Tevgera Jinên Azad (TJA), dê çalakiyên îsal a 8’ê Adarê bi dirûşma “Dem dema azadiya jinan e” pêk bîne. Jinan bernameya 8’ê Adarê bi civînekê eşkere kir. Di bernameyê de hemû jin bi kincên gelêrî beşdar bûn. Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulistan Atasoy, endam û rêveberên Komeleya Jinê ya Rosa û Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Aktîvîsta TJA’yê Neslîhan Acar bernameya 8’ê Adarê bi kurdî xwend.
Daxuyaniya TJA’yê wiha ye:
“Bi hêza wateya hebûna jinê, em bi keda xwe û nirxên dîrokî yên ku me afirandine careke din 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi ruhê berxwedanê pêşwazî dikin. Jinên berxwedêr ên sala 1910’î ku 8’ê Adarê ji dîroka têkoşîna jinê re wek mîrate hiştine heta roja îro bi lêzêdekirinî gihandin vê hişmendiyê ku piştgiriya enternasyonal di hêza hilweşandina desthilatdariyên faşîst de ye. Em jî weke TJA’yê careke din diyar dikin ku em ê 8’ê Adarê ku yek ji qadên me yên têkoşînê ya li hember zîhniyeta dewletparêz a serdestiya mêrane ye di her qada jiyanê de bi awayekî layiqî rastiya wê ya dîrokî li hemû qadên jiyanê pêşwazî bikin. Di dema ku qadên 8’ê Adarê bi tilîliyên me coşiyan de, bi bawerî û wêrekî; bi piştgirî û bi hev re bi dahina soza bilindkirina serhildanê em hemû jinên cîhanê bi hezkirin silav dikin.
Sedsala 21’ê berpirsiyariya bûyîna sedsaleke ku jin bi hemû nasnameyên xwe yên hevbir li qadên hevpar werin ba hev û têkoşînê veguherîne destkeftinê nîşanî me dide. Hincetên me yên mafdar ên ji bo derxistina holê ya ruhê 8’ê Adarê û hêza ku veguherîne serhildana hemû jinên cîhanê bi hezaran sal in berdewam dikin.
Qirkirina jinê qirkirina civakê ye
Saziyên ku li ser navê dewlet-mêrane di desthilatiyê de di derbarê hebûna jinê de ku şaneya bingehîn a civakîtiyê ye tev digerin her roj bi polîtîkayên tundî, tecawiz û mirinê bi awayekî hovane êrîşî jinan dikin, qirkirinên jinan bi hejmarên weke bîlançoya şer ji çapemeniyê re tên dayîn. Jinên ku ji bo parastina mafê jiyanê ku mafê herî bingehîn e li hember hişmediya mêrane xweparastina xwe bipêşxistine ji hêla daraza mêrane ve dûçarê cezayê herî giran dimînin.
Sala 2021’ê ku têkoşîna azadiya jinê, bû jêderka tirsê ya mîhraqên desthilatiyê bûye saleke ku polîtîkayên qirkirina jinan gihiştiye asta hovîtiyê. Pergala serdest a mêrane ku êrîşî nirxên civakî yên jinan dike, bi pêkanîna qirkirina jinê, bi hemû polîtîkayên xwe yên qirêj û zexel dixwaze rastiya tevna civakî jî parçe bike. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku dijminê jinê ye pir baş dizane ku wê bi jinên azad re jiyan azad bibe û desthilatdariya wan bi dawî bibe xwe bi îdeolojiya zayendperest a netew-dewletî bi rêk û pêk dike û yek ji polîtîkayên şerê taybet li hember jinan didomîne ye. Wekî jinên Kurd ku li ser vê bingehê bi sepanên tekparêz û navendîparêz di hedefa polîtîkayên şerê taybet ên zayendîparêz, olperestî û neolîberal de ne, em ji bo hesabpirsîna hemû êrîşan bi hêza xwe ya xweîradeyî di 8’ê Adarê de careke din serhildana xwe mezin dikin.
