sêyemîn ne tifaqa hilbijartinê ye. Xeta stratejîk û dûrdirêj e, ne taktîkî ye! Rêya Sêyemîn nêrîneke jiyanê ye ku xwe dispêre ‘Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê’. Ne tenê xewn û xeyaleke polîtîk e, di eynî wextê de daxwaz û îradeya avakirina jiyaneke nû ya civakî, aborî, ekolojîk û zayendî ye.
Kurd û hêzên demokratîk di nav qada siyasî a Tirkiyê de bi Stratajîya Rêya Sêyemîn avaker û pêşengên jiyaneke nû ne.
Em xwedî hêzeke mezin in. Em ê vê hêzê ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên ku em pê re rûbirû ne, bi taybetî jî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd seferber bikin. Gelê Kurd ji bilî serkfetina mezin a azadî û demokrasiyê piştgiriyê nade tu siyaset û xetên şîlo û bêbawer!
Gelê me yê hêja; îro li Tirkiyeyê parastina siyaseta demokratîk berpirsyariyeke giring e û dîrokî ye. Îro parastina siyaseta demokratîk parastina civakê bi xwe ye! Tekane partiya ku li dijî du rejîmên netewperest, nijadperest û yekperest, siyaseta Rêya Sêyemîn ava dike HDP ye. Tekane partiya ku li dijî şer, kedxwariyê, cudakirinê, nijadperestiyê, faşîzmê û li dijî desthilatdariya mêran li ber xwe dide dîsa HDP ye. Lewma parastina HDP’ê parastina gelan û civakê ye. Em jî wek DBP’ê em fikriyata HDP’ê diparêzin û li dijî hemû xeter û êrişan em HDP’ê mezin dikin.
Têkoşîna hevpar pêwist e
Kurdistaniyên hêja û gelên Tirkiyeyê; qedera gelên Kurdistanê û qedera gelên Tirkiyeyê bi hev ve girêdayî ye. Ji ber ku gelên li ser vê erdnîgariyê rastî heman êriş, tundî û zext û zordariyê dibin, cudakirina wan ji hev çênabe. Îro li Tirkiyeyê yên ku tên înkarkirin kurd in, yên tên perçiqandin kedkar, jin in ku rastiya tundiya qirkirinê tên, elewî ne ku di temamê dîrokê de ji ber baweriya xwe hatine tepisandin. Penaber in ku ji ber şerên zordaran mecbûr mane cih û warên xwe biterikînin. Li dijî derketina vê çerxa mêtingeriyê bi têkoşîna hevdem a li Kurdistan û Tirkiyeyê pêkan e. Yekîtiya têkoşîna hevpar dê li Tirkiyeyê demokrasiyê û li Kurdistanê jî azadiyê ava bike. Belê, em bawer dikin ku demokratîkbûna Tirkiyeyê û azadbûna Kurdistanê pêvajoyên bi hev re girêdayî ne. Eger li Şirnexê siyaseta qirkirinê û tunekirinê hebe, li Enqereyê jî demokrasî ava nabe!
Gelê me yê hêja; bi hezaran Kurdên ku li dijî îmha û înkarê derketine îro di zindanan de rehîn tên girtin. Ev pêkanîn astengiya herî giring e li hemberî çareserkirina Pirsgirêka Kurd. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan gava ewil ew e ku rê li pêşiya siyaseta demokratik were vekirin. Em wek DBP’ê bang dikin ku di serî de Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran da tê girtin û hemû girtiyên siyasî demildest serbest bên berdan.
Me çareserî lê AKP’ê şer hilbijart
Gelê me yê birûmet; rêhevalên hêja, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan û şertên muzakereya demokratîk çareseriyeke zelal heye. Çareaserî; Makezagona Demokratîk û Muhatabê esasî jî Birêz Ocalan e. Peymana Dolmabahçeyê û metna ku li wir de hat xwendin gaveke dîrokî bû ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan. Lê belê desthilatdariya AKP’ê bi şerxwazan re ket nava tifaqê û riya şer hilbijart.
Li pêşiya Tirkiyeyê du rê hene: yan ew ê şerê li dijî temamê Kurdan bidomîne û bi vî awayî wê temamê Tirkiyeyê wenda bike. Ya jî ew ê aqilê çareseriyê hilbijêre û ji bo çareseriya demokratîk pêvajoyekê bide destpêkirin. Em dîsa diyar dikin ku cihê çareserkirina pirsgirêkan, bi muhatabên rast re, Meclisa Enqereyê ye.
Ciwanên birûmet, hêzên pêşeng ên têkoşîna me; di vê têkoşînê de yên ku berxwedana mezin pêk anîne her tim ciwan bûn. Ewên li pêşiya me meşiyan û rê nîşanî me dan ciwanên şoreşger bûn. Ev mîras bi ciwanan dest pê kir û dê ‘ji Kurdistanê re azadiyê, ji Tirkiyeyê re demokrasiyê bîne’. Li hemberî hemû zext û zordariya dewletên mêtinger ciwanan gavek jî paşde neavêt. Bi baweriya serfiraziyê em li we hemû ciwanan silav dikin!
Dê tu hêz nikaribe rê li pêş têkoşîna kurdan bigire
Gelê me yê hêja; ev sedsal wê bibe sedsala Kurdan. Tu hêz wê nikaribe pêşiyê li ber Kurdan bigire ku ber bi serfiraziyê ve dimeşin. Kurd wê erdnîgariya xwe biparêzin, li welatê xwe jiyana azad ava bikin. Bi vê wesîleyê em aşkera dikin ku 21’ê Adarê li dijî zilm û zordariya zaliman, nîşana roja azadiya gelê Kurd e, em ê bi coşek mezin pîroz bikin. Ji niha de Newroz li me hemûyan pîroz be!
Ev Newroz dê bibe destpêka serfiraziya mezin a Kurdan!
Dem dema serkeftina mezin e li Kurdistanê!
Dem dema azadiyê ye!
Dem dema avakirina Kurdistana demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan e!
Ez bi hêviya azadî û aştiyê silavan li we hemûyan dikim!”
Kongreyê bi xwendina raporan û hilbijartinê berdewam kir.