Namzetê Serokkomariyê yê Fransayê Fabien Roussel, li ser hesabê xwe yê Twîtterê ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan peyamek parve kir.
Namzetê Serokkomariyê yê Fransayê Fabien Roussel bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Abdullah Ocalan li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek weşand.
Roussel, bi etîketa #freeocalan ev peyam weşand: “Rêberê Gelê Kurd A. Ocalan 24 sal in li dijî peymanên navneteweyî tê girtin.”
Azadkirina wî dê rê li ber aşitiyê veke ku projeya pêşverû, femînîst û ekolojîk a ku kurd hilgirê wê ne.”