Zimanê dayikê neynika heqîqeta civakê ye
Bi qedexekirina zimanê dayikê ku yek ji sedemên hebûna me ye û bi qirkirina çanda me, bi polîtîkayên netew-dewletê tê bişaftin û tune tê hesibandin. Bûyerên lînçê ku ji ber strangotin û axaftina bi Kurdî hatin jiyandin ji hişmendiya dijminatiya Kurdan û zimanê wan, çand û hunera wan xwedî dibe. Weke jin li hember van polîtîkayên qirkirina çandî ji bo di hemû qadên jiyanê de têkoşîna bi zimanê dayikê, çand û hunera xwe bidin jiyîn em dê pêşengtiya di têkoşînê de bidomînin.
Xizaniya jinê ne qeder e
Di pêvajoya Covid 19 de ku hîna jî bandora xwe li tevahiya cîhanê didomîne, jin qat bi qat hatiye xizankirin, neçar hatiye hiştin ku li malan were pêgirtin, keda wê ya nav malê hatiye bêqîmetkirin û hewcedara mêr û dewletê hatiye kirin. Rastiya dîrokî ya jinê ku kedê hilberandiye û wê civakî kiriye, îro li bazarên taxan fêkiyên xerabûyî berhev dike, di nav berf û zivistanê de di rêza nanê erzan de disekine. Bi îxracên ji hêla Biryarnameyên Hikma Qanûnî ve, bi sirgûnan, bi xizankirina ku ji ber qeyrana aborî mezin dibe bêîradebûn, bêhêvîbûn û xizanbûna civakê tê xwestin bihêlin. Jin ji birçîbûn, serma û nexweşiyê zarokên xwe winda dikin; jiyana xwe bi awayeke bêewle didomînin. Bi wesîleya 8’ê Adarê em careke din destnîşan dikin ku jiyandîtina polîtîkayên ekolojîk, komunal û azadkirina keda jinê ji bo xweşhaliya civakî pêwîst e.
Peymana civakî ya jinan bingeh e
Jin bi rêxistinkirina li ser xeta azadiya jinê têkoşîna xwe ya li hember faşîzmê mezin dikin; Pergala serdest a mêrî ku li hemberî bilindbûna têkoşîn û berxwedana jinê ji windakirinê ditirse, bi êrîşên zêdetir hewl dide encamê bigire. Her wiha êrîşên xwe yên li ser destkeftiyên jinan ku bi ked û hewldaneke mezin bi dest xistine jî zêde kirine. Bi rejîma qeyûmiyê ku navê sepanên tekparêzî û navendîparêziyê ye pergala hevserokatiyê krîmînalîze kiriye û bi wê awayê îradeya gel xesp kiriye, qeyûman saziyên jinan ku beriya her tiştî êrîşê wan kirin an qefaltin an jî bêerk dan hiştin, civakê ji êrîşan re dan vekirin û ji polîtîkayên şerê taybet re qadê dahine vekirin. Hikûmeta AKP-MHP’ê ku ji Peymana Stenbolê ya li hember qirkirinên jinan vekişiya, niha jî qanûna bi hejmara 6284’an û nefeqeya xizaniyê kiriye hedefa êrîşên xwe. Herî dawî jî bi vesazkirina ku di sûcên tacîz û tecawizê de ‘şertê delîlên şênber’ derpêş dike bi rewşa bêcezabûnê ku rê li ber sûcên zayendî ve dike hêla xwe bi awayekî zelal nîşan dahiye. Bi van êrîşên ku di serdema desthilatdariya AKP-MHP’ê de bi zêdebûnî domdar bûne û hatine rewşa şerekî, berpirsyarê sereke yê jinên ku her roj tên qetilkirin û dê bên qetilkirin e. Li hember polîtîkayên zayendî û zagonên ku mêran bi navê jinan pêk anîne, îdîaya avakirina jiyanê ya bi îrade û biryarên xwe, îfadeyeke ruhê 8’ê Adarê ye.
