12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: Em ê bi ser kevin

Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar 337 roj in li per Edliyeya Rihayê didome. Emîne Şenyaşar ji ber ku nexweş e, çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê berdewam kir. Kurê Emîne Şenyaşar Ferît Şenyaşar jî li ber deriyê edliyeyê çalakî berdewam kir.

Têkildarî mijarê malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir. Peyama malbatê wiha ye: “Nobeda me ya edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê berdewam e. Dê banga me ya edaletê bidome. Bêdengiya li hemberî zilmê, tê wateya parastina kujeran. Hemû baro, rêxistinên hiqûqê, partiyên siyasî û xelkê birûmet ê Rihayê xwedî li me derket. Em mafdar in û dê bi ser kevin.”

Xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî kargeha Malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşar û 2 kurên wê kuştin. Kurê Emîne Şenyaşar Ferît Şenyaşar bi birîndarî xelas bû. Emîn Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, ji bo girtina kujeran û darizandina wan, di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirin.