Malbatên girtiyên nexweş li Baroya Amedê ‘Nobeda Edaletê’ didomînin. Nobeda Edaletê 79 roj li pey xwe hiştin.
Di çalakiya nobedê de Dayîka girtiyê bi navê Mehmet Yildirim, Xezal yildirim axivî û diyar kir ku bila êdî cenazê ji girtîgehan dernekevin û bila êdî nexweşên girtî bên berdan û wiha got: “Serokkomarê Tirkîyeyê dibêje ‘ez êdî nahêlim ku hêstir ji çavên dayîka bibare’. Kaç ima xwedî li van sozên xwe dernekevin. Em her roj li ber van deriya ne ji bo Edaletê li ber xwe didin.Bila êdî dengê me bibihîzin.”
Bavê girtiyê bi navê Ciwan Boltan, Hakkî Boltan jî axivî û bal kişand ser nexweşên ku di girtîgehê de jiyana xwe dest didin û wiha axivî “Em wek xizmên girtiyên nexweş ev 79 roj in ku em di çalakiya Nobeda Edaletê de. Em daxwazên xwe ji raya giştî re parve dikin. Dewlet weka ku em qet ne li vir in dengê me nabihîse. Siyaset û desthilatdar ji bo pirsên welatî çareser bikin hene. Heke ku ev pirsgirêk neyên çareser kirin çi wateyê desthilatdarî û siyasetê heye.”
Turgay Deniz hat bibîr xistin
Têkildarî girtiyê bi navê Turgay Denizê ku duh li girtigeha Metrîsa Stenbolê jiyana ji dest dayî de jî Boltan axivî û wiha got: “Her roj ji girtîgehan cenaze derdikevin. Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan. Turgay Denîz îşev jiyana xwe ji dest da. Ev yek jî dide xuyakirin ku rûniştime me ya vir pir girîng e. Turgay Denîz jî di lîsteya me ya nexweşên giran de bû. Girtî heta ku bi mirinê re rû bir û nemînin nayên berdan. Tirkiye bi polîtîkayên xwe yên qirêj dibe sedema mirinên wek ên Mehmet Hanîfî Bîlgîn, Ramazan Tûran , Turgay Denîz û hwd.”