Girtîgeh cihê sûc e
Her ku têkoşîna me ya ku parastina nirxên jinê yên jiyanê bingeh digre mezin dibe hişmendiya serdest a mêrî êrîşên xwe yên li ser jinê û Kurdan li her qadê li ser bingeha îmhayê didomîne. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku bi îlegalîzekirina TJA’yê û binçavkirin û girtina bi sedan hevalên me yên jin dixwaze têkoşîna jinê bi dawî bike di vê dema ku kêliyaxwe ya dawî dijî de êrîşkariya xwe zêde kiriye û bûye nûnera herî mezin a faşîzmê.
Kevneşopiya berxwedanê ya girtiyên siyasî yên jin ên li girtîgehên Tirkiyeyê zêdetirî 40 sal in ku ji daxwazên xwe yên azadiyê paşve neçûne berdewam dikin û tevî bedelên herî giran wek ewladên bi rûmet ên gelê xwe didomînin. Girtîgeh êdî bi awayekî fermî veguherîne cihê qetlê ya desthilatiyê û heta şaneya herî biçûk qirkirina girtiyan hatiye armanckirin. Îro li girtîgehên Tirkiyeyê bi dehan girtiyên siyasî ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê di sînorê mirinê de dijîn hene. Tu mirinek ku li girtîgehan tên jiyandin ne mirinek normal e qetlên siyasî ne. Herî dawî Garîbe Gezer ji ber ku îtaeta ji rêveberiya girtîgehê re red kiribû piştî îşkence û tecawizê hatiye qetilkirin, digel ku Aysel Tûglûk nikare bi tena serê xwe bijî li şûna ku rapora serbestberdana wê bide ji hêla Lijney Tiba Edlî ve hema bibêje dahina rapora mirina di girtîgehê de îfadeya şênber a dijminatiya desthilatî ya li hember jina Kurd û çavsoriya wî ya tolgirtinê ye. Dayikên me yên ku ji bo ji girtîgehan cenazeyên zarokên wan der neyên bi rojan e nobedariya edaletê digirin, Emîne Şenyaşar û malbata wê ku her roj li pêş edliyeyê ji kesên ku berpirsiyarên qetilkirina malbata wê ne hesabê dipirsin îfadeya dîrokî ye ku gelê Kurd dê di şexsê jinê de berxwedana xwe bi rûmet bidomîne.Hişmendiya nîjadperest a serdest a mêrî, her cure polîtîkaya êrîşê li dijî siyasetmedarên jin ên Kurd didomîne. Qatilê ku ji bo komkujî bi hêsanî ket avahiya partiyê ya Îzmîrê, xwest bi qetilkirina Denîz Poyraz li ser navê desthilatiyên faşîst kesên ku siyaseta demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê dimeşînin bitirsîne. Rastiya me jinên ku bi salan li dijî polîtîkayên îmha û înkarê li ber xwe didin, pêşengbûniya me ya hêrsa li hemberî qetilkirina Denîz Poyraz û xwedîderketiniya me ya li têkoşîna wê careke din xwe nîşanî pergala serdest a mêrî dahiye.
