DAIŞ ya ku ji hêla hêzên hegemon ve hat avakirin bû belaya serê gelên Rojhilata Navîn. Ev bela bi berxwedana YPJ û YPG’ê ya ku pêşengiya wê jinên azad dikirin rê li ber girtin. Ne tenê çeteyên DAIŞ’ê wenda kirin, herî zêde xwediyê wan wenda kirin. Ev jî xwediyê wan dîn û har dike. Ji ber vê yekê dema ku çeteyên DAIŞ’ê û xwediyê wan êrîşî gelê kurd dikin, hêzên navneteweyî bêdeng dimînin.
Herî dawî çeteyên DAIŞ’ê bi piştgiriya hêzên hegemon û dewletên derdorê bi hêzeke mezin êrîşî Hesekê kirin. Wexta mirov li dema vê êrîşê dinêre dibîne ku bê êrîşeke çawa bi plankirî ye û armanca wê têkbirina destkeftiyên gelên azad e. Jixwe berxwedana li hemberî vê êrîşa dagirkirinê bi serê xwe mijara romanekê ye. Heke ev êrîş li cihekî din bihata kirin an jî li welatekî din kiribana dibe ku bi ser biketana. Wekî her car dîsa ev plan bi berxwedana HSD’ê û hêzên gel pûçkirin. Wisa xuya ye piştî vê têkçûnê dagirker hesabên planên nû dikin. Ji van planan yek jê êrîşên hewayî yên artêşa tirk in.
Kengî êrîş û planên dagirkeriyê yên çeteyên DAIŞ’ê ji hêla berxwedêrên azadiya gelan ve vala tên derxistin, Tîrkiye dîn û har dibe. Herî dawî bi dehan balafirên ku ABD’ê dane Tirkiyeyê Mexmûr, Şengal û Rojava bombebaran kirin û dîsa dilsozên azadiyê şehîd kirin. Ji ABD’ê bigire heta Ewropa, hemû dewlet berpirsên xwîna van şehîdan e.
Ez dixwazim li ser mijara çima artêşa tirk a ku hertim bi êrîşên xwe xwedî li çeteyên DAIŞ’ê derdikeve bisekinim. Her kes baş dizane ku bi êrîşên Mexmûr, Şengal û Dêrikê bi awayekî vekirî xwedî li çeteyên DAIŞ’ê derket. Bêguman êrîşa li hemberî van her sê herêman ne tesadufî ye. Di çarçoveyeke plankirî de pêk hatine. Ji bo mirov rastiya vê planê hîn bibe divê ewilî rastiya van her sê herêman di ber çavan re derbas bike.
Êrîşên li ser Mexmûrê roja ku gelên me koçber bûne û heta niha bênavber didomin. Heta niha ji aliyekî ve PDK, li aliyê din jî Tirkiye û çeteyên wê êrîşî Mexmûrê kirine. Hîn jî PDK bi amborgaya dermirovî êrîşa li ser Mexmûrê didomîne. Wekî tê zanîn DAIŞ’ê ewilî êrîşî Şengalê kir û komkujiya herî hovane li ser gelê êzidî pêk anî. Bi dagirkirina Şengalê re berê xwe da Mexmûrê. Mexmûr demeke pir kurt dibin dagirkeriya çeteyan de ma. Vê yekê jî derd û kuleke mezin xist dilê çeteyan. Ev destpêka têkçûyîna wan bû. Piştî vê têkçûyîna li Mexmûrê, Kobanê neket û Şengal hat azadkirin. Ji ber vê yekê artêşa tirk a DAIŞ’ê hertim êrîşî Mexmûrê dike. Ew jî baş zane ku heta ku Mexmûr hebe ew nikare planên xwe pêk bîne.
Bi bombebarana li ser Şengalê hewl dide plana nîvcomayî ya DAIŞ’ê pêk bîne. Ji ber vê yekê her ku derfetê dibîne Şengalê bombebaran dike. Ew jî baş dizane ku bi azadkirina Şengalê re deriyê têkçûna çeteyan heta dawiyê vebû. Hebûna Şengalê ji bo AKP-MHP’ê kuleke pir mezin e. Her ku ew Şengala azad dibînin dîn û har dibin.
Dema ku DAIŞ’ê berê xwe da Rojava newêrîbû ji aliyê Dêrikê ve êrîşî Rojava bike. Baş zanibû ku ji wir de êrîş bike tu carî bi ser nakeve. Ev jî di dilê wê de wekî birîneke xedar mabû. Artêşa wê her ku derfetê dibîne bi balafiran wir bomabebaran dike. Ew jî zanin ku bi van êrîşên hewayî tu tiştekî bi dest naxin.
Çawa ku bi azadkirina Mexmûrê re pêşî li têkçûyîna DAIŞ’ê vebû, bi berxwedana Hesekê re dema jiholêrakirina bermahiyên çeteyan hatiye. Ji ber ku Erdogan vê ratiyê dibîne li ber çavên dinyayê bi awayekî aşkera êrîşî derdorê dike. Lê êdî ev êrîş jî fêde nakin. Erdogan çi dike bila bike dê DAIŞ têk bîçe û ew jî dê hesabê vê planê bide. Rêyeke din tune ye. Êdî dema hesab pirsînê hatiye.