Malbatên girtiyên nexweş 94 roj in li Baroya Amedê di çalakiya ‘Nobeda Edaletê’ de ne. Di çalakiya îro de xwîşka girtiyê bi navê Abdulselam Ada,Reşahad Ada axivî û wiha got: “Em ji vir çûn heta Enqereyê lê heta niha jî me tu bersiv ji wan negirtiye û hê jî em bê deng in.”
Reşahad Ada ji bo cezayê dîsîplînê yên birayên xwe ev tişt anî ziman: “Be sûc cezayên disipline dane birayên min Abdulselam Ada. Ev 3 heftîne ku me birayê xwe ne ditiye ne jî dengê wî bihîstiye.”
Ada dawî de axaftina xwe de wiha got: “Ne 3 meh 10 sal ji be em ê ji bo edelatê dengê xwe rakin. Em dibêjin bila zor û zilma di girtîgehan de ji holê rakin. Girtîyên nexweş bila bên berdan û ê ku cezayên wan qediyane bila înfazên wan ne şewitînin. Em ê heftiya bê 3 rojan li qadan nobedê bigrin”