Çanda tecawizê û Tiryakê
Polîtîkayên fuhûş û tiryakê ku armanca wan şikandina vîna gelê kurd, xirakirin û qutkirina ji çand, huner û dîroka wî ye, li Kurdistanê bi destê çeteyan bi awayekî bipergal tên meşandin. Di demekî nêz de hevparên salona masajê ya li Wanê ku bi darê zorê fihûşê li jinan didan ferzkirin hêzên zebtî der ketin û ev ne tesadufek e. Cihgirtina peywirdarên dewletê ya di polîtîkayên bi bingeha dejenerekirinê de ku li Colemêrgê bi xefikan xistina jinan a fihûşê, firotina tiryakê ya li ber dibistanên Amedê û di gelek bûyerên din de der ketin holê, nîşaneyeke polîtîkayên şerê taybet e. Bi tacîz û tecawizan, wekî di şexsê Mûsa Orhanî de pêk hat kiryarên biunîforma bi pakkirinê tên meşrûkirin, polîtîkayên şerê taybet bi awayekî kûrtir û vekirîtir dikevin meriyetê. Li Tirkiyeya sedsala 21’an hê jî jin ji hêla dewletê ve tên windakirin. Duh keçên winda yên Dêrsimê û îro jî Gulistan Dokû 778 roj in hê jî nehatiye dîtin. Digel lêgerîna bênavber a malbata wê di şexsê Gulistan Dokû de ku li Dêrsimê hate windakirin pergala darazê ya dewleta mêrî weke ku talîmat lê hatiye kirin ji bo Dokû neyê dîtin di lehiya kiryarî de mudaxeleyî pêvajoyê dike. Em careke din di 8’ê Adarê de diyar dikin ku têkoşîna civaka exlaqî û polîtîk a jinan a li dijî polîtîkayên şerê taybet dê bi zêdebûnî bidome.
Ne tecrîd azadî
Di 8’ê Adareke din de jî, em destnîşan dikin ku di çareserkirina bi rêbazên demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd de muxatabî bi Birêz Abdullah Ocalanî ye û divê di zûtirîn dem de bi wî re têkilî bê dayin. Esareta birêz Ocalanî û rejîma tecrîda ku veguheriye şêweyekî rêveberiyê, pirsgirêkên civakî hîn bêhtir dixîne bêçareserîtiyê. Li hember desthilatdariya ku bêçaresertiya pirsgirêka Kurd di qirkirin, înkarkirin, bişaftin û qedexeyan de digere paradîgmaya azadiya jinê ya birêz Ocalanî, îfadeya ku wê jiyanê bi nirx bike ye. Şoreşa jinê ya ku li Rojava pêk hat rastiyeke ku ji hemû cîhanê re bûye mînak e. Rêya veguherandina vê paradîgmayê ya jiyanê bi xwe ji dabînkirina azadiya wê ya bê şert û merc derbas dibe Çareseriya qeyrana ku kesên ku hewl didin hebûna xwe bi polîtîkayên tekparêz, zayendîparêz û serdestîparêz bidomînin afirandine di dabînkirina azadiya Birêz Ocalanî de ye.
*Di pêvajoyeke wiha dîrokî de, ku desthilatdariya AKP-MHP’ê kêliyên xwe yên dawî dijî, em jin li ber berxwedana xwe ne, em birêxistin in, bi bawerî ne, bi biryar in.
*Soza me ew e ku di dema ku sedsala 21’an dibe sedsala jinan de em dê hevdîtinên xwe zêdetir bikin; Em dê bi perspektîfa têkoşînê ku bi parastina civaka azad, bi nasnameya jina azad û di nav têkoşîneke bi rûmet de jiyanê ji nû ve ava dikin li qadan bin.
*Em hemû rêhevalên xwe yên jin ku di têkoşîna azadiya jinê de bi baweriyên mezin ketine axê û îro jî rêya me ronî dikin careke din bi rêzdarî û minet bi bîr tînin; bi baweriya ku bi mîrasa ku dan ji me re hiştiye dê tifaqa jinan a navneteweyî mezin bibe, azadiya civakî bi tifaqa jinê pêk were, pergala serdest a mêrî têk biçe û jiyana azad a jinê bingeh bê girtin em bang li hemû jinan dikin ku 8’ê Adarê bi coş pêşwazî bikin,
Bernameya 8’ê Adarê
Di 25’ê Sibatê de li Navçeya Kerboranê ya li bajarê Mêrdînê ye dê Starta me ya 8ê Adarê ya Navendî were li dar xistin.
Di serî de Amedê, Êlih, li Navçeya Silopya ya Şirnexê, Wan û Dêrsimê Mitîng werin li dar xistin.”