Mêrikek ji eşîra beraziya serê sibehê zû rahişt darê xwe û berê xwe da mala meleyê gund. Mêrik ji mele re got: xwedê ji te razî be seyda ez hatime şêwra te bikim. Mêrik darê di destê xwe de hejand û ji mele re got divê tu çareyekê ji vê pirsgirêka min re bibînî.
Mele got ka bêje heyra pirsgirêk çi ye?
Mêrik got: gelek pezê min heye û niha wekî tu zanî dema kilana dew hatiye. Meşka me tune bû, min kuçikê xwe kuşt û ji çermê wî meşkek çêkir. Niha em hemû dewê xwe di wê meşkê de kildidin. Gelo ew meşka me helal e yan heram e.
Mele hinekî dudilî ma, devê wî li hev herbilî û di dil xwe de got; heke ez bêjim heram e, ditirsim ev ê berazî darê xwe li serê min bide. Hinekî di meseleyê de fikirî û bi tirs wiha bersiv da: Meşka te helal e û hûn dikarin bikar bînin.
Mêrikê berazî bi kêf rabû, spasiya mele kir û wiha got: Nîvişkê sibê para te ye, te heq kiriye, xweş helal be.
Dildar Mîtanî