13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Kes bi dersên hilbijartî fêrî zimanê zikmakî nebe’

Bernameya ‘Hefteyê Zimanê Zikmaki’ ku Komeleya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Wêjekarên Kurd, Tora Ziman, Pena Kurd û Enstîtuya Kurdî ya Amedê di çerçoveya “21’e Sibatê Roja Zimanê Ziamaki a Cîhanê” de dabûn destpekirin, berdewam dikin. Bernameya îro li Demirok a li navçeya Yenîşehira Amedê, bi şahiyê destpê kir. Hevserokê MED-DER’E Rifat Ronî û Şîlan Elmas,Endamên Platforma Zimanê Kurdî,Hevserokê Partîya Herêmên Demokratîk Saliha Ayyildiz, Parlementerên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosin Îmam Tascier, Nurettîn Macin, endamên Rêxistina Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên Saziyên  Sivîl a civakî û gelek welatî beşdarî şahiyê bûn.

Hevserokê MED-DER’E Rifat Ronî anî ziman ku îro ji bo zimanê kurdî û ji bo kurdan rojeke bi wate û roja şahiyê ye. Tê zanîn gelê kurd 40 sal in şahî û şîna xwe di nav hevdû de pêk tînin. Her çiqas li Efrînê, Hesekê û Maxmûrê şîn hebe jî em îro jî bo stêrka zimanê kurdî li ezmana geş bibe li vir in. Daxwaza herî sereke ew e ku pêwîste zimanê kurdî jî ji pêş dibistanê heta paş dibistanê bibe zimanê kurdî.

Ronî qala  nêzîkatiyên desthilatdariyê yên li ser  zimanê kurdî  kir û wiha got: “Dewlet dema ji bo zimanê kurdî tiştekî dike wek nîmetekê nîşan dide. Lê heta îro ji bo zimanê kurdî tu tişt nekiriye. Bifikirin di zanîngehan beşa wêjeya zimanê kurdî vekirin qaşo. Dewlet dibe mîn TRT 6 vekiriye ji bo zimanê kurdan lê 63 peyv  hatiye qedexekirin û propaganda li dijî kurdan tê kirin.”

Der barê girîngiya zimanê kurdî de bal kişand ser dersên hilbijartî û ev tişt anî ziman: “Wek her kesî û wek her zimanekê li cîhanê hewceye mirov bi zimanê xwe perwerde bibe û bingeh li ser zimanê dayîkê ava bibe. Lê Tirkiye zimanê kurdî wek zimanekî biyanî dibîne û ji ber wê jî têxe kategoriya dersa hilbijartinê. Em tev dizanin ku heta îro jî tu kes bi dersên hilbijartî fêrî zimanê nebûye. Ji xeynî vê jî zimanê kurdî ne zimanekî biyanî ye.Zimanê kurdî zimanekî qedîm ê li ser vê axê ye.”

Piştî axaftine Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz ewilî zazakî axivî wiha got: “Ziman hebûna gelekî ye, paşeroj û rih e . Em ji bo zimanê xwe pêş bixin em ê xebatên xwe bidomînin. Desthilatdar dijminatîya xwe ya li ser kurdan bi qedexekirina ziman û bi bişaftinê nîşan dide”